Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê û Berxwedana Gezî silav dikin!

"Pêngava 1'ê Hezîranê ne tenê pêngaveke leşkerî ye; di heman demê de li ser bingeha paradîgmaya nû têkoşîna siyasî û civakî ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/06/2021 - 13:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Em şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê û Berxwedana Gezî silav dikin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em dest bi sala 18’an a pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an dikin. Şehîdên xwe hemûyan ên ku di destpêkirin û pêşvebirina vê pêngavê de rola xwe hebû, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan; Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hem dewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye, hem jî asteke girîng a serxistina vê pêngavê ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Pêvajoya siyasî ya wê demê ev pêngav dîrokî kiriye. Di demekê de ku komplogerên navneteweyî û dewleta Tirk li ser tasfiyekirina Tevgera Azadiyê disekinîn û dûvikên komplogeran ên hundirîn dixwestin PKK’ê tasfiye bikin, pêngaveke bi vî rengî ya gelekî girîng hate kirin.

Piştî ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, di pêvajoya agirbestê ya 5 salan de Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê gelek caran li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kir. Lê belê dewleta Tirk digot ku PKK wê êdî nikaribe şer bike, bivirên şer ên hatibûn veşartin wê li binê axê birize û nema karibe şer bikin. Ji ber ku bi vî rengî difikirîn, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ê hingî bû desthilatdar, dema pirsgirêka Kurd jê hate pirsîn got, ‘eger hûn lê nefikirin hingî pirsgirêkek wiha nîne’. Tasfiyekariya navxweyî jî ku dûvikê komplogerên navneteweyî bûn, ji bo pêşî li têkoşînê bigirin hewl dan partiyê bi dest bixin. Lê belê Rêbertî li ser bingeha paradîgmaya nû feraseta rêxistin û têkoşînê ya nû danî holê. Lewma tasfiyekaran li pêşberî vê yekê ji bilî revê tiştekî din nedîtin.

Bi reva tasfiyekaran re hesabê komplogerên navneteweyî û desthilatdariya AKP’ê bi cih nehat. Di 1’ê Hezîrana 2004’an de gerîla di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Dost û dijmin di demeke kurt de dît ku tasfiyebûn li aliyekî, PKK ji berê xurtir û hîn bi bandortir têdikoşe. Bi vî rengî li dijî êrişa tasfiyekirina PKK’ê bi xurtkirina têkoşînê bersiv ji komplogerên navneteweyî, dewleta Tirk a mêtinger qirker û hevkarên wan ên Kurd re hate dayin.

Ji 1’ê Hezîrana 2004’an heta niha di nava 17 salan de Tevgera Azadiyê ya Kurd hem guherînên mezin kir û xeta sosyalîzma demokratîk li ser bingeha rast da rûniştandin, hem jî ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelekî bi pêş ket. Dewleta Tirk ku di payîza 2014’an de Plana Têkbirinê amade kir û ji wê rojê ve êrişên befireh dike û hewl dide Tevgera Azadiyê tune bike, ev hemû ji ber destketiyên siyasî û leşkerî yên xurt ên Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Pêngava 1’ê Hezîranê ne tenê pêngaveke leşkerî ye; di heman demê de li ser bingeha paradîgmaya nû têkoşîna siyasî û civakî ye. Bi paradîgmaya Rêbertî û bi Pêngava 1’ê Hezîranê ya li ser vê bingehê re, Tevgera Azadiyê ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve nexitimî, berevajî vê yekê bû avaniyeke rêxistinî ya mînak di xeta sosyalî demokratîk de.

Tevgera me ya azadiyê û gerîla, bi ruhê 15’ê Tebaxê û hişmendiya 1’ê Hezîranê li dijî hêzên mêtinger qirker û li hemberî piştevanên wê yên navneteweyî têkoşîneke mezin dimeşînin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, gerîla li dijî êrişa komployeke nû ya dewleta Tirk a bi piştgiriya hêzên navneteweyî li dijî tevgera me dimeşîne, berxwedaneke dîrokî dimeşîne. berxwedana ku çil roj in dewam dike, li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo derbên mezin li dagirkerên qirker dixe, nîşan dide ku ev êriş çiqasî dewam bike jî dawiya dawî wê hêzên qirker têk biçin. Em vê berxwedana dîrokî ya gerîla pîroz dikin. Mîna ku Şehîd Çiyager destnîşan kir; Encam wê bêhempa be!

1’ê Hezîranê di heman demê de salvegera Berxwedana Gezî ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP li ser kedkar û gelên Tirkiyeyê çiqasî zextê dike bila bike, Ruhê Gezî wê di qedandina vê desthilatdariyê de rola xwe bilîze. Ruhê gezî li vê xakê hatiye çandin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê teqez bi ruhê Gezî re bibe yek û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirîne.

Tirkiye ji ber polîtîkayên şer ên qirêj û rêbazên zordar ên faşîst ji aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî ve îro hatiye rizandin. Rojeke bi tenê jî li ber Tirkiyeyê nemaye ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re bimeşe. Her roj bûye barekî gelekî giran li ser gelan. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê li ser xeta modernîteya demokratîk dest bi serdemeke nû ya têkoşînê kir, dema ku bi ruhê Berxwedana Gezî re bû yek û kete nava tevgerê, wê hingî dawî li vê desthilatdariyê bê.

Em şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê û Berxwedana Gezî silav dikin û dixwazin mizgîniyê bidin ku pêkhatina hesreta wan nêz e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 5 Şehîdên Gabarê parvekir

Nivîsa Pêş

Zozan Çewlîk: Pêngava 1’ê Hezîranê li ser bingeha guhertina paradigmayê û perspektîfên Rêber APO bi pêş ket

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zozan Çewlîk: Pêngava 1’ê Hezîranê li ser bingeha guhertina paradigmayê û perspektîfên Rêber APO bi pêş ket

Zozan Çewlîk: Pêngava 1’ê Hezîranê li ser bingeha guhertina paradigmayê û perspektîfên Rêber APO bi pêş ket

Hejmara nû ya Serxwebûnê derket

Hejmara nû ya Serxwebûnê derket

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.