Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî şehîd bû

Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî ji ber birîna xwe dema diçû tedawiyê di êrişa hewayî de şehîd bû.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/10/2021 - 14:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî ji ber birîna xwe dema diçû tedawiyê di êrişa hewayî de şehîd bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ev daxuyanî da:

“Konsepta îmhakirina qirker a li ser Rêbertiya me, gelê me û tevgera me li her parçeyên welatê me, bi êrişên hovane didome. Li hemberî van êrişên hovane û nemerdane yên dijmin, hêzên me yên gerîla meşa xwe ya serfiraziyê didomîne. Ji ber êrişa hewayî ya hovane ya dewleta Tirk a dagirker hevrêya me Şîlan Goyî di 8’ê Cotmeha 2021’an de dema ji bo tedawiyê û hevdîtina malbata xwe diçû Mexmûrê, şehîd bû.

Nasnav: Şîlan Goyî

Nav û paşnav: Taybet Bîlen

Cihê jiyadikbûnê: Gundê Hîlalê – Qileban

Navê dê û bav: Rahîme – Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Cotmeha 2021’an

Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê beriya her tiştî ji gelê xwe yê Botan û Mexmûrê re û ji malbata hêja ya hevrêya xwe sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca xwe fermandara ya xwe ya pêşeng û xwedî rûmet, Rêbertiya Azad û Welatê azad pêk bînin.

Gelê Botanê û malbata Bîlen çiqasî bi hevrê serbilind bin, hindik e. Nabe nesîbê her kesî ku xwedî zarokeke wisa bi culhet û serbilind be. Gelê me yê Botanê ji bo têkoşîna me bûne çavkaniya fedaiyan. Bi taybetî di sala 1999’an de dema ku Rêbertiya me dîl ket, gelê Botanê bi destê xwe keç û kurên xwe tevlî nav refên me kirine. Gelê Botanê û bi taybetî eşîra Goyiyan ji bo ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bibe, her cure fedakarî kirine. Gelê me yê Botanê îxanet qebûl nekirine, veqetandina ji axa xwe ya wekî bihuştê dane ber çavê xwe û bi sedan zarokên xwe di vê têkoşînê de şehîd dane.

Hevrê Şîlan Goyî yek ji van şehîdên me yên wêrek e. Bedran, Hamza, Zehra, Denîz Firat, Aryen, Gûrbet, Zîndan, Serdem, Bêrîtan, Rizgar û Şîlan bûne kulîlkên azadiyê yên gelê me yê li Mexmûrê. Di meha Cotmehê di warê dîroka me ya têkoşînê de hevalên me yên jin ên fermandar jî şehîd bûne. Hevrêyên me Bêrîtan, Zeynep, Azîme, Rûken û Rojîn û hevrêya me Şîlan di meha Cotmehê de şehîd bûne.

Hevrê Şîlan Gojî ji roja ku tevlî têkoşînê bûye, wê mîsyonek qebûl kiriye, ligel temenê xwe yê ciwan tevlêbûneke ji rêzê qebûl nekiriye û bûye xwediya hest û ramanên mezintir. Bi israr û ferzkirinên xwe li ser perspektîfa Rêbertiya me ya ‘Jinên ji min hez dikin, bila berê xwe bidin Botanê’ wê ji xwe re wekî talîmatê dîtiye û di sala 2003’an de ber bi axa Botanê ve dest bi rêwitiya azadiyê kiriye. Dema ku li Botanê bûye, ew bûye xwediya kedeke mezin û bi îdeolojiya Rêbertî wê cewhera xwe zêdetir kiriye.  Piştre di berxwedana Kobanê de jî wekî fermandar cih girtiye, li vir bi giranî birîndar bûye. Beriya ku tedawiya wê biqede dîsa çûye qadên şer. Hevrê Şîlan herî dawîn li Fermandariya Qada Garê cih girtiye û Serfiraziya Garê bi rê ve biriye, bi awayekî çalak tevlê bûye û bûye yek ji afirînera vê serfiraziyê.

Heval Şîlan ji ber ku bûye şahida êşên li ser gelê me, ew bêtir bi Rêbertî û rêxistinê hatiye girêdan. Hevrê Şîlan ligel birîndar bûye jî, wê zehmetiyên xwe nekiriye rojev. Di nav xebatên YJA Starê de di warê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û rêxistinî de gihandiye asta fermanariya jinan a dema nû. Hevrê Şîlan ji bo gelê Kurd û Kurdistanê kedeke mezin daye. Şehadeta wê ya bi vî awayî em hemû xemgîn kirine.

Mirov dikare di şexsê heval Şîlan Goyî de bibîne ku jinên Botanê dikare azad bibe, hiş û pratîka xwe dikare par ve bike û bi vî awayî dikare bibe modela rol a jinên Kurd. Hevrê Şîlan tu carî beşdariya yekalî qebûl nekiriye û wê xwe di Îdeolojiya Rizgariya Jinan de kûr kiriye. Hedefa hevrê Şîlan ev bû ku bibe yek ji fermandarên jin ên ku şerê gel ê Şoreşgerî û li ser vê hedefê bi awayekî çalak tevlê bûye.

Yek ji armanca têkoşînê ya fermandarî û şervanên YJA Starê ev e ku wekî hevrê Şîlan bijîn û wekî hevrê Şîlan tevlî têkoşînê bibin.

Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar dikin ku em ê heta dawiyê li ser bîranîna heval Şîlan bin û hesap ji dijmin bixwazin.  Malbata wê ya hêja ya welatparêz di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

 

1 Ji 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Murat Karayilan: Teqez e ku dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar tîne, bila lêpirsîna wê were kirin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla lêdana dagirkeran didomîne; Li Zapê bi çekên giran çalakî kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla lêdana dagirkeran didomîne; Li Zapê bi çekên giran çalakî kirin

LEZGÎN - Gerîla lêdana dagirkeran didomîne; Li Zapê bi çekên giran çalakî kirin

Bangawaziya Festîvala 1. Werzîşê Ya Şehîd Baran Mawa

Bangawaziya Festîvala 1. Werzîşê Ya Şehîd Baran Mawa

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.