Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hilbijartina li Almanyayê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/10/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Hilbijartina li Almanyayê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan Aslan Nivîsand

Di dawiya hefteyê de li Almanyayê hilbijartin pêk hat. Angela Merkel ku 16 sal serokwezîr bû dawî li desthilatdariya wê hat. 16 sal ne wextekî hindik e. Erdogan jî ji sala 2002’an ve li Tirkiyeyê bûye desthilatdar. Lê hilbijartina li Almanya û guhertina Angela Merkel ne wekî ya Tirkiyeyê ye. Li Almanyayê hilbijartin pêk hat û bi dawî bû. Serokwezîrtiya Angela Merkel jî bi dawî bû. Her wiha cara pêşî hin partiyan rêjeya dengê xwe zêde kirin. Hin partiyan jî nîvê dengê xwe winda kirin. Lê ev yek ewqasî nehat nîqaşkirin û şîrovekirin. Ji ber ku li Almanyayê hilbijartin ne her tişt e. Bi hilbijartinê rêveber tên guhertin, lê rêveberî wekî xwe dimîne. Pergalek heye û dimeşe.

Îca em li Tirkiyeyê binêrin, rewşeke cuda heye. Kîjan partî bibe desthilatdar pergala xwe datîne. Yên beriya Erdogan ji xwe re pergalek danîbûn û dimeşiyan. Erdogan hat û li gorî xwe pergalek danî. Dibe ku armanca hikûmetên beriya wî jî heman tişt bûn lê rê û rêbazên wan cuda bû. Erdogan bi rê û rêbazên din ber bi heman armancan dimeşe. Eger em hilbijartina li Almanya û rewşa li Tirkiyeyê bidin ber hev wê tiştên ecêb derkevin. Ya yekemîn çûyîna Angela Merkel e. Ew kes di heman demê de dosteke dewleta tirk bû û di 16 salên desthilatdariya xwe de destek da polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk. Bi milyaran euro sîleh firotin Tirkiyeyê. Ev sîleh jî li dijî kurdan hatin bikaranîn. Eger li Tirkiyeyê bi heman rengî hilbijartin çêbûya û dawî li desthilatdariya Erdogan hatiba wê AKP’ê qiyamet rakiriba. Ji ber ku ew xwe li encamên hilbijartinê ranagirin. Me ev yek di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de dît. Dema ku dîtin bi tena serê xwe nikarin bibin desthilatdar, vê carê jî hilbijartin dubare kirin. Lê derdekî Almanyayê bi vî rengî tuneye. Hem hilbijartin û hem jî encama hilbijartinê ewqasî ne di rojevê de ye. Ji bo almanan a girîng rêveçûna pergalê ye.

Li Tirkiyeyê nîqaşên hilbijartinê û encamên wê tu carî bi dawî nabin. Ji roja ku AKP bûye desthilatdar heta niha hema bêjin her salê bi hilbijartinê derbas bûye. An hilbijartina giştî, an hilbijartina xwecihî yan jî hilbijartina serokomariyê. Wekî din referandûmek jî lê zêde kirin. Mesela ji hilbijartina 2023’an re hê 2 sal mane lê ev mijar her tim di rojeva Tirkiyeyê de ye. Diçin û tên qala namzetê serokomariyê dikin. Bi vî rengî rojeva Tirkiyeyê û civakê mijûl dikin. Rejîma faşîst jî bi vî rengî xwe li ser pêyan dihêle. Roj bi roj an jî sal bi sal temenê desthilatdariya xwe dirêj dike. Wekî lîstika futbolê bifikirin ku deqeyên zêde bilîzin. Li Tirkiyeyê jî rewşeke wilo heye. Her sal hilbijartin çêdibe û hê encamên wê zelal nebûne qala hilbijartineke din dikin. Di her hilbijartinê de jî ewqasî mesref tê kirin û civakê jî bi vî rengî mijûl dikin. Li tu welatê cîhanê ewqasî hilbijartin û encamên wê nabin rojev. Ji hilbijartina parlamentoya Ewropayê bigirin heta ya Rûsyayê ewqasî nîqaş çênebûne. Li Almanyayê jî me ev yek dît. Hilbijartin çêbû û bi dawî bû. Televizyonên wan çend carî nûçe çêkirin û li rojeva xwe vegeriyan.

Li Tirkiyeyê rojeva esasî her tim bûye hilbijartin. Bi hilbijartinê pergal tê guhertin. Li şûna serokwezîr û serokomaran pergal tê guhertin. Jixwe êdî kes bawer nake ku bi hilbijartinê ev desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bikeve. Lê dîsa jî çapemeniya wan her tim vê mijarê dixin rojevê. Wekî ku li Tirkiyeyê demokrasî hebe nîşan didin û hilbijartinê çêdikin. Encaman jî li gorî dilê xwe datînin. Armanca wan ne hilbijartin, guhertina rojevê û mijûlkirina civakê ye. Ferqa Almanya û Tirkiyeyê jî wilo ye. Li tevahiya Ewropayê jî ev yek heye. Hilbijartin tê û diçe û kes pê nahese. Li Tirkiyeyê her tim hilbijartin heye û her tim teşqeleya wê xelkê mijûl dike.

Yên bi Erdogan re dimeşiyan yek bi yek ji desthilatdariyê dikevin. Beriya bi demekê serokê Amerîkayê Donald Trump çû. Niha jî Angela Merkel jî bi hilbijartinê çû. Ew dostên Erdogan bûn û Erdogan bi saya wan ji NATO’yê destek digirt. Her wiha Merkel jî di meseleya penaberan de pişta Erdogan bû. Piştî Trump û Merkel bila aqûbet li serê Erdogan be.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Cûdiyê Miradan

Nivîsa Pêş

Bêrîtan Dersîm: Yên ku ji bo pereyan leşkeriyê ji dewleta Tirk re dikin xayin e, bênamûs e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Bêrîtan Dersîm: Yên ku ji bo pereyan leşkeriyê ji dewleta Tirk re dikin xayin e, bênamûs e

Bêrîtan Dersîm: Yên ku ji bo pereyan leşkeriyê ji dewleta Tirk re dikin xayin e, bênamûs e

Hejmara 221’mîn a Stêrka Ciwan bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî derket

Hejmara 221'mîn a Stêrka Ciwan bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî derket

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.