Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Lozaneke din

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/07/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Lozaneke din
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand

Em saleke din a peymana Lozanê li pey xwe dihêlin. Peymaneke ku 98 sal berê hatiye çêkirin. Kurd û Kurdistanî li dijî peymanê 98 sal in nerazîbûna xwe tînin ziman. Ji ber ku bi vê peymanê re navê Kurd û Kurdistanê hatiyê jêbirin. Lê tevî vê yekê dewleta Tirk jî nerazîbûna xwe ji peymanê tîne ziman. Ew Kurdistaneke çar perçe jî naxwazin. Kurd doza Kurdistaneke yekpare dikin, dewleta Tirk jî doza tinekirina Kurd û Kurdistanê dike. Ji bo vê yekê ye 98 sal in bênavber şerê Kurd û Tirkan bi awayekî fermî heye. Lê rabûrdiya beriya wê jî heye. Beriya avakirina Komara Tirk ango di dema Osmaniyan de heman kiryar hebûn. Wê demê jî Kurd dihatin qetilkirin. Bêgûman ferqa wê demê û niha heye. Lê hin tişt nehatine guhertin. Yek ji wan daxwaza dewleta Tirk a tinekirina Kurdan û hevkariya ji bo vê qirkirinê ye.

Niha jî dewleta Tirk xwe ji sed saliya peymana Lozanê re amade dike. Erdoganê ku xeyala Osmaniyan nû dike, vê yekê eşkere dibêje. Ew dixwaze di sed saliya peymanê de qirra Kurdan temam bike û Kurdistanê bi temamî dagir bike. Talûke û xeteriyeke ewqasî mezin li pêşiya Kurdan heye. Lê ev yek ewqasî ne di rojeva Kurdan de ye. Yên di ferqa wê de hene û dizanin bê dewleta Tirk çi dike. Ji bo vê yekê ye Rêber Apo timî qala vê mijarê dike. Ew jî hebûn û tinebûna Kurdan e. Rêber Apo û PKK’ê bi têkoşîna xwe nehiştin ku navê Kurd û Kurdistanê wenda bibe. Lê ev ne meseleya PKK’ê tenê ye. Xeterî mezin e û li dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê ye.

Di vê sedsala 21’ê de jî navê Kurd û Kurdistanê qedexe ye. Ne Ewrûpa û ne jî Emerîka navê Kurd û Kurdistanê nabêjin. Ew kesên bi dewleta Tirk re peyman çêkirine îro jî bi heman rengî tevdigerin. Hê jî bi heman çavî li Kurdan dinêrin. Ji bo vê yekê talûke ewqasî mezin e. Îro statuya li Başûrê Kurdistanê jî di xeteriyê de ye. Piştî referandûma sala 2017’an bi carekê re gelek deverên Kurdistanê hatin dagirkirin. Ji wê demê ve dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûr zêde bû. Heman tişt ji bo Rojava jî derbas dibe. Deverên ku rêveberiya wê di destê Kurdan de ye garantiya wê tineye. Divê Kurd bi vî çavî li bûyeran temaşe bikin. Her tişt ji ber xwe çênabe û ji ber xwe naçe. Bi bedelên giran îro li Rojava û Başûr destketî hene. Ji bo ev destketî neçin divê têkoşîn domdar be. Çawa ku dewleta Tirk daye pey xeyalên Osmaniya nû û çavê wê li sala 2023’an e, divê Kurd jî bi vê ferasetê tevbigerin. Yanî rehet tevnegerin. Divê her kêlî bi têkoşînê derbas bibe.

Beyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve. Eger berxwedan tinebe wê encam felaket be. Îro hê jî Kurd ji ber ku Kurd in li Tirkiyê têne kuştin û girtin. Meseleya ku dibêjin em xwişk û bira ne dûrî rastiyê ye. Îro hê jî li bajarên Tirkiyê êrişên nijadperestan li dijî Kurdan hene. Eger em xwişk û bira bin ev êriş çi ne. Ma we rojekê bihîstiye ku li bajarekî Kurdistanê welatiyekî Tirk êriş li ser çêbûye. Ji ber ku bi Tirkî axiviye êrişî kê hatiye kirin? Ferqa me û Tirkan jî ev e. Em û ew ne wekî hev in. Li welatê me dostanî û mervantî heye. Lê li welatê Tirkan dijmintî û nijadperestî heye. Eger emê bibin yek divê pîvanên wê hebin. Eger zimanê te û hebûna te qebûl neke wê demê çawa tu yê xwişk û bira be. Tu dibêje ez Kurd im, ew jî dibêje ma çi ferqa me heye, Kurd û Tirk yek e. Ev gotinên wan ên hatine jiberkirin. Lê di esasê xwe de dijminatî û nijadperestî heye. Yilmaz Guney li ser vê mijarê çepgirên Tirkiyê jî rexne dike û wiha dibêje; “Gava tu dibêjî Kurd, çepgiriya wan diqede.” Ev rastiyeke li Tirkiyê ye. Îca ji bo ku Kurd di sedsaliya Lozanê de wenda nekin pêdivî bi hişyarbûn û zanabûnê heye. Sed sal in Kurd têne qetilkirin û koçberkirin. Ji bo dawîkirina vê siyasetê pêdivî bi yekîtiya Kurdan heye.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Botan rastî û hebûna evîna rastiyê ye

Nivîsa Pêş

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 2 – Harûn Apoyî: Barzaniyan jî di nav êrîşan de cihê xwe girti bû

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 2 – Harûn Apoyî: Barzaniyan jî di nav êrîşan de cihê xwe girti bû

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 2 - Harûn Apoyî: Barzaniyan jî di nav êrîşan de cihê xwe girti bû

Di roja 239’an de dayîkên dîlê azadiyê bang dikin: Bibin dengê girtiyan

Di roja 239'an de dayîkên dîlê azadiyê bang dikin: Bibin dengê girtiyan

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Yekineyên me yên tollhildanê li stenbolê çalakî pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.