Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê bîlançoya şer ya mehekî parvekir – 238 dagirker hatin cezakirin!

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku weke gaveke nû ya taktîkî bi çalakiyên xurt deng vedan, di nava mehekê de performanseke girîng a şer nîşan da.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/05/2021 - 13:51
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên li Heftanîn Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya mehekê ya şer bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Têkoşîna me ya azadiyê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û mêtinger tê meşandin, 6 salên dawî bi rengekî bênavber dewam dike. Ev şerê ku bi awayekî bêeam tê meşandin, bi êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk re ya şeva 23’ê Nîsanê li Avaşîn, Metîna û Zapê da destpêkirin, kete qonaxeke nû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava mehekê de berxwedan û performanseke şer a destanî nîşan dan ku cîhanê jê re şahidî kir, bi baldarî şopand. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker plan dikir ku gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike, di berxwedana Zendûra, Cîloyê Biçûk, Mervanos û Mamreşo de xitimî. Bi saya berxwedana şehîdên me yên leheng, dijmin nekarî li gorî daxwaza xwe bi pêş ve biçe, li cihê ku dagir kir nekarî serwer bibe, di bin zexta çalakiyê ya hêzên me de nekarî sîstema ku dixwest ava bike. Li pêşberî asta gerîlayên serdema nû, performansa şer û rêbazên dewlemend ên hêzên me, hate fêhmkirin ku dewleta Tirk wê planên xwe nikaribe bi ser bixîne. Bi pêvajoya şer a mehekê re encamên gelekî girîng hatin afirandin.

GERÎLA LI HER CIHÎ BI RENGEKÎ TOPYEKÛN LI BER XWE DIDE

Dewleta Tirk bi êrişeke qirkirinê ya topyekûn a li dijî gelê Kurd, dixwaze vê yekê bibe serî. Ji ber vê yekê, şerê ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker tê meşandin ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye; Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Amedê heta Amanosan, ji Botanê heta Serhed û Dersimê li her cihî berxwedaneke berfireh û topyekûn dimeşînin. Ji bo pêşengiyê ji Pêngava Dema Azadiyê re bike, ji bo planên dagirkirina Kurdistanê pûç bike, ji bo tecrîdê bişikîne û faşîzmê hilweşîne, sekna fedayî ya Apoyî ya ku şehîdên me yên leheng nîşan da, ji bo jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd re bû hêz û moral. Hêzên Parastina Gel ku li ser bingeha perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî hewl dide wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih bînin. Bi berxwedana gerîla re, bi ruhê serhildanê yê gelê me û ciwanên Kurd, bi çalakiyan û helwesta neteweyî em ê encamê werbigirin.

Berxwedana dîrokî ya ku li çiyayên Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî tê meşandin, bi temamî berhema hevrêyên me yên şehîd ên leheng in. Hêzên me di her roja Meha Gulanê ya Şehîdan de ji Dersimê heta Serhedê, Amedê, Botanê, Mêrdînê, Avaşînê, Heftanînê, Metînayê, Zap û Xakurkê bi taktîkên dewlemend çalakiyên xurt li dar xistin. Di dîroka me ya têkoşînê de yekemcar ji êrişê heta xweberdana nava dijmin, ji sabotajê heta kemîndanînê, ji çekên giran heta sûîqestê, ji çalakiyên hewayî heta çalakiyên koordîneyî yên tîmên gerîla bi taktîkên cihê û dewlemend ewqas derb li serweriya dewleta Tirk hate xistin.

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL PERFORMANSEKE GIRÎNG NÎŞAN DA

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku weke gaveke nû ya taktîkî bi çalakiyên xurt deng vedan, di nava mehekê de performanseke girîng a şer nîşan da. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, li dijî 23’emîn Fermandariya Tumenê ya Sînor a Şirnexê ku navenda koordîneyê ya êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê ye û li dijî 8’emîn Baregeha Jetê ya Bingehîn a li Amedê ku baregeha balafirên şer e ku bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne û xelkê me yê sivîl qetil dike, li dijî navenda koordîneyê ya Êlihê ku balafirên bêmirov ên îstîxbaratê jê radibin, bi rengekî serketî çalakî li dar xistin. Lê belê dewleta Tirk hewl da encamên van çalakiyan ji raya giştî veşêre, derew kir, lê tevî vê yekê jî neçar ma ku baregehên xwe ji bo demekê bigire. Hêzên me yên Şehîd Delal ev çalakiyên xwe ne bi rêbazên berê, lê belê bi teknîkên nû kirin ku artêşa Tirk jî nikare pêşî lê bigire.

Atmosfera ku dewleta Tirk a dagirker bi şerê psîkolojîk û propagandayê hewl dide biafirîne û dibêje, ‘Her devera ku ez biçim ez ê bigirim, ez ê her hêza derkeve pêşiya min bieciqînim’, mîna li Garê di berxwedana meha dawî de jî careke din pûç bû. Li hemberî vê hêza faşîst mêtinger qirker a bûye belayê serê gelên herêmê û gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nîşan dan ku ew hêza bi îrade ya ku azadiyê û hêviyê temsîl dike.

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine lidarxistin;

– 2 kemîn
– 6 çalakiyên xweberdana nava dijmin
– 10 çalakiyên hevdemî û koordîneyî
– 13 çalakiyên lêdana derbê
– 21 çalakiyên sûîqestê
– 29 çalakiyên bi çekên giran
– 42 çalakiyên sabotajê
– 46 çalakiyên êrişê
– Bi giştî 169 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Hevrêyên me yên şehîd bûn;
– 39 hevrêyên me şehîd bûn.

Çalakiyên ku ji aliyê Hêzên Parastinê yên Hewayî yên Şehîd Delal ve hatin lidarxistin;

– 34 çalakiyên hêzên parastina hewayî hatin lidarxistin.

Êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

– Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, helîkopter û balafiran her roj bênavber bi sedan carî bombardûman hate kirin.
– 42 caran hewl dan bikevin nava tunelên şer û her carê jî hatin têkbirin.
– 12 caran gazên bi jehr û kîmyewî bi kar anî.

Encama çalakiyên hêzên me;

– 238 dagirker hatin cezakirin.
– 30 dagirker birîndar bûn.

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;

– 2 Drone
– 6 Helîkopter
– Wesayiteke bi tîpa Kobra

Alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– Mertalên ku fîşek pê re naçin
– Wesayiteke zirxî ya bi tîpa Amarok
– Wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra
– Wesayiteke bi tîpa Reo
– Çekek A4
– 2 Radar
– 3 Kon
– 3 Kamerayên Mobese
– Bi dehan çeper hatin rûxandin.

Alavên leşkerî yên ji ser dijmin hatin rakirin;

– Çekek MPT
– Çekek bombeavêj
– Çekek BKC
– Çekek B7
– Dûrbînek Termal
– Cîhazeke bêtêl
– 2 Dûrbînên çekê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana nîv sal li du xwe hîşt!

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Dayika Emîne Şenyaşar: Emê têbikoşin

Dayika Emîne Şenyaşar: Emê têbikoşin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.