Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Apoyî ku fedayiyê herî mezin e, em ê têkoşîna xwe ya bêeman xurt bikin û teqez bi ser bixînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/07/2021 - 14:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“16’ê Hezîrana 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmana dewleta Tirk a mêtinger de hevrêyên me Çiya, Raman û Çekdar şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çiya Zagros
Nav paşnav: Osman Abdulvahab Rifayî
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Nedawa-Abdulvahab Rifayî
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Raman Xebat
Nav paşnav: Ûgûr Teymûr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ebrîze-Abdulsamed
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Çekdar Amed
Nav paşnav: Botan Guzel
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav. Ayfer-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ÇIYA ZAGROS

Hevrêyê me Çiya li bajarê berxwedêr ê Rojavayê Kurdistanê li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ku şoreşa azadiyê ya gelan e, bi hestên mezin ên welatparêziyê guh da dengê wijdanê xwe û tevlî karên şoreşê bû. Li vê qadê tevlî gelek pêngavên şoreşgerî bû, yên ku li dijî çeteyên hov ên bi teşwîqa dewleta Tirk êrişî destketiyên gelan dikirin. Di dema şer de timî li refên herî pêş bû û erk û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Çiya di vê dema şer de tevî ku gelek caran birîndar bû, hêrsa wî ya li dijî dijmin ti carî kêm nebû, berevajî zêdetir bû. Hevrêyê me Çiya xwest, hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger tevlî têkoşîneke hîn encamgir bike û berê xwe da çiyayên azadiyê yên Kurdistanê ku navenda berxwedanê ye û bû gerîlayekî azadiyê. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe û danheviyekê bû. Ev tecrûbe û danheviya xwe bi îdeolojiya Rêber Apo re kir yek û bû gerîlayekî profesyonel. Di heman demê de danheviya xwe bi hevalên xwe re parve kir û wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih anî. Sala 2020’î di dema êrişên dijmin ên li ser herêma Heftanînê tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Çiya bi moralê ji hevrêyên fedayî Şehîd Harûn û Şehîd Firat wergirtî, di nava jiyanê de timî fedakar, durust û bêhesab bû. Ji bo tevlîbûna xwe ya li nava partiyê li ser xeta fedayî dewam bike, tevlî rêxistiniya me ya Hêzên Taybet bû û meşa xwe bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam kir. Li gorî dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan li her kêliya jiyanê bi berpirsyarî tevgeriya, heta bêhna xwe ya dawî tawîz ji vê sekna xwe neda.

RAMAN XEBAT

Hevrêyê me Raman ku li navçeya Bismilê ya Amedê li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû, şahidî ji polîtîkayên qirkirin û komkujiyê yên dijmin ên li ser gelê Kurd kir û bi vî rengî mezin bû. Li dijî êrişên dijmin, ji bo têkoşînê bimeşîne timî kete nava lêgerînan. Di demekê de ku êrişên herî giran li ser gelê me hene, şer ji kûrahî ve hîs kir û cihê xwe di nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava de girt ku şoreşa neteweya demokratîk a gelan e. Di vê demê de hêza îdeolojiyê ya Rêber Apo baştir nas kir ku gelan azad dike. Li ser vê yekê ji bo Rêber Apo baştir fêhm bike, ji bo bibe xwedî jiyanek li gorî îdeolojiya Rêbertî û hîn bêhtir xizmetê ji gelê xwe re bike berê xwe da çiyayên azad. Bi perwerdeya PKK’ê ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe timî bi pêş xist û li ser vê bingehê ji bo bersivê bide pêvajoyê gelekî hewl da. Hevrêyê me Raman li qada şer xwe ji bo gel û hevrêyên xwe dikir çeper û di têkoşîna dijî dijmin de bi kêliyekê jî teredût nekir, di kêliyên herî zehmet de bi alîkariya hevrêyên xwe ve beziya. Ji dema tevlîbûnê heta kêliya şehadetê, bi soza tolhildanê timî berê xwe da serketinê, haya xwe ji wezîfeyên xwe yên milîtaniya şoreşgerî hebû û hewl da bibe nûnerekî baş ê xeta Rêbertî. Ji bo meşa xwe ya şoreşê ya bi biryar hîn bi bandor bimeşîne, mîsyona fedayîtiyê danî ber xwe û tevlî rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi baweriya serketina doza PKK’ê bi coş û kelecaneke mezin tevlî bû. Li her devera ku ew lê bû bi fedakarî û kesayetiya xwe ya kedkar bawerî da derdorê. Hevrêyên li ser xeta fedayî meşiyan timî ji xwe re kir mînak, di vê doza pîroz de fedayîtî li her cihî û her tim weke berpirsyarî nirxand û bi vê armancê gavên mezin avêt. Li ser bingeha gotina ‘Ruhê hevrêtiyê yê PKK’ê sembola serketinê ye’ bi pratîka xwe ya wêrek mîrateyek mezin ji hevrêyên xwe re hişt.

ÇEKDAR AMED

Hevrêyê me Çekdar li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû, ku ev navçe bi sekna xwe ya serînetewandî ya li dijî dijmin di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî dîrokî ye. Hevrêyê me Çekdar taybetmendiyên serhildêr ê Sûrê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Hîn di zarokatiya xwe de xwedî karakterekî serhildêr bû, tiştekî ku ne ji cewhera wî bû, qebûl nedikir. Dibistanên dewleta Tirk ku weke cihê asîmîlekirina zarokên Kurd dinirxand, piştî demekê ji van navendên asîmîlasyonê qut bû. Hevrêyê me Çekdar zû bi polîtîkayên qirker ên dijmin ên li dijî gelê me hesiya û li dijî van polîtîkayan tevlî karên ciwanan bû. Piştî ku demekê li vê qadê kar kir, li dijî dewleta Tirk a dagirker ku bi hêrseke mezin bû, ji bo têkoşîna xwe hîn bi xurtî û bi bandor bimeşîne tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kelecan û coşa xwe bal dikişand ser xwe. Hevrêyê me Çekdar ku gelekî dixwest hîn bibe, timî hewl dida ku xwe bi pêş ve bibe. Bi vê armancê her kêlî têr û tijî derbas kir. Ji bo Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê hîn zû pêk bîne, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê têkoşîn bi rengê fedayî bê meşandin, ji bo vê jî tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi mîsyona xwe ya fedayîtî, bi taybetmendiya xwe ya kedkarî û fedakarî di her karî de ji bilî serketinê pîvaneke cuda ji bo xwe qebûl nekir. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Di heman demê de gelekî ji hevrêyên xwe hez dikir û bi berpirsyariyeke mezin nêzî hevrêyên xwe hemûyan dibû, bi vî rengî bûbû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Çekdar ku ji bo hilanîna tola hevrêyên şehîd bûne bi biryardarî û îdîaeyeke mezin tevlî bû û têkoşiya, di nava têkoşînê de bi sekna xwe ya radîkal tevgeriya. Dilê xwe yê ciwan bi hezkirina Rêbertî tijî kir, kesayetiya xwe jî li gorî rastiya Rêbertî ava kir û di vê oxirê de bû şervanekî xurt.

Hevrêyên me Çiya, Raman û Çekdar bi kesayetî û kûrahiya di hevrêtiyê de wê ji bo me timî bibin mînaka milîtanên fedayî yên pêşeng. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Apoyî ku fedayiyê herî mezin e, em ê têkoşîna xwe ya bêeman xurt bikin û teqez bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir bê navber dişewitînin – 7 bajaran de faşîzm şewitî!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Axa Kurdistanê ji dagirkeran tên paqij kirin – Gerîla 4 dagirker dîsa ceza kir!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Li Pîrbûlayê şerekî dijwar diqewime

LEZGÎN - Axa Kurdistanê ji dagirkeran tên paqij kirin - Gerîla 4 dagirker dîsa ceza kir!

Ava Rûbarê Geliyê Elî Beg de ciwanekî Rojavayî xeniqî

Ava Rûbarê Geliyê Elî Beg de ciwanekî Rojavayî xeniqî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.