Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: “Her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne”

"Ya ku bû wesîleya partîbûyîna me PKK'ê, roj bi roj vê partîbûnê mezin dike, nirxên herî pîroz diafirîne, em gihandiye vê astê û wê me bi ser bixîne; rastiya şehadetê û artêşa me ya şehîdan a nemir e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/05/2021 - 9:49
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya 18’ê Gulanê daxuyaniyeke weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Ya ku bû wesîleya partîbûyîna me PKK’ê, roj bi roj vê partîbûnê mezin dike, nirxên herî pîroz diafirîne, em gihandiye vê astê û wê me bi ser bixîne; rastiya şehadetê û artêşa me ya şehîdan a nemir e. Rêber Apo bi dilsoziya bi şehadeta pêşengê me yê şoreşger ê enternasyonalîst hevrê Hakî Karer ku bi gotina ‘mîna ruhê min ê veşartî bû’ pênase dikir, bi partîbûnê biryara mezinkirina têkoşînê da û Partiya Şehîdan PKK li ser vê bingehê derkete ser dika dîrokê.

Partiya me PKK bi rêbertiya Rêber Apo nîv sed sal e bi rengekî bêeman û bênavber têdikoşe, di her sal û mehên têkoşîna xwe de şehîd da û ji bo gelê Kurdistanê artêşa şehîdan, xeta xurt a şehîdan û nirxên herî pîroz afirand. PKK li ser vê bingehê bû Partiyeke Şehîdan û di bin fermandariya şehîdan de têkoşîn da ber xwe, bi biryardariya hilanîna tola şehîdan û biserxistina armancên wan, bi erk û wezîfeyên xwe rabû.

18’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Hakî Karer di heman demê de bû roja şehadeta hevrê Halîl Çavgûn û Çaran. Her ku doza me ya azadiyê bi pêş ve çû û mezin bû, her ku têkoşîna me mezin bû, di her mehê de bi taybetî jî meha Gulanê de şehadetên mezin çêbûn, her rojên meha Gulanê bi destanên lehengiyê bû xwedî wateyeke dîrokî. Ji ber vê yekê meha Gulanê weke Meha Şehîdan tê bîranîn, meheke welê ye ku dilsoziya me ya bi şehîdan re xurtir dibe, rastiya şehadetê bêhtir têdigihêje, li pêşberî rastiya şehîdan rexnedayina sekna xwe didin û biryardariya me ya ji bo bicihanîna armancên şehîdan mezintir dibe. Weke şopdarên xeta şehîdên fedayî ku sond xwarine armancên wan bi cih bînin, di salvegera 44’an a meha şehîdan de di şexsê hevrê Hakî Karer û Şehîdên Meha Gulanê de şehîdan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Artêşa Şehîdan a Nemir a PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya bênavber de roj bi roj mezin dibe. Her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne. Di Meha Şehîdan a 45’emîn de ji Amedê heta Mêrdînê, ji Metînayê heta Avaşînê li her devera Kurdistanê hevrêyên me bi lehengî li ber xwe didin, bi sekn û şerê xwe xeta şehîdan bi awayê herî şareza temsîl dikin. Bi taybetî li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, hevrêyên me yên ku bi fermandariya hevrê Serhat Giravî bi rojan li dijî artêşa dagirker a dewleta Tirk a qirker li ber xwe dan, derbên giran lê dan û li quntara çiyayên Zagrosan destaneke berxwedanê ya dîrokî nivîsandin, bû yek ji xelekên şehadetê yên herî bi wate yên dîroka me ya têkoşînê. Weke şopdarên şehîdan ku 44 sal in ti carî dest ji meşa li ser xeta şehîdan bernedane û wê ti carî jî dest jê benedin, di sala 45’an de em ê têkoşîna xwe bi rengekî bênavber dewam bikin.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku di bin fermandariya Artêşa Şehîdan de û bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê şer dikin, em ê tola mezin a şehîdên xwe hilînin, her tim şopdarê xeta şehîdan bin, di meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad de bi gavên hîn ji xwe bawer têbikoşin, her roj hîn bêhtir xwedî li bîranînên wan derkevin û bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em carke din şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubaer dikin ku ti carî ji parastina jiyana hêjayî bîranînên wan e tawîzê nedin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwan li diji dagirkeriya dewleta Tirk li Parîsê daketin qadan

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Girava Îmraliyê şewat derket!

Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbata Şenyaşar: Em dixwazin her kesê xwedî wîjdan deng bidin dengê me

Malbata Şenyaşar: Em dixwazin her kesê xwedî wîjdan deng bidin dengê me

Manşet

  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.