Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Pirtûka Çîrokên Serhede balkêş e!

Pirtûka Ayhan Erkmen a bi navê "Çîrokên Serhedê" bi zimanê Kurdî û Tirkî ji weşanxaneya Gunce Yayin'ê derket.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/10/2021 - 11:50
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Pirtûka Çîrokên Serhede balkêş e!
ParvekeTweet

AMED – Pirtûka Ayhan Erkmen “Çîrokên Serhedê”, ji Gunce Yayin’ê derket. Çîrokên di berhemê de raborî, xweza û mirovên Qersê vedibêje. Mirovên van çîrokan bixwînin wê bibînin ku sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e…

Pirtûka Ayhan Erkmen a bi navê “Çîrokên Serhedê” bi zimanê Kurdî û Tirkî ji weşanxaneya Gunce Yayin’ê derket. Çîrokên di berhemê de ne çîrokên gelêrî, rasterast çîrokên ji bîra nivîskar in. Ji ber nivîskar çîrokbêj e û serwextê wêje û dîroka devkî ye, di çîrokên xwe de nahêle têkiliya di navbera cih û mirovan de qut bibe. Di pêşgotina pirtûkê de serpêhatiya xwe ya bi çîrok û çîrokbêjiyê re wiha dinivîse:

‘ÇÎROKBÊJEKE PÎR DI DILÊ MIN DE RÛNIŞTIYE’

“Zarokatiya min bi çîrokên efsûnî derbas bû. Dem hat, îja ez bi pey çîrokan ketim, li zarokatiya xwe geriyam û di vê serencamê de xwe dijiyam. Ne bi tenê yên bihîstî, dibe ku yên qedereke lal dijiyan jî hebûn û hewce bû ez bibûma zimanên wan. Ez wisa hîs dikim ku çîrokbêjeke pîr di nav dilê min de rûniştiye ez bi wê re guhdar dikim çîrokên mirovan û şahidiyên wan; dema ku van serpêhatiyan vedibêjim jî bi hevokên wê ve tînim ziman. Ez dixwazim bi saya wê çîrokbêja pîr di navbera duh û îro de xalîçekî reng bi reng lidarxim.”

ÇÎROKA DESTEBIRAYAN: ZEZÊ Û KAKAS

Di berhemê de 16 çîrok hene ku ev çîrokên raborî, xweza û mirovên Qersê ne. Ji ber nivîskar bi xwe jî ji vî bajarî ye û rêwîtiya wî ya çîrokbêjiyê li vî bajarê qedîm derbas dibe serwextê ziman, têkiliya di navbera mirovan de, şert û zirûfên xwezayê û bandora wê li ser kesayetiyê ye. Lewma jî çîroka Zezê û Kakas ku diyar e wêneyê bergê jî çavkaniya xwe ji vê çîrokê girtiye hemû hesletên vî bajarî û mirovên wê vedibêje. Têkiliya di navbera Zezê û Kakas de, ji têkiliya di navbera du destebirayan xurtir e. Kakas ê ku hişkehola bûye, dema çavê wê bi çavê Zezê dikeve bi xwe ve tê û dibe hespekî wisa ku hemû der û cîran bi navê wê dihesin.

“Di zarokatiyê de me bi tenê navên qehremanên destanan jiber nedikir, di heman demê de me navên hespên wan jî ji ber dikirin. Navê hespê Rustemê Zal Rexşê Belek bû, yê Dewrêşê Evdî Hedwan, ê Cembelî Xemrevîn, ê Ferzende Beg Eznawir bû. Ez ji wan yekî zêde dikim, navê hespê Zezêyê qehremanê çîroka min jî Kakas e. Şêst û pênc salan şûnde dema ku Apê Zezê behsa Kakas kir, kelogirî bû, zimanê wî negeriya, giriya. Çawa dibû ku mirovekî bi şêst û pênc salan heznîtiya hespekî dikişand?”

SENDELÎ NE TENÊ DAR Û TEXT E!

Di berhemê de Erkmen bi çîrokan re cih daye berhemên wênesaz Hîlal Korkmaz Karahancî û Rebwar K. Tahîr û wêneyên wênekêş Bîrkan Çelîk jî. Wisa diyar e “Çîrokên Serhedê” yên Ayhan Erkmen wê nêrîn û têkiliya gelek xwîneran a bi derdorê re biguherîne. Mirov bi vê berhemê baştir fêm dike ku her alavek, her giyanewerek parçeyekî ji çand, dîrok, bîr û baweriya civakê ye. Sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e…

AYHAN ERKMEN KÎ YE?

Ayhan Erkmen, di sala 1973’yan de li Bazarcixa Dîgorê ku bi ser Qersê ve ye ji dayik bû. Berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê kurdî û tirkî dinivîse. Di rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê de qunciknivîs e û belgefilmeke dîroka devkî ku ji 25 beşan pêk tê li ser Êzidîyan amade kiriye. Ayhan Erkmen ê ku çîrokbêj e berê jî berhemên wî yên bi navê “Edo Dêran” û “Şev û Deng” hatibûn çap kirin.

ÇAVKANİ: MA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên 2015’an parvekir

Nivîsa Pêş

Gelê Şengalê rê nade dagirkeriya PDK û Iraqê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gelê Şengalê rê nade dagirkeriya PDK û Iraqê

Gelê Şengalê rê nade dagirkeriya PDK û Iraqê

TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

Gerîla li Werxelê rê nade dagirkeriya Tirk

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.