Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya şehîdekî parvekir

"Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi armancên şehîdan re dubare dikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/07/2021 - 13:46
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
HPG’ê nasnameya şehîdekî parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“4’ê Nîsana 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmanê de hevrêyê me Dewran Gilîdax şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Dewran Gilîdax
Nav paşnav: Emrah Yildizer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zeynep-Basrî
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Nîsana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Dewran li nava malbateke welatparêz a Bazîdî ji dayik bû. Bi hezkirina ji welêt û hestên welatparêziyê yên kûr ên xelkê me yê Serhedê yê berxwedêr mezin bû. Her ku mezin bû rastiya gel û welatê xwe nas kir, êşa gelê Kurd di dilê xwe de hîs kir û vê yekê ji aliyê hestewarî ve bandor li hevrêyê me Dewran kir. Li ser vê bingehê kete nava lêgerînan û biryar da ku di karê şoreşgerî de bêhtir çalak bibe û beşdarî nava tevgera ciwanan bû. Şeş salan bênavber karê ciwanan kir, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet têkoşiya û bi erka pêşengiyê rabû. Dewleta Tirk a qirker xwest meşa azadiyê ya hevrêyê me Dewran asteng bike, lewma ew girt û sal û nîvekê di zindanê de hişt. Lê belê hevrêyê me Dewran li zindanê xwe perwerde kir, biryardarî û îdîaya xwe mezin kir. Çawa ku xeyala her ciwanekî Kurd ê bi rûmet e, wî jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê.

Hevrêyê me Dewran bi daxwazeke mezin tevlî karê gerîla bû, zû bi pêş ket, bû xwedî tecrûbeyên pratîkî û bi rengekî serketî tevlî gelek çalakiyan bû. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê êrişî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê kir û xwest qir bike, derbasî qada Şengalê bû, li dijî çetetiya faşîst têkoşîne xurt meşand, tevî ku gelek caran birîndar bû xwe ji şer venegirt. Piştî ku hêzên me yên HPG’ê sala 2018’an biryar da ku xwe ji Şengalê vekişîne, hevrêyê me Dewran derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo tecrûbeyên xwe yên pratîkî parve bike, ji bo bi perspektîfa gerîlayên serdema nû xwe perwerde bike û ji pratîka xurttir re amade bike, demekê li akademiya leşkerî perwerde dît. Piştî perwerdeyê her wezîfeya xwe bi daxwazeke mezin û dilnizmî bi cih anî, bi xurtî tevlî kar bû. 4’ê Nîsana 2021’ê dema ku bi erka xwe radibû di bombardûmanê de şehîd bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi armancên şehîdan re dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îro çalakiya konvedanê de wêneyên Erdoxan şewitîn

Nivîsa Pêş

PKK: Dijmin ji yê beriya 39 salan cudatir nîne, Faşîzma AKP-MHP’ê yekser dewama Cûntaya Kenan Evren e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye

PKK: Dijmin ji yê beriya 39 salan cudatir nîne, Faşîzma AKP-MHP'ê yekser dewama Cûntaya Kenan Evren e

TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

Gerîla li Werxelê de lê da - 2 dagirker êdî nikarin dagirkeriyê bikin!

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.