Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Sara li zindanên Amedê hevrêtî ji Mazlûm, Kemal û Hayrî re kir

Bi hezaran gerîlayên jin ji bo ku utopyaya azadiyê ya Sarayan pêk bîne, amade ne.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/01/2022 - 11:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KONGRA-GEL ji bo meşa li Parîsê bang kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêbertiya me re komploya navneteweyî hatibû destpêkirin û bi qetilkirina heval Sara, Rojbîn û Ronahî jî xwestin komployê kûrtir bikin.

Li nîveka Ewropayê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîama di 9’ê Çileya 2013’an de careke din durûtiya Ewropayê derxistiye holê. Bêtehamuliya li hemberî rastiya jinên azad a ku di şexsê Jan D’arc û Rozayan de pêk hat, di şexsê Sakîne Cansiz de xwe dubare kiriye. Şaristaniya Ewropayê ya ku qaşo mafên jinan diparêze, careke din nîşan daye ku ew şirîkên vê qetlîamê ne. Bi qetlîama li ser Sarayan re, rûyê wan ê rastî derket pêş û maskeya wan a demokrasî û mafên mirovan a sixte jî ket. Fransa ya ku nûnerê şaristaniya Ewropayê ye, ji bo ku kujerên vê qetlîamê dernekeve holê, bazarên qirêj kiriye û îxanet li nirxên Ewropayê kiriye. Dewleta Fransayê bi cezakirina kujerên vê qetlîamê dikare civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike. Heta ku tola Sarayan were stendin wê hêrsa me ya li hemberî dewleta Fransa û di şexsê wê de hêrsa me ya li dijî şaristaniya Ewropayê kêm nebe. Wê qetlîama li ser Sarayan neyê jibîrkirin û wê berdêla wê bi kujeran were dayîn. Hêzên komployê divê tu carî ji bîr nekin ku Sara sedema me ya şer e. Heta ku fedaiyên azad yên Rêbertî hebe, wê xwîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan li erdê nemîne.

TÊKOŞÎNA SARAYAN MEZIN DIBE

Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan li ser şopa Sarayan dimeşin û li eniyên azadiyê şer dikin. Têkoşerên li Heftanîn, Xakurk, Zap, Metîna û Zagrosê şer dikin li pey xeta Sara ne. Li Botan,Amed û Amanosê şervanên di çeperan de, fedaiyên xeta Sara ne. Bi hezaran jinên ciwan ji bo wergirtina alaya azadiyê ya Sara hatin çiyayan. Bi deh hezaran jinên ciwan cesaret ji wê stendin û gihiştin biryardariya xwebûnê û daketin qadan. Têkoşîna Sarayan roj bi roj li metrepol, kolan û çiyayan geş ibe. Di şexsê Sara de hêzên komploya hegemonîk xwestin derbê li lêgerîna azadiya jinên azad bixe lê ev hêzên hegemonîk negihiştin armanca xwe. Sara bi helwesta xwe ya jiyana watedar careke din derb li rastiya pergala ku qirêjî û tarîtî heye xist. Sara nîşanî hemû dinyayê da ku ew berxwedêra mezin a jiyana watedar e. Em gerîlayên jin ên YJA Starê ji bo ku heta dawî xwedî li vê jiyana watedar derkevinü em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin û ji bo mezinkirina vê wateyê şer bikin.

Sara li zindanên Amedê hevrêtî ji Mazlûm, Kemal û Hayrî re kir. Li hemberî êşkenceyên dermirovahiyê yên dewleta Tirk ew bi kesayetiya jina azad û mirovên azad, bû sembola berxwedêriya jinan. Wê dema ku rastiya PKK’ê pênase dikir, got “Li Kurdistanê valahiyeke rûmetê heye. PKK’ê vê valatiya rûmetê dagirt.” Sara bi kesayetiya xwe ya berxwedêr bû semboleke hêja ya ku valatiya rûmetê ya li Kurdistanê dagirtiye. Saara ne bi tenê sembola berxwedêriya serhildêr a Dêrsimê ye. Ew tolhildana Terteleya Dêrsimê ye jî. Sara ne bi tenê li zindana Amedê, berxwedêr e. Wê kesayetiya jinên azad di nava xwe de şênber kir û bûye sembola ku rastiya mirovên azad a hemû deman. Sara ya ku di zindanên Amedê de hovîtiya dijmin dîtibû, bersiva herî mezin bi gerandina li çiyayên azadiyê da. Bi baweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilê me de çandine, em ê xwedî li nirxên jiyanê derkevin û tolê ji dijmin bistînin. Wê xwîna heval Sara li erdê nemîne, wê her dilopeke xwînê bibe fîşeke azadiyê û wê li dil û mejiyê dijmin bikeve.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa heval Sara bimeşin. Bi hezaran gerîlayên jin ji bo ku utopyaya azadiyê ya Sarayan pêk bîne, amade ne. Em ê him vê qetlîamê bişopînin û him jî li ser esasê avakirina paradîgmaya jiyana azad, çeperên şer xurt bikin û berdêla herî giran bi dijmin bidin dayîn. Bersiva me ya ji bo dijmin wê Sarabûn, Zîlanbûn û Bêrîtanbûn be. Wê paradîgmaya jiyana azad û Rêbertiya wê bi ser bikeve. Di vî warî de em bang li jinan dikin ku bibin Saara û li çiyayan şopdarê xeta wê bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

SARA, ROJBÎN, RONAHÎ

Nivîsa Pêş

Pêşmergeyên Dêrîn: Dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Pêşmergeyên Dêrîn: Dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe

Pêşmergeyên Dêrîn: Dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe

QSD mayînke din ya DAIŞ’ê dît û îmha kir

QSD mayînke din ya DAIŞ'ê dît û îmha kir

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.