Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KJK: Ruhê 15’ê Tebaxê di pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosan de ye

Em roja berxwedanê ya 15'ê Tebaxê li jinan û gelê xwe pîroz dikin ku bi vê berxwedanê re vejîna xwe pêk anîn, hebûna xwe parastin û ketin nava têkoşîna azadiyê.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/08/2021 - 11:32
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: DAIŞ a esasî hikumeta Erdogan e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, “15’ê Tebaxê roja vejîna gel, roja destpêkirina agirê berxwedanê yê biryardariya têkoşîna hebûnê ye. Em di vê rojê de, em afirînerê hêz, îdeolojî û feraseta vê pêngava berxwedanê Rêber Apo silav dikin, roja berxwedanê pîroz dikin.

RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ DI PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ DE YE

Ev agirê berxwedanê ku bi fermandarê mezin Egîdan (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir, di xeta Bêrîtan de berxwedana jinê, bi Zîlanan re jî xeta fedayîtiya jinê afirand û herdemî bû, di pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de îro dewam dike. Em şehîdên vê têkoşîn û berxwedanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin ku kevneşopiya berxwedanê û jiyaneke bi rûmet hûnandine. Em careke din soz didin ku em ê şopdarê wan bin û di têkoşîna xwe de xwedî li wan derkevin.

Em roja berxwedanê ya 15’ê Tebaxê li jinan û gelê xwe pîroz dikin ku bi vê berxwedanê re vejîna xwe pêk anîn, hebûna xwe parastin û ketin nava têkoşîna azadiyê.

15’ê Tebaxê bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê. Ji bo fêhmkirina 15’ê Tebaxê û bandora fîşeka destpêkê, divê mirov rastiya tunebûnê ya ku dijminê gelê Kurd ew xistin navê, fêhm bike. Li nava civakeke wiha ku li ser sînorê tunebûn û koletiyê bû, jin qet nedihatin dîtin. Ji ber vê yekê fîşeka destpêkê ji bandora li ser dijmin bêhtir, bandora xwe ya li ser rastiya xwe bêhtir bi wate û girîng bû. Ew fîşek û pêvajoya berxwedanê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kir, bû destpêka parçebûna her cûre koletiyê ku mirovên me dikir kole. Jin ji nava rewşa xwe ya girtî derxist û berê wê da nirxên mirovahiyê.

Lewma em 15’ê Tebaxê ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê weke zemîn û çavkaniya vejînê û têkoşîna xwe ya hebûnê û pêngavî dibînin; îro jî têkoşîna xwe bi biryardarî û ruhê 15’ê Tebaxê gerdûnî dikin û ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin.

Di dîroka Kurdistanê de bêguman gelek raperînên ji bo parastina hebûnê pêk hatin, ji ber rê û rêbazên hestewarî yên raperîna Kurd a klasîk, berdêlên gelekî mezin hatin dayin. Piştre jî gelê Kurd kete nava pêvajoyeke hîn giran a ji zext û tunebûnê, hîn bêhtir hate tepisandin. Ji rastiya xwe hate derxistin. Bi tevgera PKK’ê re yekemcar bi têkoşîneke ku ji raperîna kalasî a gelê Kurd wêdetir kete nava pêvajoya misogerkirina hebûna xwe; bi pêşengî û rêxistiniya xwe ya îdeolojîk dest bi serdeke ji taktîk û rêbaza şer a gerîla kir.

TÊKOŞÎNA 37 SALÎ PIRSGIRÊKA KURD RAXIST PÊŞ ÇAVAN, ŞOREŞA VEJÎNÊ PÊK ANÎ

Ev têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo, li dijî her cûre êrişên hêzên paşverû zêdeyî 37 salan têkoşîn dewam kir, pirsgirêka Kurd raxist pêş çavan û şoreşa vejînê pêk anî. Li ser vê rastiya ku 15’ê Tebaxê afirand, rêberê me bi kûrbûna paradîgmayî ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û gelan encamên girîng bi dest xist. Di serî de li Rojava li gelek qadên têkoşîna me, hewl tê dayin ku paradîgmaya Rêbertî bê şênberkirin, di asta şoreşa jinê de jin beşdarî her qada jiyanê ya têkoşînê dibin ku ev yek gelekî girîng e û dibe çavkanî û hêvî ji gelan û jinan re.

15’ê Tebaxê bi berhemên xwe yên afirandî re ne tenê ji bo gelê Kurd, ji aliyê têkoşîna me ya jinê ya gerdûnî ve ji bo jinan, ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û herêmê, ji bo gelan û mirovahiyê hîn bêhtir wate û girîngiya wê tê fêhmkirin. Têkoşîna li dijî serweriya mêr, faşîzm û her cûre paşverûtiyê, îro bi pêşengiya jin û gelê Kurd tê meşandin. Em di asteke dîrokî de ne ku bi serketina têkoşîna me re wê paşeroja hêzên demokraisyê û şoreşê, çarenûsa jinan, ciwanan û hemû hêzên antî faşîst diyar bike. Lewma em bang li van hemû hêzan dikin ku têkoşînê bi hev re mezin bikin, ji her demê bêhtir li dora gelê Kurd bicivin, ruhê têkoşîna hevpar xurtir bikin.

Di serî de jin û ciwanên Kurd em bang li tevahiya gelê xwe dikin: Em di pêvajoyeke welê de ne ku berpirsyariyên dîrokî ji her demê bêhtir li pêşiya me ne. Çawa ku bi 15’ê Tebaxê me hebûna xwe misoger kir, niha jî dem dema afirandina azadiyê û serketinê ye.

Ruhê serketinê yên ku cejna me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê afirand wê bi berxwedan û têkoşîna me teqez bi ser bikeve. Hemû nirxên dewleta Tirk ên ku faşîst, tekperestî, zayendîperestî, nijadperestî, dijminê xwezayê temsîl dike, wê yek bi yek tune bibin. Gelê Kurd, gel, bawerî û jinên Rojhilata Navîn wê jiyana bi edalet, azad û wekhev, bi xwerêveberî û xweparastinê teqez biafirînin. Ruhê berxwedan û azadiyê yê 15’ê Tebaxê wê teqez bi ser bikeve.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk meşiyan

Nivîsa Pêş

Li Edenê Faşîzma dewleta Tirk – Gelek kes hatin revandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Edeneyê dema destgîrkirina 12 kesî dirêj kirin

Li Edenê Faşîzma dewleta Tirk - Gelek kes hatin revandin

NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin

NPG: 15'ê Tebaxê ya 38'an wê bibe sala geşedanên mezin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.