Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Evîndarê zêran R.T.Erdogan!

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 0:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Evîndarê zêran R.T.Erdogan!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Ahmet Aktaş Nivîsand 

‘Me zêrên xwe yên derveyî welat, bi temamî anî welatê xwe’

Ev gotina R.T.Erdogan e. Di civîna roja 8’ê tîrmeha 2021’an a serokên bajaran ên partiya xwe de got. Eger bi tenê wisa mirov bala xwe bide vê gotinê, tu tiştekî ne li rê têde xuya nake, heta dibe ku bi erênî/başî jî were dîtin.

Lê pirsgrêk hem di zemanê gotinê de heye hem di şêwazê bazirganiyê de heye, di anîn û birina wan de jî heye û hwd.

5 roj berî vê axaftina R.Erdogan, di çapemeniyê de, weke mînak malpera Almanya DW ya roja 7’ê tîrmeha 2021’an, nûçeyek girîng weşand û dibêje: “75 ton zêr, di rêyên derveyî qanûnî re, bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin(hatiye revandin)”. Navê sîstema van kaçaxçiyan an bazirganan hawale ye. Li gorî şîroveyên wan, bi rêya vê sîstemê, vî karê xwe yê derveyî yasayan, bi rengekî dixin yasayî. Her wiha bi heman cûre sisteman, ‘pereyên reş jî spî dikin!’

Diyar dikin ku bi tenê li Almanyayê 2 hezar û 700 dikanên zêrkeran heye. Dibêjin dozgerê Kolnê-Almanya doz li vê bûyerê vekiriye û hinek kes jî binçav kiriye û li henek kesan jî digere; girîngiyê dide şaxê wê yê Stenbol-Tirkiyeyê jî.

Jixwe sicîla rêveberiya R.T.Erdogan a li ser van karên derveyî yasayên dewletî-navdewletî yên qirêj û gemar û dijî mirovahî pir tije ye. Ji bazirganiya zêran û pereyên reş heta bazirganiya madeyên hişbir; eroîn, esrar, kokain û hwd.hema her cûre kirêtî têde hene. Li hemû welatên Ewropayê salê 5 ton, tenê li Tirkiyeyê 20 ton eroin tê girtin!

Lewma bi tenê mirov jê re bêje evîndarê zêran, kêm e û heta dibe ku şaş be jî. Yar rast dibe ku wisa be: bazirganê zêrên kaçax, bazirganê pereyên reş, bazirganê hemû madeyên hişbir û diz, talanker û bazirganê çeteyan–ev mijar divê neyê jibirkirin, ji ber ku di vê dema dawî de rolek xerab a gelek mezin dileyze û hwd. lê were zêdekirin. Ji bo çete û kujerên xwe yên şagirtên SADAT’ê, dixwaze bazarek nû li Frotgeha Afganistanê peyda bike. Lê Talîban, bi tundî lî dijî vê projeya R.Erdogan rabû!

Weke kes û dewletan jî mirov dikare gelek mînakan ji bo van bûyeran nîşan bide.

Bêguman van karên qirêj hemûyan, di serî de ji bo berjewendiya takekesiya xwe û malbata xwe dike. Belê ji bo karibe vê xenîmetê mezintir bike û biparêze, divê desthilatiya xwe ya li ser dewletê jî qayim bike. Hezkirina wî ya ji zêran, dibe ku sedema yekemîn ev be.

Di vê mijarê de ji Îran; bi rêya Riza Saraf destpê kir heta Maduro yê Venezuela çû. Li gor saloxan, bi maşînên barhilgir ên tije zêr, Riza Saraf ji Îranê dikişand ji R.Erdogan re.

Piştî Amerîka ev Saraf ji dest wî girt, giranî da ser Maduro. Ji Venezuelayê, di 6’ê Sibata 2019’an de, ji bo wî û Emirên Ereban 73 ton zêr hatiye; para R.Erdogan 23.9 ton bûye!

Belê wisa diyar e, êdî ev jî têra rizgarkirina aboriya wî nekir, hewara xwe gihand Almanya û 75 ton zêr, bi awayekî kişand cem xwe! Lê wisa diyar e, va ye ji niha ve, serê wî dikeve belayê û dozgerên Almanyayê doz lê vekiriye û dest bi dadgehê kirine.

Jixwe qasî tê zanîn, di cîhanê de DYA û Almanya, ji bo karê derveyî qanûnî û bi taybetî jî li dijî revandina bacê/vergiyê pir qanûnperest û dijwar in. R.Erdogan jî, ev karê dijî qanûnan, bi piranî li van her du dewletan daye meşandin. Jixwe li Amerîka, serê wî têra xwe ketiye nava derd û bela, niha jî dora Almanyayê ye.

Wisa diyar e, êdî dê nikaribe xwe ji ber xezeba, encamê vê siyaset û van kiryarên xerab û xedar ên wî bi xwe, xwe rizgar bike. Bûyer li pey bûyerê ketine rêzê. Mînaka Sedat Peker, Sezgîn Baran Korkmaz û hwd. di rojeva wan û raya giştî de zelzele çêkiriye. Nakokiyên navbera wî û hevkarê wî faşîstê kevnar û hizhizî Bahçelî-Soylu jî dijwartir dibin. Ji her alî ve agir bi textê desthilatiya wî ketiye û nêz ne dûr, ew ê di vî agirî de bişewite/bisote. Weke Cegerxwîn gotibû “malê wan bû bela li serê wan”, ê R.Erdogan jî “eşqa wî ya zêran dibe bela li serê wî!”

WELAT – 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji bo roja me ya pîroz Rêber Apo

Nivîsa Pêş

DOSYA TAYBET – DEMÊ GELAN – Nurî Mehmûd: 19’ê Tirmehê azadiya civakê ji xwe re kire armanc

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
DOSYA TAYBET – DEMÊ GELAN – Nurî Mehmûd: 19’ê Tirmehê azadiya civakê ji xwe re kire armanc

DOSYA TAYBET - DEMÊ GELAN - Nurî Mehmûd: 19'ê Tirmehê azadiya civakê ji xwe re kire armanc

DOSYA TAYBET – DEMÊ GELAN – Emê tola şehîdên xwe erdê nehêlin

DOSYA TAYBET - DEMÊ GELAN - Emê tola şehîdên xwe erdê nehêlin

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand; 12 leşkerên dagirker hatibû kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.