Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd hate xistin, eşkere kir

"Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Baz em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan a ji bo Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad pêk bînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/09/2021 - 10:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd hate xistin, eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê ku şehîd bû, ev agahî parve kir:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê nîşan dan û di dîroka azadiyê ya gelan de rûpelekî nû vekirin. Hem li tunelên şer hem jî bi şêweyê tîmên bi tevger bi taktîka şer a nûjen li herêma Avaşînê derbên herî giran li dewleta Tirk a mêtinger dixin. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare li ber gerîlayên me yên azadiyê bisekine, ji bo karibe rewşê berevajî bike kiryarên li derveyî mirovahiyê û derfetên teknîkê bi rengekî bêsînor bi kar tîne. Tevî vê yekê gerîlayên Kurdistanê bi derfetên kêm li ser xeta serketinê têdikoşin. Têkneçûn û xurtbûna îradeya Apoyî bi pratîka xwe ya şer careke din nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku di vê pêvajoya berxwedanê de li ber şikestinê ye, li dijî gerîlayên me her roj gazên bi jehr û kîmyewî bi kar tîne, bi dehan caran qadên berxwedanê bombe kiriye. Di encama êrişa bi gazên kîmyewî û bi jehr de hevrêyê me Baz 7’ê Tîrmehê şehîd bû. Ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe li refên herî pêş girt û bû yek ji pêşengên Berxwedana Girê Sor ku derbên giran li dagirkeran xist. Milîtanê me yê Apoyî yê nemir hevrêyê me Baz weke yek ji pêşengên ala serketinê hildide, wê di dîroka bi rûmet a gelê me de her tim bi hurmeteke mezin bê bîranîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz wiha ne:

Nasnav: Baz Gever
Nav paşnav: Firat Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ferman-Kerem
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tîrmeha 2021 / Avaşîn

Hevrêyê me Baz li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û berxwedêriya xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her tim li pêş e û bi sedan ewladên xwe yên leheng ji bo Kurdistana Azad feda kiriye. Berxwedana dîrokî ya partiya me PKK’ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û rastiya gel û welatê ku bi vê xetê hatiye afirandin, bandoreke mezin li tevahiya ciwanên Kurd kiriye. Ciwanên Kurdistanê ku rêya jiyana azad li çiyayên Kurdistanê dibînin, ref bi ref tevlî nava gerîla dibin û dibin parêzvanên nirxên hatine afirandin. Hevrêyê me Baz jî weke ciwanekî Kurd bi bandora vê rastiyê ji bo bibe parçeryek ji kevneşopiya berxwedanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baz demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên faşîzma DAÎŞ’ê yên li Rojava û Şengalê li dijî gelê me dihate kirin, tevlî komên destpêkê yên têkoşerên li van herêman bû û li dijî vê rêxistiniya ku li dijî mirovahiyê metirsiyeke mezin e, şer kir. Hevrêyê me Baz di nava şer de hînî gerîlatiyê bû, bi vî rengî bi pêş ket û bi taybetmendiya xwe ya fedakar û wêrek bû milîtanekî Apoyî yê mînak ji hevrêyên xwe re. Bi saya wêrekî û sekna xwe ya bêtawîz a di şer de, di serketina dijî faşîzma DAÎŞ’ê de bû xwedî pareke girîng. Di vê pêvajoya şer de tevî ku du caran birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya têkoşînê bi kêliyekê jî tawîz neda, bi vê taybetmendiya xwe li ser xeta fedayî meşiya. Piştî ku Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin sala 2018’an ji nû ve vegeriya çiyayên Kurdistanê yên azad û vê carê têkoşîna xwe ya şoreşê li qada Avaşînê dewam kir ku ev qad bûye ruh ji stran û helbestên bi hevrêtiyê û kedê re. Hevrêyê me Baz di demeke kurt de hînî qada Avaşînê bû û bi vê qadê re bû yek. Hezkirin û dilsoziya xwe ya bi Avaşînê re bi çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan da. Bi taybetî di navbera salên 2019-2020’î de tevlî gelek çalakiyan bû ku gerîla bi van çalakiyên xwe artêşa Tirk tewişand. Tecrûbe û danheviya leşkerî ya ku di van çalakiyan de bi dest xist, bi hevrêyên xwe re parve kir û alîkarî da pêşketina hevrêyên xwe. Bi hevrêtiya xwe ya ji samîmî û dilnizm, kete dilê hevrêyên xwe hemûyan. Li dijî êrişên artêşa Tirk a qirker ên li ser herêma Avaşînê li refên pêş cih girt û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Di afirandina berxwedana Werxelê û Girê Sor de ku bi kedeke bêhempa hînê dewam dike, berpirsyarî û wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe û ev wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî.

Di serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de hevrêyê me Baz bû yek ji şehîdên me yên leheng ku bi fedakarî û wêrekiya bêhempa berxwedaneke mezin nîşan dan û bûn xwediyê nirxên ku hatine afirandin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Baz em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan a ji bo Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Polîsên Faşîst dîsa li ser malan de girt – 9 kes revandin

Nivîsa Pêş

Vejîna li welatê rojê bi Rêber Apo û şehîdan pêk hat

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Vejîna li welatê rojê bi Rêber Apo û şehîdan pêk hat

Vejîna li welatê rojê bi Rêber Apo û şehîdan pêk hat

Dayîka Emîne Şenyaşar piştî îfadeyê serbset hat berdan: Çalakiya ‘edaletê’ didomine!

Dayîka Emîne bang li parêzeran kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.