Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TAYBET – Gelê Rojava: Ciwan îro çi bikin em ê li pişta wan bin, em nehêlin ku ciwanên me bibin hedef

Li ser Tevgera Ciwanên Şoreşger ku bû hedefa êrîşên şerê taybet ên bi şêweyê MÎT'ê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û rêxistinên mîna ENKS'ê ve hatin kirin, gelê Rojava got, "Ciwanên me rast dibêjin. Em li pişt wan in."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/09/2021 - 18:25
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn hedefa êrîşên şerê taybet ên bi şêwazê MÎT’ê ji aliyê rêxistinên mîna dewleta Tirk a faşîst û ENKS’ê ku îxanet li wan kirin. TCŞ daxuyaniyek li dijî vê da û diyar kir ku ew ji êrîşa li dijî ofîsa PDK-RK a li Rojava berpirsyar nînin û destnîşan kir ku ew ê tu carî li dijî xiyanetê tawîzê nedin û ew ê heta dawiyê li dijî xiyanetê têbikoşin.

Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan, nêrînên malbatên ku zarokên xwe di têkoşînê de wenda kirine, li dijî hedef girtina hevkarên Tevgera Ciwanên Şoreşger, xiyaneta ENKS’ê û helwesta ciwanan a li hember îxanetê, girt.

Bi gotinên Rêberê Gelan Abdullah Öcalan, Bavê Ş. Zîlan Qamişlo, Cemal Sarîka di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Pêdivî ye ku em bi gotina serokatîyê dest pê bikin. Wekî ku Rêbertî got, “Me dest bi ciwanî kir, em ê bi ciwanî biserkevin.” Ev rastîyek e. Ev şoreşa ku îro tê kirin dînamîk û bi hêz e. Şoreşek e ku xwe dispêre Azadîya jinê. Ev rastîyek e û kes nikare wê înkar bike. Ev şoreş bi şerekî mezin bi ser ket. Îro em kesê ku şoreşê bifroşe, hevkariya çeteyan bike, xiyanetê li gelê Kurd bike qebûl nakin. Em ne ditirsin û ne jî şerm dikin ku vê bêjin.

Ez nikarim ciwanên ku hêrsa xwe li hember kesên ku 3-4 roj berê li Qamişlo civiyabûn eşkere bikim. Yên ku vekirî di kanalên dewleta Tirk de derdikevin, wek Ibrahîm Biro û Hekîm Beşar, sûcdar in. Divê ew nekevin nav hevkariyek weha. Em naxwazin heman tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qewimîne bibînin. Divê em li dijî xiyanet û vê hevkariyê rabin û bibin yek. Divê em li dijî çeteyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber xwe bidin. Ger em li ber xwe nedin, em ê çawa xak û gelê xwe biparêzin? Ew derdikevin û derewan dikin ka tiştên biha çi qas in. Ez berê li vir bûm, min gelek tişt dîtin, her kes birçî bû. Êdî her kes dikare xwe birêve bibe. Mesele ne mazot û ne jî tiştekî din e. Ev hincetin. Ger mirovek girêdayî gelê xwe, axa xwe, şoreşa xwe nebe, hincetên wiha diafirîne. Ew lîstikên dewleta Tirk in. Bi vî rengî, divê hîleyên dewleta Tirk neyên leyîstin. Dewleta ku di şer de nikarîbû bi ser bikeve, dixwaze bi vî awayî tevlîheviyan derbixe û kurdan bike dijberê hev du. Divê ku gelê kurd li hember van hişyar be û neyê lîstokên wan.

Ciwanên me rast dibêjin. Pîroz dikim wan. Em bi her awayî li pişta wan in. Divê gelê me ciwanên xwe biparêze. Dema ku Cebhet El Nesra êrîş kir, her kes bê deng bû lê ciwana şer kirin, ew kurdên xayîn reviyan çûn Ewrupayê. Niha ew bi hevkariyê tevliheviyan dikin. Ma ew şerm nakin ku di bin ala dewleta Tirk de rûnin, her kes dizane ew çi ye.
ger ne ji ciwanên şoreşger ba wê îro Qamişlo di destê Daîşê de ba, Bi xêra van ciwanan, em li ber xwe didin. Ciwan îro çi bikin, em ê li pişta wan bin. Em ê nehêlin ku ciwanên me bibin hedefa nûçeyên sexte.”

Dayika Ş. Basil Qamişlo, Fadiye Silêman, “Zarokên me zilm, xiyanet, zehmetî kişandin. Îro ew bi ramanên rast têkoşîn dikin.” got û tekez kir ku divê ENKS ji xiyanetê vegere. Fadiye Silêman, “Zarokên me parêzvanên ramanên me ne” got û berdevam kir: 

Me 10 salan li hember ewqas êrîş li berxweda, kesên ku xiyanetê bikin em wan tu carî qebûl nakin. Ciwanên me hem fikrên Rêberê me ne û hem jî ramanên me ne. Divê em li ser serokatiyê bifikirin. Ew 23 sal in di bin zilmeke wiha de tê girtin. Em vê rewşê çawa qebûl dikin? Divê her kes ji xwe bipirse. Rêber Apo em hemû anîne ser riya rast. Bi saya Rêber Apo me got em kurdin û em hene û em dikarin mîna her kesî xwe bi rêve bibin. Zarokên me ramanên me ne. Em ê heya dawiyê bi vî awayî bimeşin. Ji ber ku me xwîn û berdêl ve daye.

Em li pişta zarokên xwe ne. Baweriya me bi wan heye. Wan tu carî tiştek şaş nekiriye, wan her gav parastiye û em ê îro jî li kêleka wan bin. Ew dibînin ku kî ji me bêtir xiyanet kir û neheqî kir. Ew qebûl nakin. Em bi wan re ne û em xiyanetê tu carî qebûl nakin. Zarokên me çi dibêjin bila bikin, em ê wan bişopînin. ENKS bi navê Kurd e. Li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê binêrin, ev cih li ser rûyê kê ketine destê dewleta Tirk. Kî bû sedem? Divê ENKS niha destê xwe ji Tirkan bigire. Diviyabû ew vegeriyana ser axa xwe û doza gelê Kurd bikirana, lê ew wisa nakin ew xiyanetê dikin.

Di dawiyê de, bavê Ş. Mazlum Tolhildan Cuma Fatime, hewldanên ENKS ji bo bêrûmetkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger, çûn goristana endamekî MÎTê li Efrînê ew bûn. Ew xiyanetê dikin. “Cuma Fatime ev tişt got:

“Ş. Mazlum tevlî pêngavan dibû, ciwan rêxistin û perwerde dikir. Di nava asayîşê de cihê xwe digirt. Wî axa xwe diparast. Ew li dijî rêxistinên mîna ENKS’ê, ku ji çeteyan reviya bûn, rawestiya û hewl da ku nereve. Ciwan hîn jî xebat, çalakiyên, ax û ew bîranînên şehîdên xwe diparêzin. ENKS’ê ji destpêkê heta îro êrîşî ciwanên me û rêveberiyên me dike û rûreşiyê lê dike. ENKS’ê heta îro ax û gelê xwe neparastiye. Ketin xizmeta Tirkan. Li Efrînê bi dewleta Tirk re hevdîtin kirin, wêne kişandin û çûn serdana goristana endamê MÎT’ê. Xiyanetê dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji HBDH’ ê li Stenbolê çalakiya rêgirtinê

Nivîsa Pêş

Piştî 114 rojan malbatan karî cenzeyê du gerîlayên xwe bigirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Piştî 114 rojan malbatan karî cenzeyê du gerîlayên xwe bigirin

Piştî 114 rojan malbatan karî cenzeyê du gerîlayên xwe bigirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hate revandin

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hate revandin

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.