Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

RAJIN rojnamevan û têkoşera jin Nûjiyan Erhan bibîr anî

Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi boneya 4. salvegera şehadeta rojnamevan û têkoşera jin Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) daxuyaniyek da û ew bibîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/03/2021 - 13:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Por xeleka dilê Kurdistana rengîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Ragihandina Azad a Jin (RAJIN) rojnamevan û têkoşera jin Nûjiyan Erhan di 4. Salvegera şehadeta wê de bibîr anî. Pêşeng û kedkara çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan dema ku hêzên bi ser PDK’ê ve 3’yê Adara 2017’an êrîş birin ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê bûbû hedef û birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê di 22’yê Adara heman salî şehîd bûbû.

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê wiha ye:

“Em hevrêya xeta Gûrbetellî Ersoz û şopînera rastiyan rêheval Nûjiyan Erhan, di salvegera 4’emîn a şehadetê de bibîrtînin. Di şexsê hevrê Nûjiyan de, şehîdên çapemeniya azad û tevahî şehîdên şoreşa civaka azad bibîrtînin. Em di şexsê hevrê Nûjiyan de soza xwe ya bicihanîna hêviyên şehîdên çapemeniya azad nû dikin. Û dibêjin wê rêya ku Nûjiyanan pejirandiye her tim di lêgerîn û vegotina rastiyan de ji bo me bibe çira.

Hevrê Nûjiyan, di tekoşîna gera li heqîqetê de, bû xwedî kedekî mezin. Di şert û mercên herî zor yê tekoşînê de cihê xwe girt. Hem xeta şoreşgeriya li Kurdistanê pejirand û hem jî bû rojnamevana demên herî zor û ya kêliyên herî dijwar yê şer. Heval Nûjiyan, di zanebûna wan kêliyên dijwar yên şer de bû. Ew zanebûna hevrê Nûjiyan, ji bîr, bawerî û armanca temsîl dikir dihat. Li çiyayê Zagrosan, li ser warê destpêkê tovên jiyanê, lê vejîn bûyî evîna xwe ya azadiyê jîndar kir û bû şopdara rastiyan.

Di rêxistinkirin, pêşxistin û mezinkirina navend û xebatên ragihandina jin, (RAJIN) de heval Nûjiyan erk û berpirsyariya pêşengiyê girte ser milê xwe. Ji bo xwe bighîne pîvanên pêşengiya hevrê Gurbet û Şîlanan kedekî bêhempa, hem ji bo xwe û hem ji bo rêhevalên xwe da pêşxistin. Em weke rêxistina ragihandina azad a jin, (RAJIN) îro bi saya keda rêhval Nûjiyan û şehîdên çapemeniya azad li her qada tekoşînê rêxistina xwe ava kiriye û saziyên xweser yê ragihandina jin pêşxistiye. Ev destkeftiyên avabûyî, bi berdêlan hatin bi destxistin. Em weke çapemeniya jin, bi biryardarî û ruhê Nûjiyanan di ber parastina van destkeftiyan de xwe erkdar dibînin. Di sedsala 21’emîn de ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn, tekoşîna jinan ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya hêviya jiyana azad, weke çapemeniya jin bûyîna dengê vê rastiyê erka me ya sereke ye. Em weke hevrê û şopdarên rêheval Nûjiyan, di zanebûna vê erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî dane. Ev biryardariya me ya bi xeta rêheval Nûjiyan re ye.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê, li Şengalê qirkirin û hovîtiya herî mezin ya sedsala 21’emîn pêk anîn. Îxaneta PDK’ê, reva hêzên PDK’ê ji Şengalê û reva Artêşa Îraqê rê li pêşiya kiryar û hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şengalê vekir. Armanca sereke ya vê hovîtiya mezin tinekirina civaka me ya Êzîdî bû. Di şexsê jinên civaka me ya êzîdî de, tevahî civaka êzîdî ji holê rakirin bû. Bi sekna rêhevalên weke heval Nûjiyan, ev qirkirina hatibû plankirin negihişt armanca xwe. Heval Nûjiyan, li Şengalê çeper bi çeper, bi kameraya xwe şahidî ji fedekarî û qehremaniya gerîlayan re kir. Bi pênûsa xwe bû dengê parêzvanên gelê me yê Şengalê. Hevrê Nûjiyan, bi guhdarkirina çîroka her jinekê, bû parçeyek ji êşên wan re. Di heman demê de, weke navê xwe bû rê nîşana jiyana nû li Şengala ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Ev îxaneta PDK’ê, tenê bi sala 2014’an re sînordar nema, bi heman hişmendî û helwesta îxanetkar, di 3’ê Adara 2017’an de xwest êrîş bibe ser Şengalê. Şervanên YJŞ-YBŞ’ê û Gerîla bi berxwedanê ev plangerî têk birin. Heval Nûjiyan, ji bo bibe dengê vê berxwedana dîrokî belge bike û îxaneta PDK’ê dijî ji gelê Kurd re ragihîne, hêzên PDK’ê ew bi zanebûn kirin armanca êrîşan. Heval Nûjiyan, hem weke nûçegîhana şer û hem weke jineke berxwedêr xwe ji bo jin û civaka Êzîdî kir mertala parastinê. Di vê êrîşa nemerdane de heval Nûjiyan bi giranî birîndar bû, di 22’ê Adara 2017’an de gihîşte şehadetê.

Gelê meyî Şengalê, di pêşengiya jinan de, îro careke din li hemberî plangeriyên qirêj û sekna îxanetkar bi ruhê Nûjiyanan û bi sedan şehîdên Şengalê li ber xwe dide. Em jî weke rêheval û şopdarên xeta Nûjiyan û Gurbetan, careke din soza xwe nû dikin em ê xeta çapemeniya azad a jin biparêzin, mezin bikin û layîqî sekna hevrê Nûjiyan bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayîka Emîne: “Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ne rabim. Ger dixwazin bila min bigirin”

Nivîsa Pêş

HBDH: Baran Serhat li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HBDH: Baran Serhat li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû

HBDH: Baran Serhat li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû

KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK: Xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.