Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Dayîka Emîne û lawê wî dev ji berxwedanê bernadin

Çalakiya Nobeta Edaletê YA Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 217’emîn de didome.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/10/2021 - 15:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Malbata Şenyaşar – Hûn bi paldana qralê dest lerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin
ParvekeTweet

RIHA – Malbata Şenyaşar ku çalakiya wan a Nobeta Edaletê di roja 217’emîn de didome, ev peyam parve kir: “Edalet; ehlak, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze.”

Çalakiya Nobeta Edaletê YA Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 217’emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Lê ji ber polîsan dest danîne ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bêpankart dimeşînin.

Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ligel astengkirinê jî nobeta wan a edaletê ket roja 217’emîn û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 7 meh li pey xwe hiştin. Li nexweşxaneya dewletê li pêş çavên herkesê komkujî pêk anîn. 3 mirovên me li pêş çavên bijîşkan hatin qetilkirin. Kesê ku bûyer organîze kir parlementerê partiya desthilatê û xizmên wî bûn. Ji ber vê yekê ligel 3 sal û nîv derbas bûn jî derbarê van kesên ku ev sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu darizandin dest pê nekirine.”

Şenyaşar, bertek nîşanî nedarizandina sûcdaran da û wiha berdewam kir: “Dozger, bi parastina parlementerê desthilatê sûc dikin û dibin hevparê sûcê hatiye kirin. Vê zilmê hemû cîhan dişopîne. Wezîrê Dadê dibêje ‘deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye’ Em wezîr vedixwînin Rihayê. Bila were vir zilmeke çawa tê kirin bila bi çavên xwe bibîne.”

‘LI BENDA MIRINA ME NE’

Şenyaşar bal kişand ku her roja ku diçe pirsgirêkên dayika wî yên tenduristiyê zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min bi ser 65 salî de ye. Pêşiya me zivistane êdî nikare vê zilmê hilgire. Dozger li bendê ne ku em li vir bimirin. Em di vê têkoşînê de mafdar in, heta ku edalet pêk neyê em ji vir naçin. Em dixwazin ku kesên edaletê dixwazin piştevaniya me bikin. Em dixwazin edalet demildest pêk were. Gotineke ‘edaleta dereng were ne edalet e’ heye. Dereng jî be em dixwazin edalet pêk were.”

‘EDALET EHLAK DIXWAZE’

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hiqûq ji bo edaletê amûrek be jî em nikarin her tim edaletê jê hêvî bikin. Ji ber ku edalet; ehlak, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze. Ev jî bi rayedaran re nebin, dibe zilm. Weke li pêş deriyê Edliyeya Rihayê…”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla derb li 2 helîkopterên Tirkan da

Nivîsa Pêş

Dayîk ji bo şehîdên xwe bigrin ketin tevgerê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayîk ji bo şehîdên xwe bigrin ketin tevgerê

Dayîk ji bo şehîdên xwe bigrin ketin tevgerê

Konsera LaWjê ya li Êlih û Amedê

Konsera LaWjê ya li Êlih û Amedê

Manşet

  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.