Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Ez PKK me

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/09/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Ez PKK me
ParvekeTweet

Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir.
Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî

Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam

Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan

Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar

Seranserê welatê min bibû taristan

Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da

Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman

Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ez bûme mêvan

Ez PKK me

Ez li Hîlvanê bûm mawzer û min deng veda

Li Sîweregê bûm tirsa dilê noker û began

Ez hicret im dîsa li ser şopa Brahîm Xelîl

Da ku têk bibim Nemrûdan

Û azad bijîm li ser welatê qedîm

Ez PKK me

Ez im êsîrê zîndana Amedê

Ez im şahid û mexdûrê wehşetê

Hawar, qîrîn û fîgan im

Bi laşê xwe yê tazî ji rûmeta mirovahiyê re mertal im

Ez im her sê şigarteyên dest Mazlûm

Ku Newroz nûjen kirin

Ez im roniya agirê Çaran

Ku tarîtiyiya reş veçirand

Ez im henaseya Xeyriyan

Ku di tîrmehê de can da miriyan

Ez PKK me

Ez bûm guleya yekem û teqiyam

Ji namlûya destê Egîd firiyam

Ez im roja vejînê ji destê zaliman derdixim jînê

Ez bûm gerîla û min xwe da çiya

Mîna dara çinarê min şax berda

Şaxeke min li Andok û Şaho ye

Şaxeke min li Helgurt û Cîlo ye

Şaxeke min li Ewrîn û Aso ye

Şaxeke min bû şoreş di Tîrmehê de dakete deşta Rojava

Ez PKK me

Ez li Cizirî tililiya dayîkan

Li Hezexê kevirê destê zarokan im

Li Nisêbînê şehîdê Pira Elaman

Li Licê birîndarê tang û topan im

Li Amedê Wedat Aydin

Li Dîgorê hevdeh can im

Bûm leyiyek ji mirovan û herikîm

Li seranserî Kurdistan û cîhanê şopdarê Bêrîvan im

Ez PKK me

Ez jin im, jiyan im

Mîrasgir û daxwazvanê sed û çar meyên Star im

Nînhûrsak, xwedawenda çiyayên bilind û bereketê

Piştî hezar salan bi tililiya jina azad rûbûye ji xewa mirinê

Bi eşq û evîna dayîktiyê

Şitlê rihanan bi cek û rextan dixemiliîne

Bi wan destên xwe yên pîroz keziyên şervanên xwe dihîne

Ez pkk me

Dîsa li hev kom bûn Nemrûd û Firewn

Êrîs kirin mina gurên har

Bi bêxtî ez revandim û birim li Îmraliyê, ez çarmix kirim

Dixwestin min tune bikin

Lê nizanîbûn ku ez sebr, vîn û heybet im

Min dolaba wan li sere wan gerand

Îmralî ji mirovahiyê re kire dibistan

Ez PKK me

Min bi ciwanî dest pê kir û ez ê bi ciwanî biqedînim

Vaye dîrok şahid e ku li seranserê cîhanê xwîna şehîdn min heye

Ma êdî kî/ê dikare hebûna gelê min înkar bike

Ma êdî kî/ê dikare gelê min tune bike

Heyanî ku ev destana pîroz hebe

Mijdar 2013

Ehmed QENDÎL

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Min du ders dan sed ders girtin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Min du ders dan sed ders girtin

Min du ders dan sed ders girtin

Meclîsa Ciwanan li dijî tecrîdê pankart daliqand

Meclîsa Ciwanan li dijî tecrîdê pankart daliqand

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.