Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê: Di vê cejnê de divê em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin

"Em hêvîdar in ku Cejna Remezanê ji bo civata Îslamê û tevahiya mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û tenduristiyê. Em dibêjin, bila cejna îsal hêzê bide têkoşîna ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/05/2021 - 11:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand. KCK’ê destnîşan kir ku di vê serdemê de têkoşîna demokrasiyê ji bo civata Misilman bi qasî îbadetê wezîfeyeke pîroz e û wiha dewam kir:

“Em hêvîdar in ku Cejna Remezanê ji bo civata Îslamê û tevahiya mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û tenduristiyê. Em dibêjin, bila cejna îsal hêzê bide têkoşîna ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad. Di serî de Kurdistanên Misilman em cejnê li Misilmanan hemûyan pîroz dikin ên ku di îbadeta xwe de daxwaza başî, rastî, maf û edaletê ji bo her kesî dikin.

Têkoşîna demokrasiyê ya vê demê, ji bo gelên Misilman bi qasî îbadetê bûye wezîfeyeke pîroz. Misilman, şert û mercên heyî yên jiyanê û rejîmên siyasî yên heyî ku navê xwe çi dibe bila bibe, divê qebûl nekin. Em dixwazin destnîşan bikin ku di nava van şert û mercan de meşandina têkoşîna demokrasiyê exlaqî ye, mirovî ye û li Îslama Mûhammedî tê. Îslam tenê bi têkoşîneke bi vî rengî dikare ji destê dîktatorên mezhebperest, neteweperest û qirker bê rizgar kirin, ji îstîsmarkirinê bê parastin û bigihêje nirxên demokratîk ên ku temsîl dike.

‘JI BO AVAKIRINA JIYANEKE AZAD DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE GEŞTIR BIKIN’

Bi wesîleya vê cejnê, di serî de gelên Ereb, Fars û Tirk em bang li gelên Misilman hemûyan dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin, di nava xwişk û biratiyê de tevbigerin. Em bang li gelên xwe yên Misilman ên li Rojhilata Navîn û gelan hemûyan dikin ku bi hişmendiya demokratîk û baweriya hevpar, li dijî dijminên mirovaniyê li dijî faşîstan, mezhebperestan, îstîsmarkarên olî yên xwedî qesr û desthilatdariyê, têkoşînê geştir bikin. Em Cejna Remezanê li gelan pîroz dikin. Hêvîdar in ku ev cejn ji bo Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û biratiyê.

Kurdistaniyên hêja,

Gelê Kurdistanê di nava êrişên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker û mêtinger dest bi vê cejnê kiriye. Kurd gelekî welê ye ku ji ber êrişên qirker ên dewleta Tirk a înkarker, hebûn û destketiyên wan di nava metirsiyê de ne. Ji ber vê yekê divê Kurd beriya her kesî û her tiştî vê metirsiya li dijî xwe beralî bike. Weke gel, heta ku em êrişên qirkirinê têk nebin û jiyaneke azad û demokratîk ava nekin, em ê jiyaneke aram nebînin. Bi vê têgihiştinê divê em têkoşînê mezin bikin.

Di vê demê de tenê bi berxwedan û têkoşîna mîna gerîla em dikarin bi ser bikevin. Şert e ku em bi berxwedana gerîla re bibin yek, li her cihî û her demê mîna gerîla bibin çalakger. Divê em bêjin, ku tevlîbûna li nava gerîla ji bo me nebe nabe û têkoşîna li ser vê bingehê divê ji bo me bibe wezîfeyeke pîroz. Yekane rêya ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin, bersivê bidin hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin û azadiyê misoger bikin, ev e. Bi wesîleya vê cejnê banga me li Kurdistaniyan ew e ku berxwedana li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger mezin bikin.

‘ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ KONSEPTEKE NAVNETEWEYÎ YE’

Dewleteke ku zimanê dayikê yê gelê Kurd qedexe kiriye, dibêje ku ‘pirsgirêka min bi Kurdan re nîne’ ku ev nêzîkatî bi xwe nîşan dide ku metirsiya qirkirinê çiqasî mezin e. Kurdên noker bi daxuyaniyên xwe li kêleka dewleta Tirk a qirker radiwestin ku ev yek jî nîşan dide, êrişên qirkirinê yên tên kirin, konsepteke navneteweyî ye. Lewma di serî de gelê me yê li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji bo tevahiya Kurdan wezîfeyeke dîrokî ye ku bibîne, metirsiyeke mezin li ser wan heye û bi vî rengî rabin ser piyan.

Di vê pêvajoyê de ku têkoşîna bi rengê yekîtiya neteweyî gelekî girîng e, em bang li Kurdan hemûyan dikin, dijminatiya ku dewleta Tirk a qirker û dagirker hewl dide bixe nava Kurdan, têk bibin. Em careke din bi bîr dixin ku divê li dijî vê fitne û fesadiyê têkoşîna hevpar bê xurtkirin û Cejna Remezanê li Kurdistaniyên Misilman hemûyan pîroz dikin.

‘DI ASTA HERÎ BILIND DE PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE XURT BIKIN’

Bi navê Kurdistaniyan di cejna îsal de divê li gorî salên derbasbûyî em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin. Bi rengekî girseyî serdana şehîdgehan bikin û şehîdên xwe bi bîr bînin. Bi rengekî hîn xurt xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û bersivê bidin êrişên dijmin ê faşîst û qirker. Di serî de malbatên şehîdan em piştgiriya bi malbatên girtiyan re di asta herî bilind de xurt bikin. Bi navê tevgerê, bi wesîleya vê cejnê di şexsê hevrêyên xwe yên ku li pêngavên Cenga Heftanînê, Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şehîd bûne bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî li ber bîranîna şehîdan hemûyan ditewînin û careke din dubare dikin ku em ê soza serketinê ya ku dane şehîdan bi cih bînin. Di serî de berxwedêrên li kampên Mexmûr û Lavrîoyê em cejna Remezanê li Kurdistaniyên Misilman hemûyan pîroz dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî tecrîdê ciwanên Kurd ên Zurihê Balefirgehê de çalakî kirin

Nivîsa Pêş

3 Şehîdên Kurdistanê emanetê axa welatin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
3 Şehîdên Kurdistanê emanetê axa welatin

3 Şehîdên Kurdistanê emanetê axa welatin

Zarokên Agir 3 bajarên Tirkan de agir pêxist

Zarokên Agir 3 bajarên Tirkan de agir pêxist

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.