Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Şerda Mazlûm Gabar: Emê şerê azadiyê li ser xeta Bêrîtan bi ser bixînin

"Gerîla bi hestiyariyeke xurt û awarte wê xwedî li wezîfeyên xwe derkeve û serketinê bike malê gel. Ev serketin ji zûdeyî mafê dîroka me ya têkoşînê ye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/10/2021 - 9:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şerda Mazlûm Gabar: Emê şerê azadiyê li ser xeta Bêrîtan bi ser bixînin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar ji ANF’ê re axivî û destpêkê ji fermandarên tevgera azadiyê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî ku beriya 29 salan şehîd bû. Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir, ew soza xwe dubare dikin ku şerê azadiyê li ser xeta Bêrîtan bi ser bixînin.

Şerda Mazlûm Gabar têkildarî êrişên qirkirinê yên hêzên mêtinger ên li ser Kurdan ev nirxandin kir: “Em dibînin ku hêzên serdest çarenûsa polîtîk a ku ji bo Kurdan danîne neguhertine, berevajî vê guhertinê, dixwazin jinûve bi rêbazên hevpar pêk bînin. Tifaqa dij bi Kurd a hêzên emperyalîst di vê çarçoveyê de kar di nava xwe de dabeş kiriye û êrişan dike. Şidandina tecrîda li ser Rêberê me, operasyonên bênavber ên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo bêbandorkirina gerîla, êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku çekên kîmyewî jî lê têne bikaranîn, komkujiya li Şengalê, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan didin ku di qirkirina Kurdan de israr dikin.

Komkujiya ku 16-17’ê Tebaxê li Şengalê û 19’ê Tebaxê li Rojava hate kirin, careke din raxist pêş çavan bê faşîzm çiqasî qirêj, bêexlaq e û qet nirxan nas nake. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe; li çiyê, bajar, deşt û gundan Kurd ên xwedî îrade û azad dibin hedefa hêzên faşîst. Her wiha li Rojava û Şengalê, li ser mirovên ku di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de li ser xeta Rêbertî liber xwe didin û parastinê dikin, tê ferzkirin ku dest ji xeta Rêbertî û jiyana azad berdin û xwe teslîmî sîstema emperyal bikin. Bi rêya van êrişan ew peyam tê dayin ku eger teslîmî xeta lîberal nebe û di xeta neteweya demokratîk de li ber xwe bidin û entegreyî sîstemê nebe, hingî mafê jiyanê nayê naskirin.”

Şerda Mazlûm Gabar di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku hikumeta heyî ya li Tirkiyeyê hikumeteke şer e, rêveberiyeke şerê taybet e û got, “Endamên NATO’yê li ser bingeha lihevkirinekê hewl didin polîtîkayên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bixin meriyetê. Pêvajoya nû ya ku em tê de ne, ne tenê bi tundiya leşkerî tê meşandin, tevî vê yekê bi têkoşîn û rêxistiniyeke îdeolojîk bi rê ve diçe. Êrişên li ser Tevgera Azadiyê hem îdeolojîk in hem jî leşkerî ne. Bi tunekirina nirxên têkoşînê û Rêbertî re dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin. Ev planeke gelekî metirsîdar e. Bi piştgiriya hêzên derve re vê planê dixin meriyetê. Atmosfera şer a dîroka kurd bi kûrahî û berfirehî tê rojanekirin. Komploya navneteweyî di serî de li ser Rêberê me li dijî tevgera me ya azadiyê bi berfirehî dewam dike. Sîstema Îmraliyê bi xwe sîstemeke şerê taybet e. Tevî ku dilsoziya gelê me û tevgera me ya bi Rêbertî re tê zanîn, dixwazin ku Îmraliyê bikin mîna darbestekê.

Di demeke bi vî rengî de li Kurdistanê bi rêk û pêk di asta ekolojîk de daristan têne şewitandin, heywanên gundiyan têne kuştin, li herêmên stratejîk ên dîrokî bendav têne çêkirin û bi vî rengî pêkanînên şerê taybet bi cih têne anîn.

Medyayê jî di vê mijarê de bi ruhê seferberiyê bi kar tînê. Hikumeta faşîst ku di vê mijarê de piştgiriyeke tam werdigire, bi nûçeyên berevajîkirinê raya giştî dixapîne. Li gel vê yekê zextê li saziyên medyayê dike yên azadî, rexnegirî û muxalefetê temsîl dike û hewl dide asteng bike.”

Fermandar Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku li dijî vê konsepta tunekirinê dayina bersiveke pêngavî wê gelekî diyarker be û got, “Di serî de li qada îdeolojîk, li ser asta siyasî, leşkerî û civakî divê em hîn bi xurtî pêvajoyeke encamgir û pêngavî dewam bikin. Jinan û gelan li dijî polîtîkayên serdestan ên ku dor li wan girtine her tim alternatîfa xwe afirandine. Têkoşîna PKK’ê ku çaryek sedsal li pey xwe hiştiyeü mînaka herî şênber a vê yekê ye. Divê ji pratîk û tecrûbeyên Rêbertî encam bêne derxistin û bi pêngavî bi cih bêne anîn. Ji bo me wezîfeyeke jiyanî ye ku bi vê rêbazê nêzî her qada têkoşîna xwe bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku mezinkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî jî di vê çarçoveyê de wezîfeya wan a bingehîn e û got, “Gerîla bi hestiyariyeke xurt û awarte wê xwedî li wezîfeyên xwe derkeve û serketinê bike malê gel. Ev serketin ji zûdeyî mafê dîroka me ya têkoşînê ye.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

1 dq’de hefteyeke Jinên Ciwan

Nivîsa Pêş

Dayîka ku Polîsên faşist laçika wê dizîbûn bang kir: Dem dema tekoşînê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayîka ku Polîsên faşist laçika wê dizîbûn bang kir: Dem dema tekoşînê ye

Dayîka ku Polîsên faşist laçika wê dizîbûn bang kir: Dem dema tekoşînê ye

Ji Zarokên Agir li Stenbol û Îzmîrê şewatên tolhilanînê

Ji Zarokên Agir li Stenbol û Îzmîrê şewatên tolhilanînê

Manşet

  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.