Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Jinan xemla xwe girêda

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/03/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Qamîşlo warê jina ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Gulê Algunerhan Nivisî
Bi rojane jinan bi xeml û xêza xwe tax û kolan xemilandine. Tevî astengiyên pandemiyê jî 8’ê Adarê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Dema mirov li wan dîmenên rengîn ên ji çar hêlên cîhanê dinêre dilê meriv geş dibe. Rengînî û bedewiya jinan di 8’ê Adarê de hîn bêtir berçav dibe. Adar û bihar bi jinan dest pê dike. Lewma jî meriv li ber wan dîmenên xweşik sermest dibe. Bêguman a wan dîmen û çalakiyan bedew dike, têkoşîn e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘ya şer dike, azad dibe, azad dibe, bedew dibe, bedew dibe, tê hezkirin.’ Ya rast ev gotin her tiştî îfade dike. Heqîqet, têkoşîn û bedewiya jinan di vê gotinê de veşartî ye. Tevî dîmenên rengîn ên 8’ê Adarê, peyamên hatin dayîn jî lazim e bên bibîrxistin. Her sal jin bi peyamên cûda pêşwaziya 8’ê Adarê dikin û dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re dubare dikin. Li cîhanê bi giştî li dijî kuştin, destavêtin û neheqiyên li dijî jinan hêrseke mezin hebû. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistanê jî ev hefteyek e 8’ê Adarê tê pîrozîkirin. Li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê jinan peyama xwe ya têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst û sermayedar bi dengekî xurt û bilind dan. Bêşik rewşa li Kurdistanê, ji welatên din ên cîhanê cûda ye. Şer û dagirkeriya li herêmê, barê jinên kurd zêdetir dike. Jinên kurd ku nêzî 50 sal in pêşengiya têkoşîna gelekî dikin di her şert û mercî de têkoşîna azadiyê ya jinan di ser her tiştî re digirin. Jixwe ya welat jî rizgar bike ev têkoşîn e, lewma jî têkoşîna tevgera jinên kurd hêjayî 10 şoreşan e. Di bin siya faşîzm û dagirkeriyeke ewqas dijwar de pêşengiya jinên kurd neyarên kurdan ditirsîne. Lewma jî di her wextî de jinên kurd dikin hedef. Dewleta tirk û rayedarên wê yên mîna Suleyman Soylu di serê her axaftina xwe de aciziya xwe ya ji têkoşîna jinên kurd tînin zimên û wan dikin hedef. Bêguman heta niha di oxira azadiyê de gelek berdêl hatin dayîn, bi sedan jin şehîd bûn, bi hezaran jin 8’ê Adarê li zindanan di greva birçîbûnê de pêşwazî dikin. Her çiqas qala berdêlan bê kirin jî wê kêm bimîne û heqê wê neyê dayîn. Lewma ez ê zêde dirêj nekim, lê ya divê em ji bîr nekin ew e ku çavê jinên cîhanê li vê têkoşînê ye.

Bi boneya 8’ê Adarê, girîng e ku rewşa jinên li Efrînê bê bibîrxistin. Efrîn birîna me ya kur e. Neyarên me her roj li Efrînê dest diavêjin jinan, wan direvînin û difiroşin welatên ereb û tirkan. Rewşa Efrînê bi tena serê xwe hêjayî hezar raperîn û serhildanan e. Gelek rêxistin û tevgerên jinan ên li cîhanê li dijî kuştin û destavêtina jinan radibin ser pêyan û xwedî li wan jinan derdikevin. Cîhê rexneyê ye ku heta niha femînîstên li Tirkiyeyê ji bo Efrînê dengê xwe nakin. Her wiha ji bo me tevan cîhê şermê ye ku me dengê jinên li Efrînê negihand her deverê da ku jinên cîhanê ji bo Efrînê rabin pêyan. Li Efrînê qirkirin û femîsîdeke sîstematîk heye û ev yek li pêş çavê cîhanê dibe. Ne rojek, ne du roj… 3 sal in Efrîn û jinên li Efrînê di bin zilma dewleta tirk û sîstema zilamî de ne. Têkoşîn û hevgirtina jinan dikare bibe dengê Efrînê. Bi peyamên têkoşînê ku di xwepêşandanên 8’ê Adarê de derketin pêş, îsal Efrîn dikare bibe yek ji rojevên sereke ya tevgerên jinan û jinan hemûyan.

Ji ber 8’ê Adarê destpêka biharê ye, ew ê ev xwepêşandanên ku ji hêla jinan ve hatiye destpêkirin heta Newrozê bidome. Coş û kelecana li qadan, hêz û qewetê dide jinan hemûyan. Biryardarî û dilsoziya li qadan, îmana meriv qewîn dike û nîşan dide ku hêvî ji her demê xurttir e û ronahî ji her demê nêziktir e. 8’ê Adarê, li jinên Efrînê, li jinên têkoşer ên li eniyan, zindanan û qadan pîroz dikim. Roja jinan li hemû jinên Kurdistan û cîhanê pîroz be.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 9’Ê ADARA 2021’AN

Nivîsa Pêş

TAYBET – Li Qamişlo Jinên Ciwan Pêşengtiya Pîrozbahiyan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Li Qamişlo Jinên Ciwan Pêşengtiya Pîrozbahiyan kirin

TAYBET - Li Qamişlo Jinên Ciwan Pêşengtiya Pîrozbahiyan kirin

Çalakiyê Ciwanên JXK-YXK’ê ji bo 8’ê Adarê

Çalakiyê Ciwanên JXK-YXK'ê ji bo 8'ê Adarê

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.