Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên 2015’an parvekir

Em weke şervanên partiya PKK'ê ku her şehadetê dike hinceta mezinkirina têkoşînê û bi vî rengî mezin dibe; soz didin ku em ê armanca gelê me û şehîdan teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/10/2021 - 10:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên 2015’an parvekir
ParvekeTweet

BEHDİNAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Sala 2015’an di operasyonên dewleta Tirk a qirker de yên li dijî hêzên me yên gerîla hatin kirin, li herêmên Serhedê û Garzanê hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt li dijî hêzên operasyonê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya herdu gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Rizgar Serhildan
Nav paşnav: Reşît Çetînkaya
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Cevahîr-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2015 / Serhed

Nasnav: Zerdeşt Sîser
Nav paşnav: Mehmet Çevîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nazîfe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Kanûna 2015 / Garzan

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Rizgar li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û li cihekî ku bi nirxên neteweî yên gelê me ve dilsoz e mezin bû. Piştî ku têkoşîna me ya gerîla li tevahiya qadên Bakurê Kurdistanê belav bû partiya me PKK nas kir û ji bo erk û berpirsyariyên xwe yên di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi cih bîne sala 2014’an tevî pismamê xwe tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rizgar ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar bal kişand ser xwe û xweafirandina bi kedê weke pîvaneke bingehîn danî ber xwe. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan û gelê me re kir ku hîn bi xurtî têbikoşe û bi vê taybetmendiya xwe li her qadê xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derket. Sekna xwe ya fedakar û kedkar a li nava jiyanê li meydana şer jî bi rêbaza fedayî nîşan da û bi vê yekê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi payîza 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker li qada Çemçê ya Qersê dest bi operasyonê kir, hevrêyê me Rizgar derbên giran li hêzên dijmin xist. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin hefteyekê li stargehê ma, piştre jî şehîd bû. Hevrêyê me Rizgar bi vê sekna xwe ya fedayî ku minet li dijmin nekir, cihê xwe di hiş û bîra hevrêyên xwe de girt û bi şehadeta xwe bû hinceta bilindkirina têkoşînê ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Zerdeşt li paytexta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Amedê li nava malbateke welatparêz a ji çanda berxwedêr a vê herêmê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a qirker di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê gelekî nêzî serketinê bû polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xiste dewrê û li ser vê bingehê li gelek herêmên Kurdistanê li dijî destketiyên gelê me dest bi êrişê kir, hevrêyê me Zerdeşt li dijî vê zîhniyeta faşîzan ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo gelê me bi cih bîne tevlî nava refên gerîla bû.

Ji dema tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya xwezayî û dilê xwe yê pak bêteredût tevlî bû û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Tevî ku di nava refên gerîla de nû jî bû bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û taybetmendiya xwe ya hînbûnê di demeke kurt de pîvanên zirav ên gerîlatiyê hîn bû û berpirsyarî hilda ser milê xwe. Li dijî êrişên dijmin ên li ser gelê me bi hêrseke mezin têkoşiya û her tim xwest li qadên şer ên herî giran wezîfeya xwe pêk bîne. Hevrêyê me Zerdeşt li ser vê bingehê li dijî dijmin ku bi çarçoveya ‘Plana têkbirinê’ de di şexsê gerîlayên me yên azadiyê de ji bo komkujiya gelê me dest bi operasyonan kir, bi rêbaza fedayî şer kir, di şer de derbên giran li dijmin xist û bi lehengî şehîd bû.

Em weke şervanên partiya PKK’ê ku her şehadetê dike hinceta mezinkirina têkoşînê û bi vî rengî mezin dibe; soz didin ku em ê armanca gelê me û şehîdan teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cîhad Hesenê ku ji aliyê PDK’ê ve hatîbû revandin ajansa me re axivî

Nivîsa Pêş

Li Zindana Wanê îşkenceya dewleta Tirk

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li girtîgehên Wanê binpêkirina mafên mirovan dewam dikin

Li Zindana Wanê îşkenceya dewleta Tirk

Gelên Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in

Gelên Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- DGH: “6 febrîqe, 18 kargeh, 3 wesayît û 2 depo hat şewitandin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.