Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Sabri Ok: “Bila PDK û hikumeta Iraqê bes civaka Êzidî tehrîk bike”

Sabrî Ok bal kişand li ser gef û planên li ser Şengalê û diyar kir ku Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên xwe danîne aliyekê û bi Şengalê re mijûl dibin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/04/2021 - 14:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Sabrî Ok: ‘Ciwan jiyana ku bê nasname û bê rumet tê ferz kirin qebûl nakin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên xwe danîne aliyekê û bi Şengalê re mijûl dibin û got: “Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzidiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye? Eger rêveberiya heyî ya Şengalê xwerêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraq çi ji dest bidin? Ya jî ji bo PDK’ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye?”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir. Sabrî Ok bal kişand li ser gef û planên li ser Şengalê û diyar kir ku Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên xwe danîne aliyekê û bi Şengalê re mijûl dibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bal kişand ser gefên li ser Şengalê û got, “Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzidiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye? Eger rêveberiya heyî ya Şengalê xwerêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraq çi ji dest bidin? Ya jî ji bo PDK’ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye? Ya jî ji bo Iraqê çi metirsiya xwe heye? Bi hezaran mirov di komkujiyê re derbas bûn, zilm dîtin û ev komkujî, qirkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî hate qebûlkirin. Gelo civakeke bi vî rengî wê çi zerara xwe ji wan re hebe?

Hîn jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatine revandin an jî kolekirin. Eger ez bim, bi navê civaka Êzidî ez ê vê yekê ji hikumeta Iraqê bipirsim. Eger hûn xwe weke dewletê dibînin biçin bi hezaran jin û zarokên hatine revandin bibînin. Ez dipirsim; ey Heyder Şeşo dema ku êriş li ser Şengalê bû te çi berdêl da? Hîn jî bi hezaran jin û zarok winda ne. Biçe wan bibîne. Heman tişt ji bo PDK’ê jî derbas dibe. Van rastiyan hemûyan datînin aliyekî. Dixwazin dîroka Şengalê, bûyerên li wir qewimîne bidin jibîrkirin. Dema ku êriş li ser Şengalê bû ku vê yekê weke Fermana 73’yan pênase dikin, Bexdayê çi kir, PDK’ê çi kir? Ji bo hêzên pêşmergeyan ez naxwazim tiştekî bêjim. Ji ber ku bi fermana PDK’ê hêzên pêşmerge neçar man xwe vekişînin. Kesî tiştek nekir. Gelo çi bû, çima ewqasî diaxivin û daxuyaniyên provokatîf didin. Bi van gotin û daxuyaniyan çi dikeve destê we? Civaka Êzidî ji xwe têra xwe zilm dîtiye. Niha hewl didin hêdî hêdî li xaka xwe vegerin û birînên xwe biçêpin. Yekane tişta ku dixwazin ew e ku bi rengekî azad li xaka xwe bijîn. Ev daxwaz ne ji bo PDK’ê ne jî ji bo Iraqê metirsîdar e.

‘Bila PDK û hikumeta Iraqê bes civaka Êzidî tehrîk bike’

Ok diyar kir ku bila Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê bes civaka Êzidî tehrîk bike û wiha domand: “Di vir de lîstikek û neheqî heye. Beriya her tiştî bila Heyder Şeşo bêje; çend zarok rizgar kirin, çend jin ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Heman pirs ji bo PDK’ê jî ji bo rêveberiya Bexdayê jî derbas dibe. Bila destpêkê hesab bidin civaka Êzidî, dîrokê û mirovahiyê. Ev hemû ji bîr kirine. Tevî ku gelek pirsgirêkên wan hene ku nikarin ji nav derkevin, yekane rojeva wan Şengal e. Ev neheqî ye. Divê ev yek bê gotin. Her wiha ev yek planeke dewleta Tirk e. Encama zext û gefên dewleta Tirk e. Yanî bila dewleta Iraqê nebêje ‘Dewleta Tirk zextê dike’. Hûn jî dewletek in, îrade û serweriya we jî heye. Yanî eger rojekê bikevin Bexdayê hûn ê heman tiştî bêjin? Tişta ku hûn divê bêjin wiha ye, ‘Ti mafekî we nîne’. Yanî bi gotina dewleta Tirk ji xwe re hincetan peyda nekin. Wê demê ne cidiyeta we ya dewletê ne jî serweriya we dimîne.

Hema tişt ji bo rêveberiya PDK’ê jî derbas dibe. Her devera Başûrê Kurdistanê ji xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Mîna ku ev têrê nake, gelo dixwazin Şengalê jî dagir bike? Armanc ji daxuyaniyên provokatîf û tehrîkkirinê çi ye? Ev hemû şaşitî ne. Bêguman civaka me ya Êzidî li ber xwe dide. Civaka Êzidî di bin êrişên DAIŞ’ê de jî çiyayê Şengalê neterikand. Lewma îradeya derbasdar îradeya wan e. Bêguman ên ku çûne em wan fêhm dikin. Hinek ji bêçaretî û ji tirsê neçar man biterikînin. Lê belê yên ku li wir man û li ber xwe dan, berdêl dan gelekî girîng e. Niha ew dibêjin ku dixwazin bi rengekî azad bijîn. Dibêjin ku ew hem dewleta Iraqê hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê nas dikin. Di vir de dikarin di çarçoveya hiqûqeke rast de li hev bikin.”

Sebrî Ok wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo îdîayeke Şengalê ya ji bo têkbirina Bexdayê yan jî Başûrê Kurdistanê heye? Wê demê pirsgirêk çi ye? Timî bi zextên dewleta Tirk hûn ê heta ku biçin? Dewleta Tirk ji xwe bi têra xwe Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Gelo tiştek di destê PDK’ê de maye ku li derveyî îradeya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bêje? Heyf e, guneh e. Vê nekin. Ne tehrîk bikin ne jî bi hincetan vê nêzîkatiya xwe rewa nekin. Hûn jî ew rêveberî ne ku serweriya we heye. Bila helwesteke we, gotineke we jî hebe. Birînên civaka Êzidî taze ne. Hîn jî bi hezaran ji wan winda ne. Li gel van hemûyan dixwazin êşên cuda bi wan bidn kişandin. Bêguman civak vê yekê qebûl nake. Divê hurmet ji wan re bê nîşandan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana Didome – Roj: 133

Nivîsa Pêş

Parêzerê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî lê da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Çanda Rojhilata Navîn û Hegemonya Modernîteya Kapîtalîst – 2

Parêzerê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî lê da

Dayîka Emîne ji bo edaletê berxwedide: Roj: 31

Dayîka Emîne ji bo edaletê berxwedide: Roj: 31

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.