Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Amedê ragihand

Hevrêyên me Agît, Têkoşîn û Jiyan li gel êrişên hovane yên dijmin jî ji bo parastina rûmeta gelê me û paşeroja azad li Bakurê Kurdistanê bi îradeyek awarte têkoşiyan û derbên giran ên dîrokî li faşîzmê xistin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/09/2021 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Min nasnameya xwe naskir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di 17’ê Gulana 2021’an  de dema ku hevalên me Agît û Sefkan li qada Dorşînê ya Pasûra Amedê li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk a dagirker operasyonek dabûn destpêkirin. Di vê operasyonê de şerek çêbû. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin û hevalê me Agîd heta nefesa xwe ya dawîn bi tarzeke fedaî ya Apoyî şer kiriye û şehîd bûye. Di vî şerî de hevalê me Sefkan jî bi giranî birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.

Nasnameya hevalê me Agît wisa ye:

Nasnav: Agît Cûdî
Nav û paşnav: Îbrahîm Akdogmûş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Salîha-Şakir
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Gulana 2021’an – Amed

Hevalê me Agît li navçeya Licê ya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber taybetiyên welatparêz û şoreşger ên cihê ku lê mezin bûye, hevalê me Agît di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kiriye. Wî ji mezinên xwe bihîstiye ku dijmin di salên 1990’î de Licê di serî de gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê şewitandiye û li hemberî gelê me polîtîkaya qirkirinê meşandiye. Ev tişt bûne sedem ku hêrsa heval Agît a li hemberî dijmin zêdetir bibe. Hevalê me Agît ji bo ku vê hêrsa xwe bike têkoşîn, biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe. Tevlêbûna nav refan xeyala zaroktiyê a heval Agît bû.

Di sala 2011’an de dema ku dijmin li hemberî gelê û hêzên me êrişên zêde kiriye, ji bo ku hesabê van qetlîaman ji dijmin bipirse, tevlî nav refên gerîla bûye. Wî têkoşîna gerîla di nav têkoşîna pratîk de  hîn bûye û di nava demeke kurt xwe gelekî bi pêş ve biriye. Wî tecrubeya hevalên xwe yên li qadê bi jîrbûna xwe xistiye meriyetê û di warê leşkerî de bûye xwediyê danheviyeke mezin. Di salên 2011-2012’an de dema ku li Amedê derbên giran li dijmin dihate xistin, heval Agît tevlî gelek çalakiyan bûye û bi cesareke mezin çûye ser dijmin, ji ser leşkerên Tirk çek rakiriye. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin, li qadên şer bûye serkeftinek û di temenekî ciwan de bûye fermandar û berpirsyarên girîng stendiye. Bi taybetiya xwe ya mutewazî û fedakar a di nav jiyanê de hevalên wî gelekî jê hez kirine. Heval Agît di 3 salan de li qada Amedê maye û tecrubeyeke xurt a leşkerî bi dest xistiye. Piştî têkoşîna wî ya pratîk ji bo ku bibe fermandarekî mezin, heval Agît li navenda partiya me perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî stendiye. Di van pêvajoyên perwerdehiyê de wî aliyên neyînî yên ku pergalê li ser wî çêkiriye ji ser xwe avêtiye û bûye Gerîlayekî Modernîteya Demokratîk. Piştî pêvajoyên perwerdehiyê di warê leşkerî û îdeolojîk de wî xwe xurt kiriye, ev tecrubeyên xwe bi hevalên xwe par ve kiriye û peywirên xwe yên rêhevaltiyê bi cih aniye. Di nav rêxistinê de jî wî gelek peywirên krîtîk bi cih aniye û her dem xwestiye biçe Amedê. Di sala 2017’an de dîsa vegeriyaye qada Amedê û 4 salan bi îradeyeke xurt li hemberî dijmin di têkoşîna xwe de israr kiriye û di nav şertên dijwar de jî wî gelek çalakî pêk aniye û pêşengtî ji van çalakiyan re kiriye. İsrara di têkoşînê de ya hevrê Agît dijmin tengijandiye û vê îradeya wî ji bo hevalên wî jî bûye enerjiya jiyanê û çavkaniya moral.

WEKÎ MILÎTANÊN JIN ÊN AZAD HETA DAWIYA NEFESA XWE ŞER KIRIN

Me di 26’ê Hezîrana 2021’an de daxuyanî dabû û diyar kiribû artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Nîsana 2021’an de li qada Şehîd Remzî ya Amedê operasyonek daye destpêkirin û di dema van operasyonan de şer çêbûye û qad hatine bomberdûmankirin. Me nasnameya 4 hevalên xwe yên şehîd jî par ve kiribû. Hevrêyên me Têkoşîn û Jiyan ên ku me nasnameya wan nû zelal kiriye, wekî milîtanên jin ên azad li hemberî mêtingeran heta nefesa xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Têkoşîn Çiya
Nav paşnav: Leyla Topçî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayşe-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2021 / Amed

Nasnav: Jiyan Gabar
Nav paşnav: Meryema Suzucu
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Mûazzez-Bedrî
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2021 / Amed

Hevrêya me Têkoşîn li navçeya Farqînê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê xwedî çand û hişmendiya dîrokî ya Kurd bû, bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêya me Têkoşîn ku bi demê re bi pêşengiya jinê ya li nava civaka Kurd hesiya, mîsyonek bi vî rengî danî ber xwe û ji ciwantiya xwe û pê ve tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Di nava refên têkoşînê de li qadên cuda kar kir û bû xwedî tecrûbe. Lê belê piştî ku dewleta Tirk a qirker li qadên Berxwedana Xwerêveberiyê komkujî li xelkê me yê sivîl kir û di van komkujiyan de hin ji ferdên malbatê yên ji bo wê hêja bûn şehîd ketin, hêrsa wê ya li dijî dijmin mezintir bû û baweriya xwe bi wê anî ku têkoşîna herî xurt a li dijî dijmin bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Bi vê têgihiştinê sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Têkoşîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû weke ku jinûve ji dayik bûye di asta dilsoziyê de bi nirxên hevrêtiyê, azadiyê û jiyana partiyê ve hate girêdan. Ji bo vê jiyana nû hîn bi watedar bijî, rola ku sîstema bi serweriya mêr li jinan ferz dike baş fêhm kir û bandora vê sîstemê yek bi yek ji ser xwe avêt. Bi vî rengî bi xwe hesiya ku bêhtir azad dibe û di vê meşa azadiyê de bi biryardarî meşiya. Hevrêya me Têkoşîn demeke dirêj li herêma Amedê ma û derfet dît ku hevrêtiyê bi gelek hevalên hêja re bike. Bi bandora şehadeta van hevalan kete nava lêgerîna tolhildaneke xurt a ji dijmin. Hevrêya me encamên ji vê lêgerîn û kûrbûnê wergirtî di pratîkê de bi çalakiyan nîşan da û pêşengî ji çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin xist.

Hevrêya me Jiyan li Sêrtê ji dayik bû, ku têkoşîna me ya gerîla li wir dest pê kir, li tevahiya Kurdistanê belav bû û keç û xortên xwe yên herî hêja da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber karakterê welatparêziya cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû, hevrêya me Jiyan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji bo bibe beşek û pêşengek ji meşa serketinê ya gelê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Jiyan xwedî wê avantajê bû ku li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşîna gerîla bike, lewma di demeke kurt de ji hevrêyên li qadê têkildarî gerîlatiyê agahî û tecrûbeyên girîng stand û şareza bû. Bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî hewl da xwe bi pêş bixîne. Bi taybetî hewl da ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo fêhm bike û li gorî vê îdeolojiyê bijî. Ji ber vê yekê jî feraseta ku civakê têkildarî jinê afirandiye ji holê rake û pîvanên jin a azad di kesayetiya xwe de ava bike. Di têkiliyên hevrêtiyê de heta dawiyê sade û bêhesab bû. Bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.

Hevrêyên me Agît, Têkoşîn û Jiyan li gel êrişên hovane yên dijmin jî ji bo parastina rûmeta gelê me û paşeroja azad li Bakurê Kurdistanê bi îradeyek awarte têkoşiyan û derbên giran ên dîrokî li faşîzmê xistin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe ya Rêberê Azad û Kurdistana Azad ku dane şehîdên xwe yên qehreman dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Em pêşnîyar nakin lê haj vê hebin – WhatsApp êdî van têlefonan de nayê şuxulandin

Nivîsa Pêş

Xayînek dîsa hat cezakirin – Tu xiyanet bê ceza namîne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji HPG daxuyanî: “PDK êrîşê komek gerîlayan kir, agahî ji hevalan nayê standin”

Xayînek dîsa hat cezakirin - Tu xiyanet bê ceza namîne

Ji Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîdê çalakî

Ji Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîdê çalakî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.