Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dewleta tirkan û Kurdistan

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/07/2021 - 0:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dewleta tirkan û Kurdistan
ParvekeTweet

NAVENDS NÛÇEYAN –
Ahmet Aktaş Nivîsand

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in.

Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê ne.

Tê zanîn ev dewlet, bi naveroka netew-dewletê li ser nenaskirina gelan, li ser qirkirin û jenosîda gelan hatiye avakirin. Ew netewa dewletê, yek e û ew jî tenê tirk e; lewma dibêje yek dewlet, yek milet, yek al û yek û yek û hemû jî tirk e.

Di dema destpêka avakirina dewletê de, şîara wan ‘li Tirkiyeyê ji bilî tirkan mafê tu kesan ên jiyanê nîne, ger bixwazin bimînin bi tenê weke kole dikarin bimînin û weke koleyên tirkan bijîn.’ Ev gotina wezîrê wan ê edaletê Mahmut Esat Bozkurt e! Niha kerem bikin edaleta dewleta tirkan!

Li gorî vê zihniyet û siyasetê meşiyan û hin jî dimeşin. Piştî jenosîda ermenî, pontus, laz, rûm û asûrî-suryaniyan êrîşî ser kurdan kir. Bi êrîşên qirkirinên Agirî, Zîlan, Sason, Dêrsim, Palû û hwd. gotin ‘me kurd jî qedand û qelandin, me hemû xistin bin Çiyayê Gilîlê û me beton berda ser wan, êdî nema dikarin rabin ser xwe!’

Em werin îro û berê xwe bidin mîratxûr û xwedanê heman zihniyeta qirker û jenosîdkarê hemdemî R.T.Erdogan-Bahçelî-Soylûyan, ew jî heman gotinan dikin û dibêjin,’eger hûn nebêjin pirsa kurdan heye, jixwe pirsek wisa nîne’ hinekî din vir ve tê dibêje ‘me li Başûr xeletî kir, me hebûna kurda qebûl kir, em vê şaşiyê careke din li Rojava û an li cihekî din nakin’, heta hîn jî lê zêde dike û pê de diçe, dibêje ‘li ku derê cîhanê yek rabe parastina doza kurdan bike em ê êrîş bikin!’

Mirov dikare bêje, van li bapîrên xwe osmaniyan û komariyan zêdetir kirine. Wan mirov dikuştin, koçber dikirin û vê dema dawî jenosîd jî dikirin. Lê weke van ên niha erdnîgariya kurd û Kurdistanê hemû talan û wêran nedikirin. Bêlê vê desthilatiya qirker û talanker a niha ya AKP—MHP’ê, êrîşî ser hemû xaka pîroz a Kurdistanê dikin; ter û hişk bi hev re dişewitînin, her cihî talan û weran dikin, gelek gund û bajar di bin ava bendavan de hiştin, cihên dîrokî yên Kurdistanê hemû di bin xeterê de ne.

Lê ya ji hemûyan girantir û dilêştir ev e ku; êdî êrîşî goristanên Kurdistanê dikin. Bi taybetî jî êrîşî Goristanên Şehîdan dikin. Mînaka herî dawî jî li Efrînê vî karê dijî mirovatiyê dikin. Li ba kurd û kurdistaniyan û heta li cîhanê jî, qasî me bihistiye tu hêzan an dewletan, di vê astê de êrîşî ser rûmet û pîroziyên gelen nekirine.

Erê bi bingehîn ev karên wan ên gemar, ji destpêkê ve ne ji derveyî siyaseta vê dewletê ye. Ji ber ku mînakên berê yên dişibin ên niha, yên vê dewletê hene; heta niha jî, hîn cenaze û gorên hinek rêber û oldarên kurd ên navdar û nasyar ne diyar in, veşirtine, cihên wan nayên zanîn. Weke Şêx Seîd û hevalên xwe, Seyid Riza û hevalên xwe, Egît (Mahsum Korkmaz), Bedîuzzeman(Seîdê Kurdî) û hwd.

Ev siyaset û kiryar, nîşanên lawazbûna desthilatiya rêveberiya dewletê ye. Wisa lê hatiye ku êdî ji siya xwe jî ditirse, êdî ne ji zindiyan tenê ji miriyan jî, ji her tiştekî Kurdistanê be jê ditirse. Helbet herî zêde jî ji şehîdan ditirse. Ji ber ku bandora herî mezin a li ser gel şehîd in.

Ji wan heye, bi van helwestên xwe yên dijwar, hişk, tund, bêexlaq û dijî mirovahî dê gel bixin nava tirsê û gel ji dozê, ji şoreşê, ji têkoşînê û tevgerê dûr bixin. Lê na xêr, berovajî dibe, gel hîn bêtir dibe xwedî bawerî bi dozê re, her wiha hîn pirtir bi Tevgera xwe rê tên girêdan. Niha mînakên li dijî êrîşên ser Rojava, Mexmûr, Şingal, Garê, Heftenîn, Zap, Avaşîn û li Bakur êrîşên li ser HDP’ê, ma gel dûr dixe yan îradeya berxwedêr a gel a li dijî dewletê hîn mezintir dike?

Ew gelê ku wan xistibûn bin erdê, niha rabûye ser pêyan, hişê xwe baş daye serê xwe û êdî ewqas xwe zana û hosta kiri ye, ne dewleta tirkan û ne tu hêzên din, dikarin wan bixapîne, îradeya wan bişkînin û tevgera wan hilweşînin. Êdî metinger ew ê di wê tirsa ku wan ji bo gelan afirandibû, bi xwe têde bixeniqin!

Êdî Kurdistan, dê ji wan re bibe goristan!

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Heval Nûman

Nivîsa Pêş

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 4 – Harûn Apoyî: Tevgera Ciwana jî di vê pêvajoya şerde cihê xwe bi awayekî pêşeng girt

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 4 – Harûn Apoyî: Tevgera Ciwana jî di vê pêvajoya şerde cihê xwe bi awayekî pêşeng girt

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 4 – Harûn Apoyî: Tevgera Ciwana jî di vê pêvajoya şerde cihê xwe bi awayekî pêşeng girt

Berxwedana zindanan di roja xwe ya 240’emîn de ye!

Berxwedana zindanan di roja xwe ya 240'emîn de ye!

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Düsseldorfê: Werin em beşdarî Meşa Dirêj bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: li beramberî êrîş û xiyanetê xwedî helwest bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.