Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRK: Keda Rênas Roj li her çar parçên Kurdistanê ji bo me hêzeke mazin e

"Fermandartî, hevaltî, jiyan, fikr, baweriya xwe ya bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe gurçûpêç kiribû, bi hevalên xwe re parve kir û em bi hev re meşiyan."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
25/08/2021 - 16:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
YRK: Keda Rênas Roj li her çar parçên Kurdistanê ji bo me hêzeke mazin e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) wiha ye:

“Em wek gelê Kurdistanê, ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Di vê pêvajoya girîng de êrişên hêzên komploger, dagirker, xiyanetkar li ser Tevger û gelê me tên meşandin, li beramberî van êrişan berxwedaniyeke bêhempa di serî de di şexsê Rêber Apo de, gelê me û Tevgera Azadî, Tevgera Apoyî tê raberkirin. Ev têkoşîn her çi qas gelek zor û zehmetiyên xwe hebin jî hem gelê me û hem Tevgera Apoyî bi ruhekî fedaî ji bo azadiya gelê xwe, Rêberê xwe û axa xwe têkoşîna xwe didomîne û di vê oxirê de gelek bedelên giranbiha dide.

Herî dawî dagirkeriya dewleta Tirkiyê, rejîma faşîst, qirker a AKP-MHP li ser Kurdistanê ew rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da, êrişeke topyekûn li ser çar parçeyê Kurdistanê dimeşînin. Di van rojên dawî de êrişên li ser Şengalê, Rojava û dagirkirina Başûr çêbûn. Di vê pêvajoyê de di serî de êrişên li ser Şengalê çêbûn, em ji gelê xwe yê Êzidî re sersaxî dixwazin, em li beramberî pêşeng û şehîdên gelê xwe yê Êzidî bejna xwe ditewînin, heta dawî şopdarê rêya wan bibin û têkoşîna wan silav dikin.

Dîsa êrişên li ser Başûr, em dibînin ku hêzên parastina gelê Kurdistanê HPG û YJA-STAR bêhempa têkoşîn û berxwedaniyeke mezin raber dike. Her roj dagirkeran qehr dike, derbe li ser derbe li wan dide, em jî têkoşîna wan slav û pîroz dikin û di vê têkoşîna bêhempa de hevalên ku şehîd ketine em ji tevahî gelê Kurdistanê, malbatên wan re sersaxî dixwazin û li beramberî wan hevalên xwe yên qehraman bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Gerîlatiya ku pêvajoya nû, modernîteya demokratîk a li wir pêk tê, em ji xwe re mînak digirin, jê sûd werdigirin û encaman jê derdixin, lewma têkoşîna wan pêşiya me ronî dike û em şopdarên wan şehîdên xwe yên qehraman in. Em ê mîrateya wan li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, di nav gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê de û ji bo demokratîkkirina Îranê heta dawî pêk bînin û bibin layiqê wan.

‘DERKETINA FERMANDAREKÎ WEKE RÊNAS ROJ JI NAVA GELÊ ME YÊ ROJHILAT, BÛYEREK PÎROZ E’

Careke din dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi alîkariya dewletên navneteweyî yên komploger li ser Rojava êriş pêk anî û şehadet çêbûn. Di nav wan şehadetan de ewladekî Rojhilatê Kurdistanê, fermandarê me yê mezin hevrê Rênas Roj şehîd ket. Em di serî de ji bo gelê Kurdistanê sersaxî dixwazin, ji bo gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê sersaxî dixwazin. Weke ewladekî me yê Rojhilatê Kurdistanê fermandarekî weke heval Rênas, li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîn meşand, herî dawî xwe erkdar dît di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girt, erk girt û fermandarî kir. Di nav gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de weke derketina fermandar û qehraman Simko Serhildan, Hewram Awyer, Şîrîn Elemhulî û Rênas Roj em weke bûyereke pir mezin û pîroz dibînin. Em careke din ji tevahî gelê Kurdistanê, malbatên şehîdên qehramanên wisa mezin, sersaxî dixwazin û em ê têkoşîna wan ji xwe re mînak bigirin û em ê heta dawî bibin şopdarê rêya wan. Rêheval Rênas ked û emeka kudi vê rêyê de daye, em ê tu carî wisa li erdê nehêlin û em ê her tim bidin jiyîn û berdewam bikin.

‘KEDA RÊNAS ROJ LI HER ÇAR BEŞÊN KURDISTANÊ, JI BO ME HÊZEKE MEZIN E’

Dema Rêber Apo di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî esîr hate girtin, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê li her derê serî hilda û serhildaneke bêhempa nîşan da û xwedî li Rêber Apo derket. Bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwe li beramberî Rêber Apo berpirsiyar dît û tevlî refên gerîla bû, heval Rênas Roj jî yek ji wan ciwanan bû ku gerîlatiya xwe li çar perçeyê Kurdistanê de di bin her şert û mercên zehmetî de pêk anî û di gerîlatiya xwe de şervantî û hevaltiyeke herî rast kir ji bo azadiya Serokatî û bi hevalên xwe re di xeteke rast de meşiya û gerîlatiyeke bêemsal kir û gelek erk meşand.

Tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û erka xwe ya mezin a fermandarî bi serketî bi cih anî û bû pêşengê sedan gerîla û şervan. Herî dawî di encama êrişê dewleta faşîst, dagirker, çete a Tirk de şehîd ket. Şehadeta hevalekî wisa ji bo Kurdistanê wendahiyeke pir mezin bû û em ji vê şehadetê pir xemgîn bûn. Ji ber ku dema li Rojhilatê Kurdistanê de fermandarî dikir, sedan gerîla bi pêşengtiya wî têkoşîn meşand û bûbû hevrê û fermandarekî mînak, tecrûbe û gerîlatiya îro li Rojhilatê Kurdistanê dimeşe, fêrî me kir.

Fermandartî, hevaltî, jiyan, fikr, baweriya xwe ya bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe gurçûpêç kiribû, bi hevalên xwe re parve kir û em bi hev re meşiyan. Me di şexsê wî de Rêber Apo nas kir, fikr û îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Di warê xeta leşkerî, gerîlatiya rast de têkoşîneke mezin meşand, tecrûbe û danehev çêkir û ev dan hevalên xwe. Ked û emeka hevrê û qehreman Şehîd Rênas Roj a li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, emanetê me kirin û xwe berpirsiyar dît û li perçeyeke din a Kurdistanê, şoreşgerî, gerîlatî û fermandarî kir. Her çi qas îro şehadeta wî li Rojhilatê Kurdistanê nebe jî ji bo me wendahiyeke pir mezin bû. Ked û emeka vî hevrê ya li çar perçeyê Kurdistanê, hêzeke mezin da me.

‘EM Ê AZADIYA GELÊN XWE Û DEMOKRATÎKKIRINA ÎRANÊ MISOGER BIKIN’

Em weke tevgera Apoyî, tevgereke şehîdan e, em bedelan didin, şehadetên me tu carî me zeyif nakin, me xurt û mezin dikin. Çawa ku şehîdên me yên qehreman em anîn van rojan, şehadeta hevalê me yê qehreman Rênas Roj her çi qas ji bo me giran jî be, em ê ji bîranînên wî encamên rast der bixin û ji xwe re bikin çavkaniya hêz. Di serî de li Rojhilatê Kurdistanê û li ku derê Kurdistanê erk û berpirsiyartî bikeve ser milê me, li beramberî dagirkeran, komploger û îxanetkaran, çawa ku ew fermandarên me têkoşîn meşandine, em ê têkoşîna wan bilindtir bikin û armancên wan a bi fizîkî azadkirina Rêber Apo, azadkirina gelê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkkirina gelên Îran û Rojhilata Navîn pêk bînin, em ê girêdayî bîranînên van hevrêyên xwe bimînin.

Bila hemû van hêzên komploger û dagirkerên Kurdistanê yên qirker û îxanetkarên Kurdistanê bizanin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê xeta van fermandarên xwe bin. Van hêzên dagirker baş bizanin ku di serî de xeta Rêberê me, berxwedana gelê me û ya herî girîng jî mîna heval Rênas Roj, dehan, sedan fermandarên me hene; ev hêza ku van fermandarên me di me de ava kirî û dayî me, em ê bi wan re girêdayî bimînin û heta azadiya gelê xwe em ê şopdarê wan bin û hedef û armancên wan pêk bînin.

Em careke din ji Rêber Apo, gelê xwe yê fedakar, gelên Rojhilata Navîn ên bindest re, soz didin û armanca wan şehîdên xwe pêk bînin. Em ê azadiya gelên xwe û demokratîkkirina gelên Îranê misoger bikin û hesap ji wan bixwazin. Li ser vî esasî em soza xwe nû dikin û dibêjin şehîd namirin û bijî Rêber Apo!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Avaşînê parvekir

Nivîsa Pêş

Bombe û gazên kîmyevî -Tû tişt nikare gerîla têk bibe!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG: Bi çalakiyên xurt bersiva dagirkeran didin

Bombe û gazên kîmyevî -Tû tişt nikare gerîla têk bibe!

Ji bo hevdîtina bi lezgîn a bi Rêber Apo re dîsa serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.