Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Tenduristiyê ya KCK: Bêdengî dide kuştin, her bêdengî dibe sedema rûdana komkujiyên nû

Komîteya Tenduristiyê ya KCK: Li gorî hiqûqa şer a navneteweyî, bombekirina nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên xizmeta mirovî dikin, zerardayina li van saziyan, kuştina nexweşan û kedkarên tenduristiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi êrişa li ser nexweşxaneyan, gundan û wesayitên sivîl ku hedefên leşkerî nîne û bêparastine, sûcê şer ê li pêş çavên cîhanê ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/08/2021 - 13:46
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî wşeand û banga vekirî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, sendîka û xebatkarên tenduristiyê, komeleyên mafên mirovan, însiyatîfa aştiyê, Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Iraqê kir.

Daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê wiha ye:

“Em êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê şermezar dikin ku sivîl lê dihatin dermankirin. Di encama bombardûmana 17’ê Tebaxê de ya li nexweşxaneyê, ku sê caran li pey hev hate kirin, yek jê zarok, wezîfedarên tenduristiyê û nexweş bi giştî 8 kes bi rengekî hovane hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, civata tenduristiyê û gelê xwe re dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin.

‘DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC DIKE’

Li gorî hiqûqa şer a navneteweyî, bombekirina nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên xizmeta mirovî dikin, zerardayina li van saziyan, kuştina nexweşan û kedkarên tenduristiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi êrişa li ser nexweşxaneyan, gundan û wesayitên sivîl ku hedefên leşkerî nîne û bêparastine, sûcê şer ê li pêş çavên cîhanê ye. Ev yek ne sûcê destpêkê ye ku Komara Tirkiyeyê dike. Beriya niha li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê bi bombardûmanan ku gelek caran kir, komkujî li sivîlan kir, xweza wêran kir, mîna li Efrînê kir; cih û war vala kir, mirov revand û bi êşkenceyê kuşt. Salên derbasbûyî li cih û warên Qendîlê bi bombardûmanê nexweşxaneya ku xizmet dida gundan hilweşand, di encamê de lingê jineke ciwan a sivîl jê bû. Di êrişeke din de ya li zozanan, dayikek hate qetilkirin, wesayita ku Solîn a pitik û malbata wê tê de bûn 24’ê Tebaxa 2011’ê bi zanebûn kir hedef û malbat bi temamî îmha kir. Di her êrişa hewayî de bi sedan heywanên xelkê sivîl hatin kuştin, xisar li malên gel bû, di heman demê de dibistaneke seretayî jî bi temamî hate îmhakirin. Wekî din sala 2014’an di encama bombekirina gundê Zergeleyê de 10 sivîl qetil kir. Dema ku ev sûcên desthilatdariya AKP’ê ya faşîst bê lêkolîn wê were dîtin ku van sûcan ne tenê vê dema nêz dike; li dijî Kurdan polîtîkayeke tunekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne, qirkirinê dike. Ji ber ku hesabê van sûcên bi salan ên dewleta Tirk li qada navneteweyî nehatiye pirsîn, 17’ê Tebaxa 2021’ê li Şengalê û Rojava sûcên nû kiriye.

‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ Û SAZÎ BÊDENG NEMÎNIN’

Ev sûcên dewleta Tirk bi jimartinê naqedin, lê belê kuştina sivîlan dikare bê bidawîkirin, desthilatdariya AKP’ê dikare bê rawestandin. Jiyan, maf û azadiya mirovan di ser her cûre berjewendiyên siyasî re ye. Ji ber vê yekê em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin, berpirsyariyên xwe tavilê bi cih bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemîne. Heta ku ev bêdengiya tirsnak dewam bike, wê ev komkujî jî dewam bikin. Ya ku dibe zemîn ku ev hovîtiya dewleta Tirk dewam bike, hiqûqa navneteweyî li ber çavan bê binpêkirin bêdengiya saziyên navneteweyî ye, helwesta hevpar a siyasî ya hêzên navneteweyî ye, bi taybetî helwesta DYE’yê ye. Wezîfeya mirovî ya her kesî ye ku dawî li vê bêwijdaniyê, bêexlaqiyê bîne.

Bêdengî dide kuştin, her bêdengî dibe sedema rûdana komkujiyên nû. Dem hatiye ku dawî li vê yekê bê anîn. Sûcên şer ên dewleta Tirk binpêkirina şênber a Peyman Cenevreyê ye, lewma divê saziyên navneteweyî yên ku me bang li wan kiriye tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo xwedîderketina li bîranîna kedkarên tenduristiyê û doktoran, ji bo hesabpirsîna ji komkujiyan em bang li doktoran û kedkarên tenduristiyê dikin ku bi şiryara ‘Bes e ji sûcên şer’ ên bêhejmar ên dewleta Tirk a faşîst re, ji bo azadiya her kesî, ji bo hilweşandina faşîzmê têbikoşin, seferber bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cihên ku di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ne ewle ne – Ev der Ezaz e!

Nivîsa Pêş

Rêveberiya Xweser: Ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Rêveberiya Xweser: Ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin

Rêveberiya Xweser: Ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin

TAYBET – Li Silêmanî di pêşengiya ciwanan de 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.