Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ewrûpa vediguhere koma bênirxan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/04/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ewrûpa vediguhere koma bênirxan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê faşîzma AKP-MHP’ê teşhîr kiriye, aniye ber hilweşandinê. Li gel vê, maskeya piştgir û alîkarên vê desthilatê jî aniye xwarê. Yekîtiya Ewrûpayê ya dibêje, ez xwediyê demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê me, destekê dide faşîzma AKP-MHP’ê ya li herêmê û dinyayê lîdertiya dijminahiya demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq û hiqûqê dike. Ev nîşan dide ku Ewrûpa esas di krîza nasname û karakter de ye. Her pergala siyasî xwe disipêre bingehekî rewabûnê. Ewrûpa niha wan bingehên xwe disipêreyê yek bi yek winda dike. Ji bilî hin objeyên ji bo serfkirinê dide civakan, ti nirx di dest de nemaye. Herku diçe, zêdetir dikeve rewşa civakeke bênirxan. Di rastiyê de ev dibe destpêka qonaxeke têkçûnê.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi dibêje, Erdogan dîktator e, lê ji ber berjewendiyan divê têkiliyan pê re bidomînin. Tê fêmkirin, Tayyip Erdogan bi mirovên ji Sûrî kişandî, şantajê li Ewrûpayê dike, Ewrûpa rehîn girtiye. Serokwezîrê Îtalyayê Draghi jî her mîna rehînekî axivî. Yan na, nedigot dîktator e, lê divê têkiliyên me pê re dewam bikin. Desthilata AKP-MHP’ê û yên xwedî heman fikrê, dikarin di himêza hev de bin. Lê Ewrûpaya ku dibêje, demokrasî, azadî û mafên mirovan, wê nikaribe bi têkiliyên xwe vê desthilatê li ser piyan bigire.
Ji ber ku ew desthilat dîktatoriyeke faşîst e ku nirxên Ewrûpa lê xwedî derdikeve hemûyan binpê dike, bi ti awayî wan nas nake. Di vê astê de têkiliya Ewrêpayê ya bi desthilata Erdogan re ya ku demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê herî zêde binpê dike, durûtî ye, bêexlaqî ye.

Niha Ewrûpa şirîk û hevkarê zext û zora li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Ji ber ku li hemberî êriş û zilma Erdogan dike, tenê fikaran tîne ziman. Erdogan û Bahçelî jî ji ber vê bêhelwêstiya Ewrûpayê û ji ber ku dizanin tenê wê bêjin, ‘em bi fikar in’, zext û êrişên li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê zêdetir dikin. Faşîstên li Tirkiyê hiş û eqlê siyaseta Ewrêpayê fêm kirine û bi kar tînin. Niha desthilata AKP-MHP’ê Ewrêpayê ji bo nîzama faşîst wekî înstrumanekê bi kar tînin. Ev jî dihêle ku faşîzm rewa bibe, zilma dike, normalîze bibe. Wateya têkiliya Ewrûpayê ya bi Tirkiyê re ev e.

Ji bo Ewrûpayê ne mesele ye dewleta Tirk Kurdan qir bike, bi deh hezaran Kurdan biavêje zindanan, kolan û meydanan bike warê terora faşîzmê. Ji bo Ewrûpayê ne mesele ye Tirkiye bûye welatê bêedaletî û zilma giran. Lê mesela, jina siyasetvan Ursula von der Leyen ya seroka komîsyona YE’yê li qesra Erdogan li ser lingan dihêlin, cih nadinê rûnê. Wisa bê nirx nêzîk dibin. Ma pîvana nirxên Ewrûpayê ev e…

Ji bo desthilata Erdogan ti nirxê jinê tine. Di wê hevdîtinê de Ursula von der Leyen wekî xemlekê bi kar anîne. Ya rast, divê Ursula von der Leyen bi dîktatorekî dijminê jinê re yê ku peymana Stenbolê betal kiriye, hevdîtin nekiriba. Bi vê hevdîtinê Ursula von der Leyen li hemberî jinan şaştî kiriye. Diviyabû von der Leyen li jinên li Tirkiyê û Kurdistanê bifikiriya, wisa li hemberî Erdogan helwêst nîşan bidaya. Bi vî awayî ew ê xwedî li nirxên jinê derbiketa, xwedî li nirxên Ewrûpayê derbiketa û hingê nedikarîn wê piçûk bixin. Jixwe, li Ewrûpayê jî bi navê nirxan çi hebe, yê jinan û gelan e. Desthilatan ji bo berjewendiyên pûç, ev nirx avêtine wî alî.

Ya rastî, divê êdî gelên Ewrûpî nehêlin welatên yekîtiyê ewqasî destekê bidin rejîma Erdogan û bêjin, bes e. Ji ber siyasetvanên Yekîtiya Ewrûpayê hêzê didin desthilata faşîst a Erdogan-Bahçelî, emrê wê dirêj dikin. Bi vî rengî li hemberî gelên Ewrûpayê jî bêrêziyê dikin û gel diêşînin. Kiryarên ev siyasetvan bi navê gelê xwe dikin, polîtîkaya wan a qirêj êdî hatiye wê astê ku gelên Ewrûpayê jî qebûl nekin.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê bi têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî esas nahêlin rûmeta Ewrûpayê jî binpê bibe. Polîtîkayên desthilatên li Ewrûpayê yên durû, bêexlaq û bêwijdan eşkere kirine, ev rastî nîşanî gelên Ewrêpayê jî dane. Bi vî rengî bi navê demokrasî, azadî û edaletê dê pêşî li xapandina gelên Ewrûpî jî were girtin. Ji ber ku heger bi rastiyê bizanin, gelên Ewrûpayê jî wê qebûl nekin, rêveberiyên wan destekê bidin rêveberiyeke wisa faşîst.

Dîrokeke welatên Ewrûpayê jî heye. Ji bo demokrasî, azadî, mafên mirovan û edaletê gelek berdêl dane. Lê desthilatên niha van nirxan binpê dikin, li dijî gelên xwe sûc dikin. Em jî wekî gelê Kurd dibin êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk de ne. Niha desthilata AKP-MHP’ê van êrişan zêdetir û dijwartir dike. Welatên Ewrûpayê jî li şûna li dijî vê desthilatê helwêstekê nîşan bidin, têkiliyan bi pêş dixin û destekê didin qirkirina Kurdan. Ji ber vê polîtîkayê di serî de Elmanya, welatên Ewrûpayê hemû ji ber desteka ji bo qirkirinê, hevkarên sûcên dewleta Tirk in. Kurd hemû divê vê rastiya Ewrûpayê bibînin, helwêstê nîşan bidin. Êdî divê em bibînin kî, çima rê li ber qirkirina me vedike. Ev nîzama qirkirinê beriya sed salan Ewrûpayê ava kir; niha jî bi desteka didin Tirkiyê, hevkarên qirkirinê ne.

Divê Kurd bang li Ewrûpayê bikin û bêjin, nebin hevkarên qirkirina Kurdan, nebin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Li ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin. Yan jî mîna koma bênirxan, hûnê nikaribin xwe ji têkçûn û hilweşandinê rizgar bikin. Ti hêza siyasî ya bê nirx nikare xwe li ser piyan bigire.

Bi hêviya welatên Ewrûpayê dest ji polîtîkayên durû û bêpîvan berdin, rêzê ji nirxên gelên Ewrûpayê re nîşan bidin, dest ji hevkariya faşîzm û dîktatoriyê berdin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Zanabuyin rast jiyîn e

Nivîsa Pêş

TAYBET – Nazdar Ecevit dest greva birçîbûnê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Nazdar Ecevit dest greva birçîbûnê kir

TAYBET - Nazdar Ecevit dest greva birçîbûnê kir

Ciwanên Kurdistanî ên Elmanya ji bo Rêberê Gelan çalakiyan li dardixin

Ciwanên Kurdistanî ên Elmanya ji bo Rêberê Gelan çalakiyan li dardixin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.