Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Arînek li Warê Egîdan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/04/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Dema em çûn pêşiya hevalan saet 11’ê şevê bû. Heval, ji rêkeke dûr hatibûn û pir westiya bûn. Dema em çûn heval jî ber bi me ve dihatin. Me yek yek silav da hevalan. Dema min silav dida di carekê de Şehîd Arîn got:“Merheba heval tu çawayî? Ez hatim bîra te?” min jî got; “ heval Arîn tu yî?” bi lez bersiva min da; “Rast e. Ez im. Waye, di dawiyê de ez gihîştim xeyalê xwe.

”Ez di carekê de bi bihîstina dengê heval Arîn şoq bûm. Hema ez çûm cem û me hev hemêz kir. Wê şevê em li cihê herî bilind yê warê Egîdan razan. Dema bû sibe me tiştên xwe kom kir û em daketin ber çemê herî xweş yê wê heremê. Çemê Basret ne tenê ji xeyalên heval Arîn re, ji xeyalê me hemû şoreşgeran re şahîdî kiribû û her şoreşgera/ê ava vî çemî vedixwar, vî çemî ev û xeyalên wê/î bi hemû hezkirina xwe hemêz dikirin.

Êdî keça Çeleng Arîn li wargehê xeyalên xwe bû. Ji ber bi dilek tije hezkirin hatibû, ji dil tevlî dibû. Kelecana wê ya jiyanê reng dida tevlîbûna hemû hevalan. Her dema em bi hevre diçûn cihekê, min yek bi yek navê çiyayên warê Egîdan jê re digot û min baregehên dijmin nîşanî wê didan. Bi xwestek bû. Ji ber li wargeha xeyalên xwe warê Egîdan bû dixwest kêliyeke wê jî wala neçe û di cîh de bêyî dem wenda bike her tiştî fêr bibe. Keça çeleng Arîn hatibû warê Egîdan û rengek din li ser rengên jiyana me zêde bûbû. çaveke ken li ser çavên şoreşger û kedkarên warê Egîdan zêde bûbû. Herema Gabar’ê hîn zêdetir bedew bûbû. Dibe ku herî zêde warê Egdîdan ji ber xeyalê jinek din yê şoreşger bi cîh anî bû kêfxweş bûbû. Dibe ku herî zêde warê Egîdan serbilind bû. Herî zêde warê Egîdan dilxweş bû.

Çend sal beriya heval Arîn werê warê Egîdan; heval Egîd Mêrdîn nas dike. Heval Arîn pir nirx dide heval Egîd. Heval Egîd di şerekî de şehîd dikeve. Xeyalê herî mezin yê Şehîd Egîd ew bû ku rojekê biçe warê Egîdan. Piştî şehadeta Şehîd Egîd Mêrdîn heval Arîn sond dixwe ku xeyalên heval Egîd pêk bîne û biçe warê Egîdan. Hatina heval Arîn ji bo heval Egîd, hatina min jî ji bo Şehîd Jînda Rêde(Rojhilat) bû. Min pir wate da hestên heval Arîn û min wê fêm dikir. Ji bo ku heval Arîn kêfxweş jiyan bike em hemû heval amade bûn ku çi ji destê me were em pêkbînin.

Dem ji deman şevek tavaheyvê; di nava van bê derfetiyan de pirtûkeke çîrokên bi Kurdî ketibû destê min. Dema pirtûk hatibûn min ev pirtûk di nav pirtûkan de dîtibû û min bi xwe re anîbû cihê em lê dimînin.

Destpêka meha Îlonê bû. Hêdî hêdî Payîzê rûyê xwe nîşanî me dikir. Tavaheyv çardeşevî bû û her der ronî dikir. Xewa me nedihat û pêwîst bû em tiştekê bikin. Li ser vê rewşê min got: “Heval ka çavê kê xweş dibînin û Kurdiya kê xweşe bila were em bi dorê çîrokan bixwînin.” Li ser vê gotina min beriya hemû hevalan Şehîd Arîn û Şehîd Zehra hatin. Me di bin ronahiya tavaheyvê de dest bi xwendina çîrokan kir. Ezman ewrî bû. Carna ewir diketin pêşiya tavaheyvê û ronahiya vê kêm dibû. Heya ew ewir ji pêşiya tavaheyvê diçû me li ezmanan temaşe dikir û me bi hev re bang li ewrên payizî dikir ku ji pêşiya ronahiyê biçin. Çawa ewir ji pêşiya ronahiyê diçû me çîroka xwe dewam dikir. Dema me dest bi çîrokê kir ez heval Arîn û heval Zehra bûn. Lê her ku dengê çîrokan çû hevalan heval li dora me kom bûn. Piştî heval Arîn û heval Zehra Şehîd Eftelya, Şehîd Gulan, Şehîd Dîlan, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Warbîn, heval Şerda, heval Ronahî, heval Dorşîn, heval Rêjîn û heval Şîlan koçer, hemû heval li dora me kom bûn. Dema ez diwestiyam heval Arîn, dema heval Arîn diwestiya heval Zehra pirtûk dixwend. Em pê nehesiyabûn dem çawa derbas bûye. Hêdî hêdî tavaheyvê û ronahiya wê ji me dûr diket. Dinya her ku diçû tarî dibû. Ji ber vê em neçar bûn xwendinê biqedînin. Ji xwe dema nobedar hat saet bûbû 1’ê şevê. Ev şeva çîrokan bûbû yek ji şevên me yê herî bi wate. Demeke dirêj bû ku ji ber kar em heya demeke ewqas dirêj li cem hev ne rûniştibûn. Jiyan li warê Egîdan bi rengê jinê û bi keda jinê dixemilî. Warê Egîdan şahîdiya şeveke tije kêfxweşî û hezkirina hevaltiyê ya jinên şoreşger kiribû. Ev şev dibe ku yek ji şeva herî xweş û bi wate ya warê Egîdan bû. Dibe ku tavaheyv û ewrên payizê ti carî weke vê şevê bi wate nebûbûn. Şehîd Arîn, Zehra, Gulan, Warbîn, Bêrîtan, Eftelya û Dîlan serkêş û rengên vê kêfxweşiyê û vê şeva bi wate bûn. Wate ew bi xwe bûn. Wate kenê wan, hezkirina wan û şoreşgertiya wan jinên giyanbexş bû. Warê Egîd, Adil û Gulbaharan bihuşt bû.

Zîlan Agir

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Kampa Holê ne tenê berpirsyariya me ye!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hêzên Rojava li ser bêhna DAIŞ’ê ne: Serçeteyek Dîsa Hat Girtin

Kampa Holê ne tenê berpirsyariya me ye!

TAYBET – Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

TAYBET - Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.