Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG 4 şehîdên li Garzan û Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya şehîdên Garzan û Amedê eşkere kir û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe em ê bi ser bixînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/05/2021 - 14:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG 4 şehîdên li Garzan û Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Kanûna 2020’î li qada Şêx Cûma ya Bedlisê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de roja 11’ê Çileya 2021’ê di navbera komek ji hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Şer û bombardûmanê heta nîvê şevê dewam kir. Di çer de gelek dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Poyraz, Azad û Nûman ên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Vê operasyonê heta 24’ê Nîsana 2021’ê dewam kir.

Partiya me PKK li ser mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên pîroz ava bû û mezin bû. Her şehadet ji bo têkoşîna me bû hinceta gavekê ku bi pêş ve bê avêtin. Ev kevneşopiya ku bi şehadeta hevrêyê me Hakî Karer dest pê kir heta vê demê hatiye. Partiya me PKK ku bi pêşengiya şehîdan dimeşe, weke Partiya Şehîdan bûye navê meşa serketinê.

Hevrêyên me Poyraz, Azad û Nûman ên li Garzanê şehîd bûn, bi berxwedana xwe bûn nûnerê kevneşopiya milîtaniyê û heta fîşeka dawî bersiva pêwîst dan artêşa Tirk a faşîst û mêtinger.

POYRAZ BÛLANIK

Hevrêyê me Poyraz sala 1992’an li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû, ku ev navçe li gel zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger di nava her şert û mercî de piştgiriyê dide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevlîbûneke xurt li vê têkoşînê dike. Hevrêyê me Poyraz li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji bo bi awayekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe timî kete nava hewldnan. Biryardariya wî ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla, kir ku ew xwe bigihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Poyraz ji roja ku tevlî bû û pê ve bi sekna xwe ya li nava dîsîplîna pergala leşkerî, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên xwe ra bal kişand. Hevrêyê me Poyraz timî fermandarê nemir hevrê Agît ji xwe re kir mîna û ji bo xwe bigihîne xeta Agît timî hewl da. Di demeke kurt de bû fermandar û li qadên ku lê ma bi pêşengiyê tevlî nava kar bû. Ji Zagrosan heta Garzanê li gelek herêman şopa xwe çêbû û bi biryardariya xwe ya mezin û keda xwe ya bêhmpa timî pêşengî ji berxwedana mezinkirina têkoşînê re kir. Hevrêyê me Poyraz ku bi kesayetiya xwe ya serhildê dihate naskirin, li her cihê ku lê ma ji bo hevrêyên xwe timî bû çavkaniya moralê. Heft salan bênavber li Garzanê pratîk kir, derbên giran li dagirkeran da û bi rêbaza xwe ya dewlemend di gerîlatiya profesyonel de bû fermandarekî fedayî yê Apoyî. Hevrêyê Poyraz bi sekna xwe ya fedayî û keda xwe ya bêhempa wê her tim weke lehengekî pêşeng ê Garzanê bê bîranîn û bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji têkoşîna me re.

AZAD ŞOREŞ

Hevrêyê me Azad di sala 1994’an de li Bedlisê j dayik bû, di nava kevneşopiya berxwedêr a Garzanê de mezin bû. Hevrêyê me Azad ku hovîtiya dewleta Tirk a mêtinger a li gelê me dît, di temenekî zû de rastiya dijmin nas kir û li dijî êrişên înkar û tunekirinê yên dijmin rêya serketinê di berxwedana gerîla de dît û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li Garzanê ma û tevlî pratîka xurt a serketinê ya gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê rêzdariyê. Li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bi hêrseke mezin û daxwaza têkoşînê her tim li refên herî pêş ên şer cih girt.

NÛMAN DORŞÎN XINIS

Hevrêyê me Nûman sala 1994’an li Êlihê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Li dijî polîtîkayên bêîradekirin û bênasnamekirina ciwanên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger û qirker ve hate meşandin, hevrêyê me Nûman bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiv da dagirkeran. Hevrêyê me bi têihiştina ku ciwanên Kurd bêalternatîf nîne, agirê azadiyê yê Rêber Apo gelê me ronî dike û wê gelê me bigihîne jiyana azad, bi têkoşîn û daxwaza têkoşînê her li pêş bû. Di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û bi pratîka gerîla cihê xwe di nava çalakiyan de girt ku derbên giran li dagirkeran xist.

Hevrêyên me li Garzanê destanên lehengiyê nivîsandin û di nava şert û mercên herî giran de milîtaniya fedayîtî ya Apoyî temsîl kirin. Ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên leheng ku cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtin wê li erdê nemîne û teqez bi ser bê xistin.

14’ê Nîsana 2021’ê li qada Şehîd Kendal a Amedê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Hêzên me ku ev operasyon şopand, derbên giran li yekîneyeke dagirker xistin. Li vir şerekî giran dest pê kir û 40 deqeyan dewam kir. Di vî şerî de derbên mezin li hêzên dijmin ên dagirker hate xistin. Artêşa Tirk ragihand ku di vî şerî de dagirkerek hatiye cezakirin, 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin gelekî zêdetire. Hevrêyê me Mahîr bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Dara Bagok jî bi birîndarî dîl ket destê dijmin. Ev operasyon 17’ê Nîsanê bi vekişînê bi dawî bû.

MAHÎR FARQÎN

Hevrêyê me Mahîr li keleha serhildan û berxwedanê li paytexta me Amedê linava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Mahîr ku taybetmendiya berxwedêriyê ya Amedê d kesayeitya wî de ava bû, ji ciwantiya xwe ve tevlî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me Mahîr welatparêziya ji malbata xwe, çanda Kurd, çand û exlaqa Apoyî di kesayetiya xwe de gihand hev û dibistanên dewleta Tirk a qirker ku asîmîlasyonê li ciwanên Kurd ferz dike, terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mahîr polîtîkayên zext û zilmê yên dewleta Tirk a li ser gelê me ti carî qebûl nekir û bi hêrseke mezin ev taybetmendiya xwe di nava têkoşînê de nîşan da. Timî li ser wê mijarê kûr bû ku çawa dikare tolê ji dijmin hilîne, çawa dikare dawî li dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê bîne. Hewl da bibe hêza çareseriyê. Di pêvajoya sala 2014’an de ku yek ji demên herî giran ên têkoşîna me ya azadiyê bû, tevlî nava refên gerîla bû û bi germahiya têkoşînê di demeke kurt de bû fermandarekî gerîla yê şareza. Salên dawî ji bo xwe bigihîne gerîlatiya modern gelekî hewl da, ked da.

Hevrêyê me Mahîr bi baweriya ku tenê bi tîmên gerîlayên profesyonel derbên mezin dikare li dewleta Tirk a mêtinger bê xistin, bi vî rengî dijmin dikare bê têkbirin, ji bo vê baweriya xwe bi cih bîne, bi daxwazeke mezin pêşniyar kir ku tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe. Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin bi coş û kelecaneke mezin weke şervanekî azadiyê li warê ji dayik bû li Amedê vegeriya. Bi heman coş û kelecanê tevlî karên pratîkî bû û di afirandina nirxên mezin û pêkanîna çalkaiyan de di asta pêşengiyê de bi rola xwe rabû.

herî dawî li qada Şehîd Kendal di operasyonê de derbên mezin li dagirkeran xist. Hevrêyê me Mahîr bi lehengiyeke mezin heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dagirkeran şer kir û têkneçûna milîtaniya Apoyî careke din ispat kir.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Poyraz, Azad, Nûman û Mahîr, em sersaxiyê ji gelê Kuridstanê yê welatparêz re dixwazin û carek din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

Nasnav: Mahîr Farqîn
Nav paşnav: Oner Kirmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Enver
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Nîsana 2021 / Amed

Nasnav: Poyraz Bûlanik
Nav paşnav: Kûrban Pehlîvan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Şehrînaz-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Garzan

Nasnav: Azad Şoreş
Nav paşnav: Ridvan Eryilmaz
Cihê jidayikbûnê: Bedlis
Dayik-Bav: Gulseren-Demîrhan
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Garzan

Nasnav: Nûman Dorşîn Xinis
Nav paşnav: Mîrkan Yalavûz
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Azîme-Halît
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2021 / Garzan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE: Di 2 çalakiyan de 2 endamên MÎT, leşkerek û çeteyek hat kuştin

Nivîsa Pêş

PKK: Em li ser rêya Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye

PKK: Em li ser rêya Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin

FLAŞ – Li Heftanînê darbeyeke mezin leşkerên Tirk ên dagirker xwar: Bi dehan leşker hatin cezakirin

HPG li her derê lê dide - 3 dagirker dîsa hatin ceza kirin

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.