Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad, li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dan û di vê oxirê de bêteredût canê xwe feda kirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/08/2021 - 12:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di çalakiyê de ku 7 dagirker hatin cezakirin, gerîlayên bi navê Canan Gundogdû (Jiyan Agît Mûş), Nazê Şêx Ebdê (Destîna Fîraz Kobanê) û Serhat Kûrt (Azad Êriş) şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya 16’ê Tebaxa 2021’ê de me ragihandibû ku 15’ê Tebaxa 2021’ê li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê, hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên mêtinger bi tîmên gerîla bi rengekî koordîneyî xwe berdan nava dagirkeran û çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad ku bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî vê çalakiyê bû û taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anîn, di bombardûmana piştî çalakiyê de şehîd bûn.

JIYAN AGIR MÛŞ

Hevrêya me jiyan ku li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, zext û zordariya dewleta Tirk a faşîst hîn di zarokatiyê de dît û ji ber vê yekê jî neçar ma ku tevî malbata xwe koçî metropolan bike. Li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû ku dest ji çand û kevneşopiya xwe berneda, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dikir û şehîdên xwe hebû. Hevrêya me Jiyan li dijî kiryarên asîmîlasyonê yên li dibistanên Tirk ên faşîst, tevlî karên ciwanan bû ku têkoşe. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de berê xwe da Geverê, tevlî refên berxwedanê bû. Êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me bi xwe şahidî jê re kir û ji bo têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2016’an berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêya me Jiyan ku timî dixwend, lêkolîn dikir û hewl dida hêjayî jiyana gerîla be, bi daxwazeke mezin bi çiyayên azad û hevrêtiya PKK’ê ve hate girêdan. Bi kesayetiya xwe ya cewherî û bi moral, hevrêtiya PKK’ê di kesayetiya xwe de bi xurtî temsîl dikir. Di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, bi sekna xwe ya têkoşer, fedayîtiya Apoyî di kesayetiya xwe de bi rengekî serketî nîşan da. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran û ji bo hilanîna tola êrişên qirker ên li ser gelê me, di qada leşkerî de xwe timî bi pêş xist û di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêya me Jiyan bi sekna xwe ya fedayî ya Apoyî, bi fedakarî û berxwedana xwe ya lehengî ya li dijî dagirkeran nîşan da wê timî ji me hevrêyên xwe re bibe mînak, di serxistina Têkoşîna Azadiyê de wê bibe çavkaniyeke xurt a hêzê.

DESTÎNA FÎRAZ KOBANÊ

Hevrêya me Destîna li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdor û malbata wê, di temenê biçûkanî de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li derdoreke welê mezin bû ku çanda welatparêziyê lê serwer bû. Bi bandora şehîdên leheng kuk di berxwedana Kobanê de fedayîtiya Apoyî temsîl kirin û li tevahiya cîhanê bûne cihê hurmetê, hevrêya me Destîna ji bo bicihanîna armancên şehîdan û ji bo bibe rêwiyeke vê rêya pîroz biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Di encama perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guhertinên mezin afirand û di rêbaza gerîlayên profesyonel a li ser xeta Rêbertî de di demeke kurt de kûr bû. Hevrêya me Destîna li hemberî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê me û jinên Kurd, bû şervaneke mezin a tolhildanê. Ji bo hilanîna tola hezaran salî bi ruhê Arînan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di dema êrişên dagirkeriyê de bi rêbaza fedayî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Herî dawî li Girê Koordîneyê di çalakiyê de rêbaza gerîlayên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anî û nîşan da ku gerîla têk naçe. Hevrêya me Destîna bi sekna fedayî û biryardariya xwe wê di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de her tim li bîr bê.

AZAD ÊRIŞ

Hevrêyê me Azad li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû ku di nava berxwedanê de berdêl daye û hişmendiya xwe ya welatparêziyê bilind e. Di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên şehîdên me mezin bû, her tim hewl da ku tevlî nava jiyana gerîla bibe. Sala 2017’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ji bo naskirina jiyana gerîla û îdeolojiya Rêbertî bi coş tevlî perwerdeyê bû.

Her tim xwest ku li qadên herî zehmet kar bike û bi sekna xwe ya fedakarî bû milîtanekî mînak. Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser heêma Metînayê, tevlî nava yekîneyên me yên gerîla bû yên ku derba destpêkê li dagirkeran dixist. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de beşdarî gelek çalakiyên seketî bû û derbên mezin li xewn û xeyalên dagirkeriyê yên dijmin da. Herî dawî 15’ê Tebaxê bi ruhê Egîdan pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û bi lêdana derbên herî giran bersiva herî xurt da dijmin. Hevrêyê me Azad bi sekna fedayî, bi kesayetiya xwe ya Apoyî, bi biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê wê timî bibe çavkaniya hêzê ji têkoşîna me ya azadiyê re.

Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad, li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dan û di vê oxirê de bêteredût canê xwe feda kirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnav: Jiyan Agir Mûş
Nav paşnav: Canan Gundogdû
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Şukran-Selîm
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2021 / Metîna

Nasnav: Destîna Fîraz Kobanê
Nav paşnav: Nazê Şêx Ebdê
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Xezal-Abdulgafûr
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2021 / Metîna

Nasnav: Azad Êriş
Nav paşnav: Serhat Kûrt
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Songul-Osman
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2021 / Metîna”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zinar Qamişlo: Hedefa sereke ya pergala hegemon Kurd in

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla 3 dagirkerên Tirk dîsa ceza kir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Amedê Şehîd bûbûn eşkere kir

LEZGÎN - Gerîla 3 dagirkerên Tirk dîsa ceza kir

Ev kes jî diz û dirûzên Rojava ne – Hemû hatin girtin!

Ev kes jî diz û dirûzên Rojava ne - Hemû hatin girtin!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga xwedîderketina gerîla Hatem Ozdemir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Amara Şehba: Modela Rojava Rê ji Jinan re Nîşan Dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.