Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Teknîka şer û gerîlayên Kurdistanê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/06/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Teknîka şer û gerîlayên Kurdistanê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û leşker-polîsên artêşa Tirk ya dagirker de şerek dijwar diqewime. Di vî şerî de hin guhertinên giring derketine holê. Em bînin bîra xwe, piştî hevdîtina Erdogan-Bush ya 5’ê Mijdara 2007’an PKK mîna dijminê hevbeş hatibû ragihandin. Piştî vê hevdîtinê Emerîka û Îsraîlê balafirên bê-mirov dane Tirkiyê. Van amûrên hewayî koordînat destnîşan dikirin, balafirên şer jî ev deverên koordînatên wan destnîşankirî, bombe dikirin. Piştre dewleta Tirk ev amûrên hewayî yên di dest xwe de lêkolîn kir, malzemeyên pêwîst ji welatên endamên NATO’yê bi dest xistin û bi vî rengî amûrên ‘xwe’ yên hewayî li hev anîn. Kamerayên Megapixela wan xurt ji Kanadayê girtin, malzemeyên wekî termal jî ji welatên din yên Ewrûpayê bi dest xistin. Êrişên li hemberî gerîlayan esas bi teknîkên wiha meşandin. Jixwe, herkes dizane, bi salan e li ser erdê leşkerên artêşa Tirk nikarin derkevin pêşberî gerîla.

Niha guhertina sereke û pirr giring ew e, êdî gerîla jî amûrên hewayî bi kar tîne û berê xwe dide baregeh û armancên dewleta Tirk. Bikaranîna gerîla ya amûrên hewayî dê birêveçûna şer bi awayekî radîkal biguherîne. Gerîla ji derveyî dema çalakiyan, bi yekîneyên piçûk tevdigere. Leşker û polîsên dewleta Tirk jî li qadên diyar bi cih dibin û bi komî disekinin. Ev rewş ji gerîlayan re avantajeke mezin e. Bi vî awayî gerîla bi van amûrên hewayî dikare derbên girantir li artêşa Tirk bide.

Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal Amed li balafirgeha Amed û Batmanê dan. Dîsa heman hêzan li baregeha leşkerî ya li Şirnexê jî da. Hêzên hewayî yên gerîla bênavber li dijî hêzên dagirker yên artêşa Tirk ên li Metîna, Zap û Avaşînê jî çalakiyan pêk tînin. Hêzên gerîla yên hewayî beriya 4-5 salan hat avakirin. Xuya ye ji niha şûn ve hêzên hewayî dê zêdetir bi pêş bikevin. Gel û hevalên têkoşînê jî dibêjin, tenê pêngaveke wisa mezin û bibandor li bibîranîna Şehîd Delal tê. Zelal e, ev hêzên hewayî yên gerîla dê zêdetir bi pêş ve biçin, xwe bi teknîka herî baş rapêçin, derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker û hêzên qirker bidin.

Piştî çalakiyên bi bandor û dîrokî yên hêzên hewayî yên şehîd Delal ên li Amed, Batman û Şirnexê, dewleta Tirk kete panîkê. Abdullah Agar ê wekî berdevkê şerê taybet û serokê daîreya îstîxbaratê yê serfermandariya artêşa Tirk yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn gotin, divê bi lez pêşî li pêşketina hêzên hewayî yên gerîla bê girtin. Gotin, heger pêşî lê neyê girtin, ji bo dewleta me pirr tehlûke û xeter in. Ewqas tirsiyan, gotin, ev amûrên hewayî ji Bakurê Sûrî tên, divê em wê derê dagir bikin. Ev gotin û yên din tev nîşan didin ka hêzên Şehîd Delal derbên çiqas giran li xeyalên wan dane. Heke tirsa wan ne mezin bûya, hema nedigotin, em Bakurê Sûrî dagir bikin.

Demekê Tayyîp Erdoganî digot êdî herkes dikare bigihe teknîkê; em jî ji vê sudê werdigirin. Ê madem Tirkiye dikare xwe bigihîne vê teknîkê, ji endamên NATO’yê her cûre çekan bi dest dixe; şervanên azadiyê jî bi desteka maddî ya gelê Kurd dikarin bigihin van amûrên hewayî û teknîka van amûran komanda dike. Bêguman derfetên gerîla yên maddî bi sînor in. Lê gelê Kurd çawa bi dehan salan gerîla radipêçe, dê ji niha şûn ve jî vê bidomîne. Jixwe, hebûna xeta serbixwe ya tevgera azadiyê xwe disipêre hêza maddî û manewî ya gel. Ji ber ku gelê Kurd tevgera azadiyê û gerîlayan wekî hêzên hebûna wî diparêze dibîne, bi dehan sal e, hebûna xwe, hêza xwe ya maddî pêşkêşî vê tevgerê dike. Dîrok dê di her rewşê de vê sekna gelê Kurd binivîse.

Gerîlayê Kurdistanê ne şervanên ji rêzê ne. Hemû canbexş in, fedayî ne. Hemû amade ne ji bo gelê xwe can bidin. Jixwe, ji ber ku canbexş in, berê xwe dane nav refên gerîla. Di televîzyona me de, di televîzyon û platformên din de em guhdarî li axaftinên gerîlayan dikin. Em li nivîs û bibîranînên wan guhdarî dikin. Rojnivîsên van lehengan dixwînin. Di her hevokê de lehengiyeke canbexşane heye. Li pêşberî hêzeke wiha canbexş, ti hêza teknîkê nikare bi ser bikeve; tenîka ku ev gerîla bi kar tîne jî dê ji bo dijminan gelek rûxîner be.

Rêber Apo dibêje, teknîka herî mezin mirov bi xwe ye. Ji mirov mezintir û bihêztir teknîk tine ye. Hele ev mirov canbexş bin, dikarin bibin teknîka herî bihêz ya dinyayê; dikarin her cûre teknîkê serûbinî hev bikin. Niha di nav gerîlayên Kurdistanê de em vê rastiyê bi çavên xwe dibînin.
Gerîlayê Kurdistanê wekî hêza herî girîng a dîrokê, di rûpelên dîrokê de navê xwe nivîsiye. Lê niha bi teknîka hewayî, tecrûbeya gerîla ya 40 salî derbasî qonaxeke nû bûye. Ji vî alî ve gerîlayên Kurdistanê li ser xeta modernîteya demokratîk, gihiştine şêwazekî nû û hêzeke nû ya lêxistinê. Jixwe, gerîlatiyê di tevahiya dîrokê de li dijî teknîkên dewletê yên bipêşketî, şêwazê xwe yê şer bi pêş xistiye, teknîka xwe afirandiye. Îro jî gerîlayên Kurdistanê bi şêwazê gerîla yê nû, hêza lêxistinê û doktrîna şer, di şerê gerîla de demeke nû daye destpêkirin. Bi her halî, dema pêş, yek ji mijarên herî zêde bê axaftin, dê ev be.

Em hêvî dikin ku li dijî dagirkerên Kurdistanê û desteka teknîk a ji hêzên derve digirin, hêzên parastina gel jî bi hêz û teknîka xwe li ber xwe bidin, têbikoşin û dagirkerên Kurdistanê bi bin bixin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Dergûşa Parastinê Zagros

Nivîsa Pêş

TAYBET – Kurê Apê Dedo bang kir: Buyera Baxtiyar Aydin zelale – Bavê min berdin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Kurê Apê Dedo bang kir: Buyera Baxtiyar Aydin zelale – Bavê min berdin!

TAYBET - Kurê Apê Dedo bang kir: Buyera Baxtiyar Aydin zelale - Bavê min berdin!

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenên çalakiya Girê  Azad parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenên çalakiya Girê Azad parvekir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.