Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

‘Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin’

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aysel AVESTA nivîsand 
Doh Parîs gelekî sar bû lê hêrsa dilê Kurdistaniyan weke volkanê difûriya.
Doh Parîs gelekî sar bû lê hêrsa dilê Kurdistaniyan weke volkanê difûriya. Beriya bi 9 salan, li navenda Parîsê sê jinên pêşeng, sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi bêbextiyeke mezin li pêş çavê cîhanê bi awayekî nemerdane hatin qetilkirin.

Hêrsa li dijî vê komkujiyê ji bo gelê Kurd weke roja ewilî ye. Lewra tevî îsbat û delîlan hemûyan jî heta niha kujerên wan jinan nehatine dadgehkirin û edalet pêk nehatiye. Di serî de Dewleta Fransayê, hêzên li pişt vê komkujiyê hemû, hewl didin weke gelek bûyarên din ên bi vî rengî, ser vê bûyarê jî binixumînin.

Lê jinên Kurd û gelê Kurd, tevî dostên xwe bi biryar in ku bi têkoşîna xwe vê bûyerê eşkere bikin û hesab ji kujeran bipirsin. Îsal bi dirûşma “Heta edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e” di serî de Parîs li gelek navendan jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Dewleta Fransayê roja ewilî ua komkujiyê soz da ku ew ê vê komkujiya tarî ronî bike. Lê 9 sal di ser bûyerê re bihurîn, heta niha di vî warî de ti pêşveçûn çênebûne. Dewleta Fransayê bi vê helwêsta xwe dibe hevkarê sûc û li gorî dilê dewleta Tirk tev digere. Bi bêdengiya xwe ya 9 salan rûyê xwe yê rastî nîşan da ku ew jî li pişt vê bêbexiyê ye. Li gel vê bêdengiyê ji bo bûyer neyê ronîkirin jî her tiştî dike. Fransaya ku xwe weke dewleteke pêşverû, demokrat û azad dibîne, ji bo pişt perdeya Komkujiya Parîsê dernekeve holê û sûcdar neyên cezakirin, rêgezên edalet û hiqûqa welatê xwe jî binpê dike.

Lê bi milyonan Kurd û dostên xwe şopdarên vê dozê ne û bi dengê bilind doza edaletê dikin. Di salvegera 9´an a komkujiyê de jî gelê Kurd û dostên xwe bi yek dengî gotin; “Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin”, “Li Fransayê edalet kor û kerr e”. Wan wiha jî erk û berpirsyariyên dewleta Fransa anîn bîra wê.

Dewleta Tirk bi piştgiriya MÎT’ê li Parîsê bi qetilkirina van jinên pêşeng xwest pêşî li pêvajoya siyasî bigire û siyaseta xwe ya înkar û îmhayê li hemberê gelê Kurd bidomîne. Piştî komkujiya Parîsê, li Silopiyayê Sêvê, Fatma û Pakîze, li Helinca Kobanê Zehra, Hebûn û dayika Emîne, Hevrîn Xelef û bi dehan jinên pêşeng bûn armanca êrişên dewleta Tirk. Niha jî rojane li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî jinan sûcên şer dike.

Lê li hemberî wan êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê, têkoşîneke bê hempa jî tê kirin. Gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd dizanin ku azadî bê berdêl nayê bidestxistin. Ji lewma ji bo azadiyê berdêlên giran didin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe nîşanî cîhanê hemûyî dane ku şoreş û berxwedana wan ji sînoran bihuriye û nikare were rawestandin. Wan sekna Sara ya serhildêr, Rûkeniya Rojbîn û enerjiya Rohanî ji xwe re kirine sembol. Li ser şopa wan, îro bûne hêza têkoşînê ji bo hemû jinên cîhanê.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dizê Malê

Nivîsa Pêş

Daxuyaniya PYD û Ciwanên Şoreşger ya Lubnanê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Daxuyaniya PYD û Ciwanên Şoreşger ya Lubnanê

Daxuyaniya PYD û Ciwanên Şoreşger ya Lubnanê

Gerîlayê HPG’ê Ahmet Koç spartin axê

Gerîlayê HPG’ê Ahmet Koç spartin axê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.