Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Garzanê parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me radestî me kirine teqez bi ser bixînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/11/2021 - 13:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Garzanê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Mehên Hezîran û Îlonê dewleta Tirk a mêtinger gelek caran li herêma Garzanê operasyon li dar xist û di dema van operasyonan de di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me şer qewimî. Artêşa dagirker ku li hemberî hêzên me yên gerîla nekarî bi ser bikeve, gelek caran bombe li qadê barand. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Dilgeş û Erdal ên ku li dijî dijmin bi lehengî li ber xwe dan, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dilgeş Şerzan
Nav paşnav: Mahmût Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sevîm-Haşim
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2021 / Garzan
Nasnav: Erdal Şoreş
Nav paşnav: Mahsûm Yasak
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gulê-Beşîr
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2021 / Garzan

DILGEŞ ŞERZAN

Hevrêyê me Dilgeş li bajarê serhildan û berxwedanê li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, hîn biçûkanî bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û bi çanda kevnar a Kurd mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş polîtîkayên zext û komkujiyê yên dijmin ên li dijî gelê me ji nêz ve dît û şahidî ji van polîtîkayan re kir. Ji ber vê yekê li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Sala 2011’an li metropolên Tirk piştî êrişa bi rêk û pêk a dijmin a li ser ciwanên Kurd, ji bo karibe hîn çalak li dijî dijmin têbikoşe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Dilgeş piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, demekê li herêma Cîlo dest bi karê gerîlatiyê kir û bû gerîlayekî şareza, ji her alî ve xwe bi pêş ve xist. Bi taybetî ji bo felsefeya Rêber Apo fêhm bike û li gorî vê felsefeyê bijî, gelekî hewl da. Ji aliyê leşkerî ve jî timî hewl da xwe bi pêş ve bixe û xeta gerîla ya serdema nû di kesayetiya xwe de bi cih bike. Hevrêyê me Dilgeş her tim dixwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê jî kûr dibû. Baweriya xwe bi wê yekê dianî ku li dijî komkujiyên ku dijmin li gelê me ferz dike, tenê li Bakurê Kurdistanê bi derbên li dijmin bêne xistin têkoşîn dikare bê meşandin û li ser vê bingehê jî gerîlatî li Bakurê Kurdistanê dewam kir. Hevrêyê me Dilgeş demeke dirêj li herêma Garzanê bi kesayetiya xwe ya fedakar her kar kir û hewl da berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Bi vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bi rûkenî û kesayetiya xwe ya xwezayî bû hevrêyekî cihê xwe diyar bû.

ERDAL ŞOREŞ

Hevrêyê me Erdal li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi atmosfera Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û kevneşopiya welatparêziyê mezin bû û bi vî rengî bû xwedî kesayetiyekî welatparêz. Ji ber ku tevlîbûn ji malbata wî hebû, ev yek bû sedem ku sempatî pê re çêbibe. Di nava civakê de li karên cuda xebitî û diçû dibistana lîseyê jî timî lêgerînên xwe dewam kir. Di encama van lêgerînan de sala 2014’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku demekê li Botanê ma, derbasî herêma Garzanê bû û pratîka gerîla li vir dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya bi daxwaz, bi coş û kelecanî zû hînî jiyana gerîla bû. Gerîlatiya Bakur hîn bû û zû tevlî pratîkê bû. Di gerîlatiya Bakur de zû bû xwedî tecrûbe, şareza bû û veguherî fermandarekî ciwan ê Apoyî. Li gelek qadên herêma Garzanê havîn, zivistanê gerîlatî kir û gelek operasyonên dijmin bi hostatî pûç kir, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dagirkeran xist. Di pratîka Bakur de ku derfetên xwe gelekî kêm û zehmet bû, 7 salan bênavber kar kir. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û bi fermandariya xwe ya mînak ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, li herêma me ya Garzanê gelek karên girîng bi ser xist. Herî dawî dema ku li ser erka xwe bû bi bombardûmanê şehîd bû. Hevrêyê me Erdal bi pratîk û sekna xwe ya têkoşînê wê ji bo hevrêyên xwe timî bibe mînak û her tim weke fermandarekî leheng ê Garzanê bê bîranîn.

Hevrêyên me Dilgeş û Erdal bi rêbaza têkoşînê ya li dijî dijmin û sekna xwe ya ku ji milîtaniya Apoyî tawîz nedidan, ji hevrêyên xwe hemûyan re bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me radestî me kirine teqez bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Qaymeqamê Fatîhê li dijî têkoşîna Ciwanên HDP’ê ya li dijî tiryakê ye

Nivîsa Pêş

Legerîna edaletê ya malbata Şenyaşaran di roja 251’emîn de didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Legerîna edaletê ya malbata Şenyaşaran di roja 251'emîn de didome

Şaxa polîsan ‘TEM’ê hewl dide 100 malbatên ku zarokên Gerîla ne, bişînin ber deriyê HDP’ê

Polîsên faşîst dest revandina zaroka kirin

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.