Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Çala Mirinê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/03/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Aslan ASLAN nivîsand
Jiyan û tenduristiya Rêber Apo cidî ye. Ew nûçeya ne ya xêrê ku li ser Ocalan hat belavkirin, ne rast be jî rewş cidî ye. Em qala 22 salên mirin û tecrîdê dikin.
Gotina “Çala Mirinê” ji aliyê Rêber Apo ve hatiye bikaranîn. Ev pênase ji bo girtîgeha li girava Îmraliyê hatiye gotin. Ev girtîgeha ku li giraveke Tirkiyê ye di sala 1935’an de hatiye avakirin. Di sala 1961’ê de jî serokwezîrê Tirk Adnan Menderes li vê girtîgeha girava Îmraliyê hat bidarvekirin. Derhênerê Kurd Yilmaz Guney jî demekê li vê giravê hat ragirtin. Herî dawî jî Rêber Apo di sala 1999’an de dîl hat girtin û ji wê rojê ve li wê derê tê ragirtin.

Girtîgeha li girava Îmraliyê deverek e ku bi taybetî ji bo tecrîdkirina mirovan hatiye çêkirin. Dema ku Rêber Apo hate girtin, ew birin wê derê. Di ketina hundirê girtîgehê de generalekî Emerîkî, rayedarekî ji Konseya Ewrûpayê û parlamenterekî MHP’ê Rêber Apo pêşwazî dikin. Pêşwazîkirina hersê kesan, wateyeke xwe heye. Ji ber ku Rêber Apo bi xwe jî dehê caran gotiye, Îmrali girêdayî Emerîka û Ewrûpayê ye û Dewleta Tirk jî nobedariya wê dike. Lewma jî dema ku Ocalan hat radestkirin, cezayê îdamê li Tirkiyê hat rakirin. Erê rast e, îdam rakirin, lê ji îdamê xerabtir li Ocalan kirin. Rêber Apo ji bo vê yekê jî digot, 24 saetên min wekî îdamê derbas dibin. Îca ev îdama 24 saetan 22 sal in dewam dike.

Di nava 22 salan de tecrîd li ser tecrîdê li dijî Rêber Apo pêk anîn û hê jî dewam dike. Bi salan hevdîtina parêzer û malbatê qedexe ye. Mafê telefon û nameyan tineye. Her wiha di sala 2007’an de em pê hesiyan ku Ocalan jehrî kirine. Piştî wê bi salekê jî ew li erdê dirêj kirin û bi zorê porê wî jê kirin. Gelek caran cezayê hucreyê lê birrîn. Rêber Apo ew cezayên hucreyê jî wekî darbestekê bi nav dikir. Rêber Apo di hevdîtinan de gelek caran diyar kir ku her kêlî dikarin wî bikujin. Lewma carekê bi awayekî eşkere jê re gotine ew 150 metreyan dûrî wî ne û bi vê yekê re gef lê xwarine. Di Sibata 2020’an de jî agir bi girava Îmraliyê ket. Di vê mijarê de jî yekser rewşa Rêber Apo ket rojevê.

Herî dawî jî beriya bi çend rojan li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo hin agahiyên ne li xêrê, hatin belavkirin. Hat ragihandin, ev agahî jî ji aliyê parlamenterekî MHP’ê ve hatiye belavkirin. Li ser vê yekê Kurd û Kurdistaniyan nerazîbûna xwe bi çalakiyan anî ziman. Heta vê kêliyê jî agahî ji Rêber Apo tineye. Nûçe û agahiyên bi vî rengî ji her çend salan carekê derdikevin pêş û armanca wan jî fêrkirina van nûçeyan e. Bi vî rengî hewl didin civakê ji rewşeke wiha re amade bikin.

Gelo Dewleta Tirk dikare xwe li bidawîkirina jiyana Ocalan biceribîne? Mesele jî di vir de ye. Dewleta ku em behsa wê dikin ji avakirina komarê û vir ve darbeyan dike. Di sala 1961’ê de serokwezîrê xwe Adnan Menderes bi dar ve kir. Di sala 1993’yan de serokomarê xwe Turgut Ozal kuşt. Di sala 2016’an bi darbeyekê general û fermandarên Artêşê avêtin hepsan û bi sedan eskerên xwe kuştin. Dewleteke ku ewqas tişt bi serê peyayên xwe dike, her tişt jê tê. Dewleta ku em qala wê dikin, bi hovîtî û êrişên barbarî tê naskirin. 22 sal in Rêber Apo xistine çaleke mirinê û her roj bi tecrîdê derbas dibe. Ev yek jî li hesabê wan nayê û niha dixwazin bi temamî tine bikin. Dibe ku vê yekê wekî şantajekê li dijî Emerîka û Ewrûpayê bi kar tînin. An jî wekî gefekê li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi kar tînin. Lê, esas, niyeta wan nîşan dide ku çavsorî bûne. Bi taybetî piştî têkçûna Artêşa Tirk a li Garê, me dît ka çawa serûbin bûne.

Jiyan û tenduristiya Rêber Apo cidî ye. Ew nûçeya ne ya xêrê ku li ser Ocalan hat belavkirin, ne rast be jî rewş cidî ye. Em qala 22 salên mirin û tecrîdê dikin. Rêber Apo jî 22 sal in li dijî wê pergala faşîst li ber xwe dide. Çi kirin ne kirin, nekarîn Rêber Apo teslîm bigirin. Rêber Apo ji girava Îmraliyê rê nîşanî Kurdan dide. Ew rêberê milyonan kesî ye û jiyana wî jî milyonan mirovî elaqedar dike. Lewma kesên xwe li bidawîkirina jiyana Ocalan diceribînin, divê hesabê milyonan bikin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 27’Ê ADARA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Keça Çiya, Nûda

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Keça Çiya, Nûda

Ji Pênûsa Gerîla - Keça Çiya, Nûda

Parçe Bike û Li Gor Xwe Bide Meşandin – 1

Parçe Bike û Li Gor Xwe Bide Meşandin – 2

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.