Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Dilgeşî û kelecana çalakiya yekem

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/08/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Gerîla û Rastiya Jiyanê
ParvekeTweet

gerilla4Dema ku rojekê me amadekariyên kar û xebatên baxçe dikir, ji nişkê ve xeber hat û gotin xwe amede bikin, emê biçin, karekê me li yekîna Şehîd Devrîm heye. Hetanî (bi qasî 40 kêliyan) em ji noxtê dûr ketin, heval Sozdar (rêveberiya yekîna me) ji min re got, heval tu dizanî emê biçin yekîna Şehîd Devrîm, tu dizanî sedema xwe çi ye? Dema wisa got, texmîna min jî ji bo civînê çûyîna yekînaye Şehîd Devrîm bû, min ev texmîna xwe jêre got, ji min re got, “rast e me ji hevalan re wisa got ku hevalên din jî ji bo hatinê heter nekin. Dema mijar dibe çalakî, hemû heval ji ber ku dibêjin ez jî dixwazim werim û heta hinek heval hene pir heter dikin. Lewma jî min ji hemû hevalan re negot.” Gava ku hevala Sozdar ev mijaranan bi min re parve kir, ji ber ku ev çalakiya min a yekemîn bû, ji kêf û dilgeşiyê min digot qey baskên min ê çêbibin, ez ê bifirim biçim Şemzînan. Ruxmê rêya yekîneya Şehîd Devrîm 8 demjimêr, min nedizanî gavên min çawa têne avîtin. Ji lewre ev çalakiya min a yekem bû û derfetê hêrs û tola di hûndirê xwe de di ser dijmin de min ê vala bikira.

Wê demê koma me heval Şehîd, Botan Elbak, Şehîd Bager Amed, hevala Sarya Firat, hevalê Necmî Çelê, hevala Sozdar Efrîn û ez bûm. Koma me hemû jî pir bi coş û moral bû. Hem ji ber tevlêbûna çalaliyê, hem jî ji ber piştî demekê dirêj şunde me yê hevalên yekîneya Şehîd Devrîm bidîta, hetanî ku em gihiştin yekîneyê me hem slogan diavît û hem jî dimeşiyan. Dilgeşî û xiroşiya hemû hevalan di asta lûtkeyê de bû. Dema em gihiştin cih, me yeko yeko silav da hevalan û rewşa wan pirsî. Rewşa wan pir başbû û moralê wan ji ya me ne kêmtir bû. Roja dîtir hemû hevalan amadekariyên çûyîna çalakiyê qedandibûn, bi tenê li benda xwendina vesazkirina di nava çalakiyê de cihê hevalan bûm. Hema bêje dilê hemû hevalan bi daxwaza di refa êrîşê de cih girtinê ve lê dida. Di babeta çalakiyan de ji ber fikara, bila tiştê tê hevalê/a min bila bê min heval her ji bo refa pêş xwe pêşniyar dikin. Ji ber vê sedemê jî hemû hevalan di ya xwe de heter dikirin. Digotin, divê ez biçim refa pêş, kîn û nefreta xwe di ser de dijmin de vala bikim. Ger tiştek neyînî bibe jî bila were min. Di nava van hest û daxwazan de vesazkirinên hevalan hate xwendin. Bêguman li gorî dilê hemû hevalan nebû. Çalakî bi vesazkirineke berfireh ve tê pêk anîn û bi vî rengî îxtîmala serkeftinê zêdetir dibe. Yên êrîş bikin, ên parastin bikin, amadekirina cebirxane, teqviye, amadekariyên zivirandinê û hwd. di van hemû beşan de pêwîst e heval cihê xwe bigirin ku çalakî rêk û pêk biçe encamê. Welhasil gava ku vesazkirin hate xwendin, hevalên di baskê êrîşê de cih digirtin moral û dilgeşiyeke pir xurt li wan wer bû. Her çi qas hevalên mayî hin xemgînî jiyabin jî di encamê de daxwaza me hemûyan serketina çalakiyê bû. Me jî ev nêzikatî ji xwe re bingeh girt û ketin di nava hewldana kar û xebatên baştir kirinê. Ez ji bo naskirina rê çûm. Min ê piştre heval bianiya û ji ava Hecî Begê derbas bikira. Di vegerê de ez rastî koma êrîşê hatim. Pêwîst bû ev kom berî komên din biçûya û cihê xwe bigirta. Şehîd Devrîm jî di nava komê de bû. Qet ji bîra min naçe Şehîd Devrîm li min pirsî, “heval te rê nas kir, tu yî karibî hevalên din bînî? Min got rast e heval, min nas kir”? got, “baş e, jixwe serkeftina ya me ye û di heman demê de emê vê çalakiyê bi serkeftineke mezin bi ser bixînin” xatir xwestin û çûn.

Ji ber ku kar û xebatên pêwîst dikir hevalan bi moroleke mezin ve bi cih anîn, hem di milê siyasî û hem jî di milê leşkerî de serkeftineke pir baş hate bi dest xistin. Rojeva Tirkiyê di carekê de qulibî û ji bo hevdîtinê çûne li ber lingê Rêbertî. Di milê leşkerî de jî min pir cebirxane li ser dijmin rakir. Belê behda çalakiya Konservê dikim. Di encamê de nêzî 35 leşker hatin kuştin bi qasî 45 leşker jî hatibûn birîndar kirin. Di vê çalakiyê de hevalê Devrîm û Botan Elbak şehîd ketin.

Heval Devrim ji milê xwe birîndar dibe, her çiqas heval jêre dibêjin, tu birîna xwe re eleqedar bibe, bila hevalên teqviye werin te bibin jî heval Devrîm napejirîne, ceka xwe dikre dibêje “ez dikarim li ber xwe bidim û êrîşê berdewam bikim”. Bi vî rengî diçe û şehîd dikeve. Hevalê Botan jî piştî ku çeperekî dijmin diruxîne, bi qehremaniyeke mezin şehîd dikeve.

Cara yekem bû ez tevli çalakiyekê dibûm. Di hûndirê vê demê de min ji her demê zêdetir giyanê hevalatiyê PKK´ê dît û jiyan kir. Her çiqasî min di derbarê bîranînên şer de pir heval guhdar kiribû jî, lê belê yeko yeko jiyan kir birastî jî pir bi wate û cuda bû. Ji lewre mirov ti carî kêliyên jiyaye di asta tê xwestin de ango wan kêlî û dîmenên di mêjî û dil de nikare parve bike. Hîna jî pir hewl didim lê belê bi qasî kum in jiyaye û dijîm nikarim pênase û vebêjim. Weke dawî dikarim vê bibêjim ku ezê bibim şopdarê rêya wan û hemû hevalên şehîd û hevalên me yên li ser xeta partiyê jiyan dikin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Leyla PENABER

21.4.2013

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Efxanistan û Kurdistan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Efxanistan û Kurdistan

Efxanistan û Kurdistan

Li Lavrîoyê bîranîna 3 Şehîdên Kurdistanê

Li Lavrîoyê bîranîna 3 Şehîdên Kurdistanê

Manşet

  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.