Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Şengal Ji Bo Parastina Axa Xwe Amade ye

Desteya Rêbeber a MXDŞ’ê piştî civîna xwe ya awerte ya li ser zextê hêzên Iraqê daxuyaniyek da û got: “Em bi gelek aliyan re civiyan soz dane, lê diyar e sozên xwe bi cih neanîne. Bi şer bên wê bersiv bê dayîn. Şengal dev ji mafê xwe bernad e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/03/2021 - 17:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şengal Ji Bo Parastina Axa Xwe Amade ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê (MXDŞ) bi amadebûna, nûnerên PADÊ, TAJÊ û hemû sazî û dezgehên Şengalê îro li ser tehdîtên li dijî Êzîdxanê û rêveberiya xweser û hêzên parastinê bi awayeke awarte civiyabû. Desteyê piştî civînê bi amadebûna gelê Şengalê encama civînê bi daxuyaniyekî eşkere kir. Bi navê gelê Şengalê Endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê, Hesen Hecî axivî.

‘PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê KOMPLO LI SER ŞENGALÊ DIDOMIN’

Hesen Hecî diyar kir, ji dema DAÎŞ li Şengalê têkçûye heya niha, komplo li pey hev li dijî gelê Şengalê tên pêkanîn û got: “Ji dema DAÎŞ li Şengalê têkçûye heya niha bê navber komplo li ser Şengalê tên pêkanîn. Em dibêjin, gelo çi ji gelê Şengalê dixwazin? Çawa gelê şengalê vegeriyan ser cih û warê xwe, rewşa wwan başbû, dest bi jiyana xwe kirin careke din komployê xistin dewrê.”

‘ME GELEK SERDAN KIRÎ, SOZ NEHATINE PÊKANÎN’

Hesen Hecî anî ziman ku gelê Şengalê êdî gîhiştiye wê astê ku xwe bixwe birêve bibe, zarokên Şengalê dikarin parastina axa xwe bikin û wiha pêde çû: “ Tiştên ku niha li Şengalê hene bi ti awayî dijî qanûnên Iraqê nîne. Hikûmeta Iraqê bi van pêkanînan dibêje, em hebûna we qebûl nakin, nasnameya we nas nakin, ti mafeke we di vê dewletê de nîne! Ev şaş sal e, bi dehan car me serdana Bexda, Necefê, hemû rayedarên hikûmetê kir hemû jî soz dane me, lê heya niha yek sozên xwe pêkneanîne.”

‘JI ME KOLETIYÊ DIXWAZIN; EM DIBÊJIN GER QANÛNÊ PÊK BÎNIN JI BO HEMÛ GELÊ IRAQÊ PÊK BÎNIN’

Endame Meclîsa PADÊ Hesen Hecî bibîr xist ku duh rayedarên hikûmeta Iraqê ji wan re gotine, ew hebûna wan ya li vir û hêzên wan yên parastinê qebûl nakin û wiha domand: “Di çarçoveya pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê de duh ji mere gotin, ‘em hebûna we û parastina we qebûl nakin.’ Ji me koletiyê dixwazin. Em ji Iraqê re dibêjin, eger wê qanûnên xwe pêkbîne, bila ji bo hemû gelên Iraqê bi awayeke wekhev pêk bîne.”

‘BI ÊRÎŞ Û TEHDÎDAN BÊN EM EŞKERE DIBÊJIN WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE’

Hesen Hecî da xuyakirin ku ew timî alîgirê rêbazên diyalogê bûne, got: “Em dîsa dibêjin, em şer naxwazin, ji diyalogê re vekirîne û deriyê me ji guftugoyê re vekiriye. Lê eger bixwazin bi êrîş û tehdîtan bên ser me, em bi eşkere dibêjin, wê bê bersiv nemînin. Dibêjin bes e, dawî li van komployan bînin. Jixwe heya niha we ti xizmetek ji bo gel nekiriye, tenê li pey komployan bûne.”

‘JI BO MAF, NASNAME Û ÊZDATIYA LI IRAQÊ BIPARÊZIN, XWED LI ŞENGALÊ DERKEVIN’

Hecî bang li hemû Êzîdiyên li her devereke cîhanê kir ku ji bo parastina mafên sereke yên gelê Şengalê bi yekrêzî xwedî lê derbikevin û got: “ Ji bo em maf, nasname û Êzîdîtiya xwe li Iraqê biparêzin, divê Êzîdiyên li Şengalê û li herderê xwedî li Şengalê derkevin.”

‘BI HATINA PAPAYÊ VATÎKAN, KOMPLOYEKE DIN PÊŞ KET’

Hesen Hecî her wiha diyar kir Papayê Vatîkanê ji bo şopandina rewşa ol û baweriyan serdana Iraqê kir, lê hîn negihîştiye cihê xwe komployek din dijî Êzîdiyan xistine meriyetê û ev tişt ji bo Iraqê got; “Eger baweriyên kêmîne yên li vir naxwazin, divê wê demê alternatîfek din pêşkêş bikin? Bila bihêlin em xwe bixwe birêve bibin, xwe biparêzin û pêşî li fermanan bigirin.”

‘EM LI GEL DIYALOGÊ NE HETA DAWÎ, EM HEW NEHEQIYÊ QEBÛL DIKIN, EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN’

Hesen Hecî herî dawî hişyarî da û diyar kir, ew naxwazin li Şengalê şer rû bide û ev bang li hikûmeta federal kir, got: “Eger hûn bi artêşa xwe bên ser me, em ê jî bersivê bidin. Divê baş zanibin em carek din neheqiyê qebûl nakin û dest ji daxwazên xwe yên sereke bernadin. Heya rêya diyalogê hebe, em ê li gel vê rêbazê bin, lê eger vê rêyê esas negirtn, divê herkes bizane wê êrîş dijî Şengalê pêk were û bûyerên nayên xwestin rû bidin.”

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe xelkê Êzîdî meşeke girseyî li navenda Şengalê lidarbixe. Wê Şengaliyên li gund û navçeyan jî beşdarê vê meşa navendî bibin û nerazîbûn nîşana zext û tehdîtan bidin.

Zêdeyî 100 roje, Şengalî ji bo piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê li bin konê li gel asayîşê nobedê digirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 2 gerîllayên şehîd parvekir

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Tolhildanê bi armanca protestoya tecrîdê lê da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê çalakî kir

Yekîneyên Tolhildanê bi armanca protestoya tecrîdê lê da

Gerîlaya YJA-Starê Sozdar Aslan emaneta axa welatê xwe ye

Gerîlaya YJA-Starê Sozdar Aslan emaneta axa welatê xwe ye

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- Gerillayên HPG di nav mehekî de di heman cihê de 5 car ‘yekineyên veşartî’xist!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerîk: Bi bîranîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî ew e ku Şoreşa Rojava bê xurtkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Minbicê rê nedan çeteyên Tirkiyeyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan, li Şehba komplo protesto kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekeê destûra nû ya Şamê hat şermezar kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.