Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Girtiya nexwaş Rûken Yildiz nayê tedavî kirin

"Rûken beriya ku bê girtin pirsgirêkeke xwe ya tenduristiyê tune bû. Ji ber bêhiqûqiya ku lê hate kirin roj bi roj nexweş ket. Nexweşiya dil pê re çêbû û ev yek jî bû sedem ku tansiyona wê bilind bibe."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/01/2022 - 11:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Girtiya nexwaş Rûken Yildiz nayê tedavî kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li girtîgehên Tirkiyeyê ku binpêkirina mafên mirovan û êşkence her roj bi rê û rêbazên nû zêde dibe, rewşa girtiyên nexweş giran dibe.

Tevî ku di nava mehekê de 7 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, desthilatdarî tecrîdê girantir dikin, girtîgehên bi tîpên hucreyê ava dikin. Qîma xwe bi vê jî nînin, girtiyên nexweş vediguhezîne van girtîgehan.

Yek ji van girtiyên nexweş jî Rûken Yildiz a 27 salî ye, ku sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hate kirin. Yildiz ku li gel temenê xwe yê ciwan nexweşiyên dil û tansiyona bilind pê re heye, bi mehan e di hucreya yek kesî de tê hiştin.

Kekê Yildiz Ferhat Yildiz û dayika wê Hatîce Yildiz ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku tecrîd rewşa tenduristiya wê girantir dike.

‘LI GEL TEMENÊ XWE YÊ CIWAN NEXWEŞIYÊN DIL Û TANSIYONÊ LÊ DER BÛN’

Yildiz anî ziman ku xwişka wê Rûken Yildiz a endama HDP’ê, sala 2017’an bi îdîayên bêbingeh ên îtirafkarekî hate girtin û tevî ku ji bilî van îdîayan delîlekî şênber jî tune ye, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li xwişka wê hatiye birîn.

Yildiz ragihand ku vê yekê tenduristiya xwişka wê xera kiriye û hîn di temenê ciwantiyê de nexweşiyên dil û tansiyonê lê der bûne û got, “Rûken beriya ku bê girtin pirsgirêkeke xwe ya tenduristiyê tune bû. Ji ber bêhiqûqiya ku lê hate kirin roj bi roj nexweş ket. Nexweşiya dil pê re çêbû û ev yek jî bû sedem ku tansiyona wê bilind bibe.”

DÎSA SAZIYA TIP A EDLÎ, DÎSA RAPORA ‘DIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE’

Yildiz anî ziman ku xwişka wî dema li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bû ji ber ji nişka ve tansiyona wê bilind bû beriya salekê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate kirin, lê belê ji ber ku rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ jê re hate dayin, mehkûmê van şert û mercan hatiye kirin.

Yildiz diyar kir ku xwişka wê beriy 7 mehan ji nişka ve ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hate kirin.

Yildiz anî ziman ku xwişka wî bi tena serê xwe li hucreyekê tecrîdkirî ye û got, “Tîpa S mîna Tîpa F ye. Cudahî ew e ku girtî li vê derê li hucreyên yek kesî têne bicihkirin. Girtîgeheke ku ji bo girtiyên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, hatiye çêkirin. Mînakeke wê li Emerîkayê heye. Lê belê cudahiya girtîgeha li Tiriyeyê ew e ku girtiyên nexweş bi tena serê xwe li hucreyê têne hiştin. Nehikumxwar jî be.”

YEKANE DAXWAZA XWE EW E KU JI TÎPA S SEWQÎ GIRTÎGEHEKE CUDA BÊ KIRIN

Yildiz got, di serdana dawî de Rûken jê re gotiye ku tansiyona wê ji nişka ve bilind dibe, mayina di nava tecrîdê de rewşa wê girantir dike û yekane daxwaza xwe ew e ku ji Tîpa S sewqî girtîgeheke cuda bê kirin, eger ew nebe keseke din bixe hucreya wê.

Yildiz diyar kir ku rewşa gelek girtiyên nexweş mîna ya xwişka wê ye û ji ber rapora ‘dikare li nexweşxaneyê bimîne’ ya Saziya Tipa Edlî ji mirinê re têne hiştin.

Yildiz bi bîr xist ku di nava van şert û mercan de rewşa tenduristiyê ya xwişka wê wê baş nebe û divê cezayê wê teqez bê taloqkirin.

DAYIK YILDIZ: BILA WÊ BERDIN, EM Ê LÊ BINERIN

Dayika Rûken Yildiz Hatîce Yildiz jî diyar kir ku ji ber nexweş e nikare biçe serdana keça xwe û ji ber vê yekê jî gelekî bi fikar e.

Yildiz ragihand ku keça wê bêguneh hatiye girtin, li wir tenduristiya wê nebaş bûye û xwest ku ev zilm bi dawî bibe.

Dayik Yildiz got, “Bila keça min berdin, nexweş e. Em ê li malê lê binerin. Sûcê wê tune ye, kes nekuştiye, dizî nekiriye” û bang li raya giştî kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bernameya Meşa Dirêj ya îsal diyar bû

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir wesayîteke polîsan û kargeheke faşîstan şewitand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir wesayîteke polîsan û kargeheke faşîstan şewitand

Zarokên Agir wesayîteke polîsan û kargeheke faşîstan şewitand

TCŞ’ê li Stûttgartê ji bo Şengalê çalakî lidar xist

Provakasyonên Dewleta Iraqê didome - Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê banga lezgîn!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamîşloyê Çalakiyek Bîranînê Darxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Herema Cizîrê Ciwan Hemberê Erîşan Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de Gel Li Ser Pê ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.