Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hesen Xeyrî, HDP û Newroz

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/03/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Qamişloyê Coşa Newrozê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Yeko ARDIL nivîsand
Aliyekî dilê me li Efrînê jan dide, aliyekî wî li Serêkaniyê, lê binihêrin dîsa jî di meydanên Newrozê de sedhezar li hev kom dibin.
Li hêlekê tengasiyên dijwar û li hêla din jî Newroza bi coş a sala 2021´ê li dar e.

Vê gavê di serî de gelê Kurd û hemû cîhan li wê şanoya dewleta Tirk amadekirî, temaşe dike. Lîstikek wisa tê pêşkêşkirin ku lîstivan, şanoger û aktorên herî zîrek ên dinê jî nikarin wisa dek û dolaban bigerînin û fenûfûtan bikin. Navê şanoya wan “Demokrasiya herî rastî” ye. Dika lîstikê meclîsa Tirkî ye. Şanoger, lîstikvan, rêveber û bîner jî ew bi xwe ne. Ew amade dikin û ew bi xwe dilîzin. Ji bo Kurdan jî bi tenê rist û rolên şêlû û nediyar yan jî fîgûranî heye.

Niha Kurd li ser wê dikê li ber xwe didin. Niha Kurd û hevrêyên wan ên mîna Gergerlîoglu wê şanoya li pêş çavên cîhanê, xera dikin û rûyê wan yê kirêt careke din nîşanî cîhanê didin.

Gergerlîoglu wekî berxwedêrekî herî wêrek ê salên dawî ji nav refên HDP´ê bi pêş dikeve. Bi xwe ji nav têkoşîna mafên mirovan tê û demeke dirêj jî ji bo mafên binpêkirî yên Misilmanan xebitiye. Lê ew Misilmanên ku Gergerlîoglu doza wan parve dikir û ji bo wan li kolanan têdikoşa û Misilmanên ku niha li desthelatê ne, xuya ye ku ne ji heman dînî ne. Niha ew oldarên ku Gergerlîoglu alîkariya wan dikir, piştre jî ew anîn ser desthelatê, fermana îdamê li wî, li partiya wî û li tevahiya bindest û mezlûman dibirrin.

Dêna xwe bidin îdîayên derbarê girtina HDP´ê de hûnê yekser dîroka kirêt û rûreş a dewleta Tirk ji nû ve bibînin. Piştî avakirina komarê û qaşo meclîsa nû bi daxwaza dîktatorê destpêkê Mistefa Kemal her parlamenter bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meclîsê bûbû. Piştî ku pergala wan rûnişt û hêzdar bû, tevlîbûna bi kincên Kurdî weke sedem nîşan dan û di serî de parlamenterê Dêrsimê Hesen Xeyrî û gelekên din bi darve kirin. Di îdîanameya girtina HDP´ê de jî xaleke wisa ya sosret nivîsandine. Li gorî wan hevdîtinên ku bi daxwaz û erêkirina dewletê û ji serî heta dawiyê di bin çavdêriya wan de hatine kirin, ji bo siyasetvanên Kurd sûc in, lê ji bo wan serketin in. Çi dibêje dozgerê îslamo faşîst? “Di wan hevdîtinan de siyasetmedarên Kurd ji bo birêz Abdullah Ocalan pênaseyên weke rêber û serok bikaranîne.”

Li aliyê din ê hevdîtinan jî endamên îstixbaratê û karmendên dewletê hene û ew jî bi Ocalan re bi rêz û sewiye diaxivin. Heta dibêjin, “Em dîtinên we pirr girîng dibînin.” Lê ew lîstika ku li Giravê ji aliyê wan ve hatibû lidarxistin, têk çû. Wan digot belkî Kurd hîna weke berê ne û em ê karibin wan careke din bi dek û dolabên bav û kalan bixapînin.

Nebû, lîstikên wan neçûn serî, pûç bûn. Piştre şerên dijwar û barbarî kirin. Di wan şeran de gelek xesar gihandin gelê Kurd. Heger ne ev tevger û ev gel bûya, bawer bikin ti dewletê jî nedikarîbû xwe li ser lingan bigire. Rast e, gelek destketên Kurdan ji dest çûn. Herêmên bi xwînê hatibûn rizgarkirin careke din bi lingên leşkerên hov de hatin qirêjkirin, gelek can ji dest çûn û ziyana madî jî encameke sirûştî ye. Lê Kurd û Kurdistan têk neçûn. Ew xweziya wan di gewriya wan de asê ma. Bi şer û pevçûnan bi ser nakevin. Jixwe, di dîrokê de di şer de bi ser neketine, nexasim bi lîstikên kirêt karîne bigihîjine armanca xwe.

Şoreşa Kurd a ku mohra xwe li serdemê daye li gel şer û liberxwedana xwe ya bê emsal di warê xerakirin û pûçkirina lîstikên dijminan de jî serketî ye. Dikin nakin, pê re serederî nakin.

Hemû kiryarên wan ên bêbextî û nemerdî, li wan vedigerîne û di qada navneteweyî de jî riswa dibin.

Wan hîç bawer nedikir ku Kurd wê karibin têkoşîneke hinde demdirêj û bi dijwarî bimeşînin. Li gorî wan Kurdistan li serê Çiyayê Agirî hatibû binaxkirin. Pêdivî bi tirsa Kurdî nebû. Lê piştî hinde salan jî ji tirs û sawdariya Kurdistanê xew nakeve çavê wan. Nenihêrin li fort û gotinên wan, ew ji me nerihetir û tengavtir in.

Belê aliyekî dilê me li Efrînê jan dide, aliyekî wî li Serêkaniyê, lê binihêrin dîsa jî di meydanên Newrozê de sedhezar li hev kom dibin. Evîna Kurdistanê ji meclîs û dewleta Tirkî mezintir û qedîmtir e. Di bin tîrêjên liberxwedana dîrokî ya Çiyayê Garê de û bi eşqa bêdawî ya Kurdistanê,

Newroza we pîroz be!..

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerila – Hevalekî Rûken Koçer Kurdo

Nivîsa Pêş

TAYBET – Newroza Qamişlo û Hêviyên Gel

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Newroza Qamişlo û Hêviyên Gel

TAYBET - Newroza Qamişlo û Hêviyên Gel

TAYBET: Berxwedêra Şerê Xwerêvebiriya Cizîrê: “Li Cizîrê Ruhê PKK Hebû”

TAYBET: Berxwedêra Şerê Xwerêvebiriya Cizîrê: "Li Cizîrê Ruhê PKK Hebû"

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.