Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li dijî şerê taybet parastina taybet

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/09/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li dijî şerê taybet parastina taybet
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN
Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Dewletên li cîhanê bi gelek aliyan li dijî civakan şer dikin. Herî zêde bi şerê sincî û polîtîk li dijî civakan şer dikin. Dewletên cîhanê ji bo karibin civakê têk bibe û hemû ferdên civakê li gorî daxwazên xwe bike kole, bêtir şerê taybet ê polîtîk û civakî pêş dixe. Tu carî naxwazin civak di aliyê ramanî, aborî, sincî û polîtîk de pêş bikeve. Naxwaze tu carî ferdên civakê çand, sinc û kevneşopiyên civakê biparêze û pêş bixin. Dewlet ji bo nirxên civakê yên sereke têk bibe, berî her tiştî li dijî zarok û ciwanan şerekî pir taybet dimeşîne. Zarokan ji dayik û bavê wan qut dike û di pêşdibistanan de li gorî xwe bi teşe dike û asîmîle dike. Li gorî berjewendiyên xwe perwerde dike. Ji ziman, çand, nirx û zanîna civakê dûr dixin. Li gorî xwe zanînekê di mejiyê wan de pêş dixe. Dîsa li dijî ciwanan bêtir şerê hest û tiryakê pêş dixe. Li dibistanan wan ji fikra azad dûr dixe û wan dixe li pey şopa xeyalên pûç û vala. Ciwanên ku bê pîşe û betal dimînin, xwe di valahiyekê de hîs dikin. Hem ciwanan ji xwendin û lêkolînê dûr dixin, hem jî wan arasteyî tiryak, fihûş, dizî, amûrên teknolojiya bê hedef û armanc dike. Ciwan li şûna teknolojiyê pêş bixin, bi berhemên teknolojîk xwe mijûl dikin û wexta xwe vala vala xerç dikin. Li şûna ku biafirînin bêtir hişê xwe bi bermahiyan mijûl dikin. Dewlet bi vî awayî ciwanên ku pêşeroja civakê ne, ditevizîne. Hemû enerjiya wan ji wan distîne. Hemû ramanê wan ji wan didize. Ciwanên bê enerjî û bê raman dimînin xwe diavêjin nava tora tiryak, fihûş û diziyê. Ev ciwanên ku dikevin torê êdî li roj bi roj zirarê didin civaka xwe. Ciwanên ku ji sincê civakê dûr dikevin, êdî bêtir zirarê didin sincê civakê.

Di vê pêvajoya ku dewlet polîtîkayên taybet pêş dixe de Meclisa Ciwanên HDP’ê jî gavek pir girîng avêt. Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10’ê îlonê de li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanyaya ‘Em tiraykê bişikînin û jiyana nû ava bikin’ da destpêkirin. Meclisa Ciwanan li navçeya Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Ciwanan anîn ziman ku ciwan dînamîzma civakê û pêşengên têkoşînê ne û ji ber vê awayî dibin hedefa zextên îktîdarê. Ciwanan bi bîr xist ku ji bo ew bi rol û rista xwe tev bigerin û polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan rawestînin kampanyaya li dijî tiryakê, fihûş û dejenekirina ciwanan didin destpêkirin. Ciwanan banga rêxistinbûyînê li ciwanan kir û anîn ziman ku dê li dijî vê dejenekirina ciwan û civakê xwe bi xwe siberoj û jiyana xwe ava bikin.

Ciwanên kurd vî şerê taybet ê ku dewlet li dijî wan dide meşandin dibînin û teşhis dikin. Ev dîtin û teşhîskirin girîng e. Lê di vê pêvajoya ku hemû dewletên serdest bi polîtîkayên hevpar li dijî nirxên civakan şerê taybet didin meşandin, divê ciwan jî bi taybetî bi her awayî xwe bi rêxistin bikin. Ciwan divê berî her tiştî xwe li taxan, dibistanan, zanîngehan, fabrîqeyan, kargeriyên tekstîlan û zeviyan xwe bi rêxistin bikin. Li hemû qadên ku ciwan lê hene xwe bi rêxistin bikin. Meclisa Ciwanên HDP’ê rêxistinek zagonî û rewa ye. Li gorî zagon û rêziknameyekê xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê divê karibin pir bi hêsanî, serbest û rewa xwe li taxan bi rêxistin bikin. Divê karibin li taxan meclisên xwe ava bikin û li van meclisan ciwanan hişyar bikin, ciwanan perwerde bikin û ji van talûkeyên li pêş wan dûr bixin.

Meclisa ciwanan bi taybetî divê dayik û bavan hişyar bikin ku zarokên xwe ji tora tiryak, fihûş, sîxurî û diziye biparêzin. Divê xwe bigînin her ciwanê/î û wan li dijî vê talûkeya li pêş wan hişyar bikin. Divê wan hişyar bikin ku torek pir mezin li pêş wan e û yên têkevin vê torê carek din nikarin xwe xelas bikin. Tora tiryak, fihûş û diziyê ji şewba Covid-19 xerabtir e. Hem zû belav dibe, hem jî nexweşiyek mayinde pêş dixe. Her ciwanek dikeve nava vê torê, bi xwe re ciwanên din jî dikişîne nava torê. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî ciwanên ku neketibin torê hişyar bikin û bi rêxistin bikin. Eger ciwan zû tev negerin û xwe li taxan bi rêxistin nekin, ev tora ku belav dibe êdî dê hemû civakê dîl bigire. Divê ciwan bi hevkariya nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, xizmetkarên tenduristiyê, xizmetkarên perwerdehiyê vê kampanyayê pêş bixin. Çawa ku hemû dewlet li dijî civakê dibin yek û polîtîkayên şerê taybet pêş dixin, divê hemû nûner û pêşengên rêxistinên civakî jî bibin yek û parastina taybet pêş bixin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Qasım Engin – Çima ciwan derdikevin serê çiyan

Nivîsa Pêş

Meşa dirêj îro ber bi Dusseldorfê ve berdewam dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Meşa dirêj îro ber bi Dusseldorfê ve berdewam dike

Meşa dirêj îro ber bi Dusseldorfê ve berdewam dike

LEZGÎN – Zarokên Agir 2 kargeh, kargehek çêkirinê û 2 erebe şewitandin

LEZGÎN - Zarokên Agir 2 kargeh, kargehek çêkirinê û 2 erebe şewitandin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.