Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG’ê şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anî

Rêhevalên me Gelî û Amed jî di vê destana qehremantiyê de ku li beramberî dagirkerî, her cure paşverûtî, faşîzm, qirkirin û DAIŞ’ê ku bûbû bela serê hemû cîhanê, navên xwe di dilê gelê me de nivîsandin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/11/2021 - 15:49
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPG’ê şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anî
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anîn.

Di daxuyaniye YPG’ê de wiha hate gotin:

“Têkoşîna şoreşê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di encama pêngavên dîrokî ya berxwedanê de îro li pêş çavê gelên cîhanê qehremantiyekî destanî ya mînaka wê nehatiye dîtin, derxistiye holê. Ev destanên qehremantiyê bi hêviyên azadiyê ya gelê me ve bû yekpare û bi xeyala welatekî azad ve tacîdar bû. Zarokên mêrxwas ên gelê Kurdistanê di oxira pêkanîna vê xeyala mezin de canê xwe bexşand, di dilê gelê me û mirovahiyê de cihekî mezin girt.

Rêhevalên me Gelî û Amed jî di vê destana qehremantiyê de ku li beramberî dagirkerî, her cure paşverûtî, faşîzm, qirkirin û DAIŞ’ê ku bûbû bela serê hemû cîhanê, navên xwe di dilê gelê me de nivîsandin.

Li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya ku komên çeteyan bê serûber tev digeriyan, El-Nusra, DAIŞ û herî dawî jî dagirkeriya Tirk êrişî nirxên gelê me dikirin, di şerê berxwedanê ya li hember van çeteyan de rêheval Gelî û Amed bi rihê seferberî tev lê bûbûn û herî dawî di şerê berxwedanê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de gihîştibûn asta şehadetê. Ew, di her bostekî axa Kurdistanê de li dijî dijmin têkoşeriyekî bêhempa nîşan dan, fedakariyên xwe raber kirin û vê şerê rûmetê bi fedayiyane meşandin.

‘HEVRÊ GELÎ HER TIM BÛ ÇAVKANIYA KÊFXWEŞIYÊ’

Rêheval Gelî bi destpêkirina şoreşê ve li Til Hemîs, Girê Spî, Ceza, Rabia, Şengal û Serêkaniyê, li dijî çeteyan, di sengerên herî pêş de şer kirinê ve qehremantiya xwe nîşan da û wekî şervan û fermandarekî xwe her tim bi serkeftinê ve girê da. Di berxwedana Girê Spî de, di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Rêheval Gelî bi hezkirina kûr a gel û rêhevaltiyê ve her tim bû çavkaniya kêfxweşiyê. Tu fedakartiyekî ku ew ji bo gel û hevalên xwe neke tune bû. Rêheval Gelî bi wan taybetmendiyên xwe ve di mêjî û dilê rêhevalên xwe de cihê xwe girt. Rêhevalê me Gelî ku ji ling, mil û çavê xwe birîndar bûbû tu caran van wekî astengiyekî li pêş şer nedît û li dijî dijmin şerkirinê her tim ji bo xwe wekî erkekî bingehîn dît û bi vî awayî tev geriya.

‘HEVRÊ AMED DI DILÊ GEL Û HEVALÊN XWE DE WEKÎ QEHREMANEKÎ CIHÊ XWE GIRT’

Rêhevalê me Amed jî bi sekna xwe bû sembola kedkariyê. Di hemû xebatên ku dimeşand de, her tim bi baldariyeke mezin nêz dibû. Kûrahiya ku di hestan de jiyan dikir, di rêheval Amed de kesayetekî kûr ava kiribû. Bi hestên şoreşgeriyê ve di kesayeta xwe de şervantiya azadiyê ava kiribû. Rêhevalê me Amed ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê yê Efrînê de girt, bi sekna xwe ya bicoş û kelecan ve di dilê gel û hevalên xwe de wekî qehremanek ku tu carî neyê jibîrkirin, cihê xwe girt.

Em, her du zarokên mêrxwas yên Kurdistanê ku, xwedî li nirxên pîroz yên gelê me û Rêbertiya me avakirî derketibûn û bi vê awayî nêzî erk û berpirsiyartiyên xwe bûbûn, bi mînnet û birêzdarî bibîr tînin û di serî de li pêşberî malbatên hêja yên şehîdên xwe û tevahî gelên xwe, soza serkeftinê ku me da şehîdên xwe dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Rejîma TC’ê ya faşîst bi vê êrîşa keşfê ya çekdar careke dî sûcê şer kiriye

Nivîsa Pêş

Şehîda Kurdistanê emaneta axa welat e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Şehîda Kurdistanê emaneta axa welat e

Şehîda Kurdistanê emaneta axa welat e

Merasîma Malbata şehîd Gulo

Merasîma Malbata şehîd Gulo

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.