Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Turgutluyê Kursa zimanê Kurdî

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Turgutluya Manîsayê, qursa zimanê kurdî da destpêkirin û ji her temenî eleqeyeke mezin li hemberî qursê heye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/10/2021 - 10:48
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Li Turgutluyê Kursa zimanê Kurdî
ParvekeTweet

MANÎSA – Rêxistina HDP’a Turgutlu ya Manîsayê li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê qursa zimanê kurdî da destpêkirin û armanc dikin ku ziman biparêzin û pêş bixin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Turgutluya Manîsayê, qursa zimanê kurdî da destpêkirin û ji her temenî eleqeyeke mezin li hemberî qursê heye. Hinek dixwazin axaftinê hîn bibin û hinek jî dixwazin xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Jinên ku tevlî qursê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Dikarin bi kurdî perwerdê bidin’

Fatma Guneş a 58 salî diyar kir ku ew zimanê xwe kurdî li her derê diaxive û got: “Em ji zimanê xwe hez dikin. Em kurd in. Li ser zimanê me terorek giran heye. Ders bi erebî, îngîlîzî û elmanî tên dayîn. Wê demê dikarin bi kurdî jî bidin. Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene lê nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Em li warê xwe Serhedê bi zimanê xwe diaxifin. Ev 40 sal in ez li bajarê Tirkan dijîm. Lê dîsa jî me zimanê xwe jibîr nekir. Gundê me nîvî laz û nîvî jî kurd in. Dema avakirina komarê de lazan anîn gundê me ji bo asîmilekirina kurdan. Niha neviyên min jî kurdî diaixivin. Ez hêdî hêdî xwendin û nivîsandinê fêr dibim. Ziman mîrateya dê, bav û şehîdên me ne. Ez pêşniyar dikim ku her kes bi zimanê xwe biaxive. Dibêjin em kurd in lê bi tirkî diaxifin. Em kurd in û em ê bi kurdî biaxivin.”

‘Divê li her derê kurdî bê axaftin’

Karkera fabrîkayê Helîn Coşkun ya 18 salî ye, destnîşan kir ku li Manîsanyê hatiye dinê, kurdî fêm dike lê nikare biaxive û wiha pê de çû: “Ji bo ziman fêr bibim hatim qursê. Di encamê de zimanê me ye. Yên zimanê xwe nizanin hene. Ji bo zimanê me neyê jibîrkirin qurs hene. Yên dixwazin fêr bikin dikarin bên. Ji bo vê divê li her derê kurdî bê axaftin. Ez ê fêr bibim û fêrî derdora xwe jî bikim.”

‘Ez dixwazim bi kurdî bixwînim’

Nesrîn Sancak ya 14 salî ku bi bavê xwe re tê qursê, ew jî kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Nesrîn di vê mijarê de wiha dibêje: “Ez li Cizîrê hatim dinê. 10 sal in li vir dijîm. Li bajar mezin bûm. Ji ber vê zêde kurdî nizanim. Ger ku ez kurdî fêr bibim ez ê bi kesên derdora xwe re bikaribim biaxivim. Ez ê bikaribim rojnameya kurdî, pirtûkên kurdî bixwînim.”

‘Dixwazim bibim mamosteya zimanê kurdî’

Nesrîn, diyar kir ku di dersê de kesên ji wê baştir kurdî diaxivin hene û piştgiriyê ji wan digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ders gelek xweş derbas dibin. Ez di xwendinê de zehmetiyan dikşînim. Lê alîkariyê didin min. Ez dixwazim ders bidomin. Ez dixwazim bibim mamosteya zimanê kurdî û kurdî hînî her kesî bikim.”

ÇAVKANÎ – JINHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îşkence vê carê jî li girtîgeha Êlihê ye

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir 5 Bajarê faşîstan da ber agirê tolê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir 5 Bajarê faşîstan da ber agirê tolê

Zarokên Agir 5 Bajarê faşîstan da ber agirê tolê

Çalakiyên Xwendevanên Başûr di roja 5’an de didome

Çalakiyên Xwendevanên Başûr di roja 5'an de didome

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.