Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê li dijî qirkirina çandî ya dewleta Tirk şiyarî da

Em Komîteya Perwerdê ya KCK hemû kiryar û êrîşên li hemberî gelê me pek tên em red dikin û bi awayek herî tund şermezar dikin. Dubare em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker a ku li ser gelê me pêk tê şiyar bin û bi her awahî tekoşîna xwe geş bikin

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/09/2021 - 9:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê li dijî qirkirina çandî ya dewleta Tirk şiyarî da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê têkilî qedexekirina Kurdî ya li Efrînê daxuyaniyek da. Komîteya Perwerdehiyê di daxuyaniyê de got: “Li pêş çavên cîhanê, di bajar û navçeyên me de Tirkî û Erebî weke zimanê fermî pêşxistine û liser zarokên Kurd, ev ziman tên ferzkirin. Tevî êrîş û qetlîamên fîzîkî yên liser gele me pêk tên, bi rêk û rêbazên wiha yên tune hesibandin û bişaftinê dixwazin li ser gelê me qira çandî bînin. Bê guman wê gelê me vê bê rumetiyê nepejirîne û li hemberê hemu cureyên qirkirina fîzîkî û çandî li berxe bide.”

Komîteyê her wiha bang li gelê Kurd û got: “Em Komîteya Perwerdê ya KCK hemû kiryar û êrîşên li hemberî gelê me pek tên em red dikin û bi awayek herî tund şermezar dikin. Dubare em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker a ku li ser gelê me pêk tê şiyar bin û bi her awahî tekoşîna xwe geş bikin.”

Tevahiya daxuyaniyê ya Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê wiha ye:

“Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker û qirker, li hemberî gele me siyasetek têk birin û qirkirinê bi rê ve dibe. Ji bo ku karibe vê siyasetê ser bixe tu sînor, nirx û pîvanek mirovahî nasnake. Li ser bingeha vê siyasetê, li welat û derveyî welat her dereke ku derfet, nirx û destkeftiyek gelême lê hebe êrîş dibe ser û dixwaze tüne bike. Ji bo vê armanca xwe pêkbîne ango gele Kurd têk bibe, bi hemû awahî hêz û derfetên xwe bikar tîne. Di vê rewşa nû ya cîhanî de Ji bo ku civaka me weke netew û civak bi tu awahî neyê naskirin ango nebe xwedî maf û statû her tişta ku ji dest tê dike. Li gel dagirkirina her cihekê ku destkeftiyên gelê me lê heyî, bı hemû şêweyan êrîşan dibe ser gelê me. Tevî erîşên fîzîkî, bi hemu cûreyên bişaftin û qirkirina çandî jî li ser gele me pek tîne.

Gelê me yê hêja û bi rûmet; di serî de dewleta Tirk a dagirker û qirker, dijminên gele me bi van êrîşên ku pêk tînin, weke ku di sedsala borî de pêk anîbûn di vê sedsalê de jî dixwazin carek din bi navê Kurd û Kurdistan tiştek li ser rûyê erdê çê nebe. Weke tê zanîn ên ku vê daxwaza wan asteng dike ango nahêle bigêjin armancên xwe, tevgera azadiyê ye. Lewma bi hemû hêz û îmkanên xwe li hemberî tevgera azadiyê di nav êrîşekê de ne. Tevî hemû êrîşên dijmirovî û hovane yên ku li hember tevgera azadiyê ya geleme pêk tînin jî nikarin armancên xwe pêk bînin. Lewma neçar dibin ku ligel van êrîşên hovane serî li rê û rêbazên şerê qirêj ê taybet didin. Gotinên weke Kurd birayên mene, pirsgirêkên me bi Kurdan re nînin, armanca me ne ew e ku em Kurdan têk bibin û tenê em dixwazin PKK têk bibin derdixin pêş. Ligel vê yekê dost û dijmin herkes vê rastiyê pir baş dizane ku PKK li çar perçeyên Kurdistanê vîna rêxistin kirî ya hemû gelê Kurd e. Lewma, ji bo ku karibin gelê me têk bibin ango qirkirinek çandî û fîzîkîre rû bi rû bihêlin neçarin ku di serî de PKK têk bibin. Eger PKK tasfiyê bibe wê gelê Kurd têk biçe. Pir eşkereye ku ev gotin derewin û bê bingehin. Bi gotinên weke pirsgirêkên me bi Kurdan re nînin pirsgirêka me bi PKK ê re ye dixwazin dijminahiya xwe ya li hemberî gelê me veşêrin û qirkirina Kurdan rewa nîşan bidin. Rexmê ku rasti evqas eşkere ye jî, weke ku hûn jî dizanin û dişopînin hin hêzên ku bi nav Kurd yên wek PDK û hevalbendên wan jî bi vê siyaseta qirêj a li dijî civaka me pêktê re hevkarî û hevalbendiyê dikin. Divê ev yek baş were zanîn ku yên ku bi dijminên gele me re hevalbendiyek wiha pêktînin ji dijmin pirtir zirarê didin daxwaz, destkeftî û doza azadiyê ya gele me.

Gelê me yê bi rûmet; weke ku hûn jî dizanîn, di serî de dewleta Tirk, dijminên gele me tu cîhekî Kurdistanê hebûn û destkeftiyên gelê me qebûl nakin. Lewma li kûderê dibe bila bibe êrîş dikin û dixwazin destkeftiyên gele me têk bibin. Ev rastî me bi êrîşên liser bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, li ser Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serekanyê û herî dawiyê jî bi êrîşên liser Qadên Parastinê Medya yên ku li Başûrê Kurdistan pêktên me bi çavên xwe dît û jiyan. Ev êrîşên liser gelê me pêkhatin bê goman bi hin tifaqên herêmî û nav dewletî pêkhatin û pêktên lê di her êrîşekê de ku pêk hatiye jî hin tevgerên bi nav Kurd û kesên xayîn ên ku bi dijminê gelê me re hevalbendî pêkanîn hebûn û hene. Bêyî ku hevalbendiyek wiha pêk were ne hêsan bu ku ev çend êrîş bi vê awahî pek werin û bi vê rengî ser bikevin. Tevî lewaz kirina hêz û berxwedana netewî ya gelê me ya ku deng û dextên nav netewî sistkirin û xwestin ku ev êrîş rewa bibin jî heman hêzên hevkar yên li ser navê Kurdan ligel dijmin cihgirtî bûn. Yên ku gotinên weke ku ev êrîş li dijî PKK û hêzên liser PKK ne û ev êrîş ne li hemberî Kurdane bi lêv dikirin jî ev hêz û kesên Kurd ên ku bi dijmin re di nav hevkariyê de bûn. Ev hêz û kesên hevkar hêjî vê siyaseta qirker ya li hemberî gelê me pêk tê re di nav vê hevalbendi yeke qirêj de ne.

Gele me yê hêja; weke ku hûn jî dizanin dewleta Tirk a qirker û tevî çeteyên xwe bi armanca dagir kirin û qirkirinê, gelek êrîşên dijwar û hovane li ser Rojava yê Kurdistan pêk anîn. Di encama van êrîşan de herêmên azad û xweser ên wek Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê, ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran Kurd tevî şervanên xwe hatin qetil kirin û bi sed hezaran Kurd jî, neçar man ku cih û warên xwe biterikînin. Bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, cih û warên Kurdan hatin xirab kirin û dest danîn ser hemû mal û milkên wan. Tevî dagirkirin û dest danîna li ser ked, mal û milkên gele me, li van herêman kiryarên weke destavêtina jinan, revandina keçên Kurd, dizî, girtin, êşkence û kuştin bê navber berdewam dikin. Tevî çete û malbatên çeteyan, bi sed hezaran malbatên Ereb, Tirkmen hwd. li van cih û warên Kurdan hatine bicihkirin. Tevî van pêk anînan, hemû sazî û dezgah, remz û pîrozi yên gelê me hatin texrîb kirin û ji holê hatin rakirin. Dewleta qirker û çete yên wê her ku diçe zexta li ser Kurdan zêde dikin û bi rê û rêbazên dij mirovî, Kurdan li cih û warên wan derdixin. Tevî ku ev kiryar li gor qanûnên navnetewî weke sûcên mirovahiyê hatine pejirandin di serî de Yekîtiya Netewan li hemberî van kiryaran bêdengiyek heye. Dewleta Tirk a qirker ji vê bedengiyê jî zêdetir cesaret digre û roj bi roj li Efrîn, Serêkanyê û Girê Sjpî guhartinek eşkere ya demografik tê pêk tîne. Ji kemera Erebî ya Rejîma Baas xirabtir û bi tehluketir li van herêmên Kurdan siyaseta Tirk kirin û Ereb kirinê tê birevebirin. Dewleta Tirk a dagirker û qirker a ku qirkirina fîzîkî û çandî ya gelê Kurd daye ber xwe, wek berdewamiya vê siyasetê herî dawî li Efrînê, bi temamî Kurdî ji bernameyên perwerdê derxistin. Tevî ku cih û warên Kurdan dagir kirin û bi hemû şêweyan kiryarên dij mirovî li hemberî Kurdan pêk anîn, herî dawî di cih û warê gelê me de zimanê wan jî qedexe kirin. Li pêş çavên cîhanê, di bajar û navçeyên me de Tirkî û Erebî weke zimanê fermî pêşxistine û liser zarokên Kurd, ev ziman tên ferzkirin. Tevî êrîş û qetlîamên fîzîkî yên liser gele me pêk tên, bi rêk û rêbazên wiha yên tune hesibandin û bişaftinê dixwazin li ser gelê me qira çandî bînin. Bê goman wê gelê me vê bê rumetiyê nepejirîne û li hemberê hemu cureyên qirkirina fîzîkî û çandî li berxe bide.

Gelê me yê hêja û bi rûmet; di serî de dewleta qirker a Tirk, dijminên Kurd û Kurdistanê bi van kiryarên dij mirovî û bê exlaq dixwazin hebûna me ji holê rakin. Bi van kiryaran jî em dibînin ku dijminên gelê me bi ti awayî mafên hebûnî, mirovî û jiyanî nas nakin. Weke ku bi van kiryarên wan jî em dibînin, bi ti awahî hebûna Kurdan qebûl nakin û ji bo ku Kurdan qir bikin hemû hêz û derfetên xwe bi kar tînin. Dubare eşkere dibe ku gotinên weke, Kurd birayên me ne, em li dijî Kurdan nînin û li dijî PKK’ê ne derewek mezine. Jixwe, sedema ku ewqas PKK’ê dikin rojev û êrîşan dibin liser PKK’ê jî ew e ku weke vîna rêxistinkirî ya gelê Kurd PKK li pêşiya plan û armancên wan yên qirkirina Kurdan armanc dike astengiya herî mezin e. Dost û dijmin hemû kes vê yekê baş dizane ku heya PKK hebe wê planên qirkirinê ya li ser gelê me ser nekevin. Berovajî vê yekê, wê bi rûhê berxwedêr yê tevgera azadiyê meşa gelê me ya azadî û demokrasiye wê roj bi roj ber bi serkeftinê ve here.

Em Komîteya Perwerdê ya KCK hemû kiryar û êrîşên li hemberî gelê me pek tên em red dikin û bi awayek herî tund şermezar dikin. Dubare em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker a ku li ser gelê me pêk tê şiyar bin û bi her awahî tekoşîna xwe geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Îdlibê êrîş li dijî konvoya artêşa Tirk çêbû

Nivîsa Pêş

Çalakîya Malbata Şenyaşar di roja 187’an de didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Çalakîya Malbata Şenyaşar di roja 187’an de didome

Çalakîya Malbata Şenyaşar di roja 187’an de didome

Pelşîn Koçgirî: Di şer de serkeftin temînata hebûna jiyana azad e

Pelşîn Koçgirî: Di şer de serkeftin temînata hebûna jiyana azad e

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.