Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Seranserê Rojava Çalakiyên 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê rêxistinên jinan ên kantona Şehba, Heleb, Minbic, Kobanê, Reqa û Girkê Legê rêzçalakî li dar xistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/03/2021 - 20:16
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li Seranserê Rojava Çalakiyên 8’ê Adarê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yên ku rêxistin û saziyên jinan li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin, berdewam in.

LI ŞEHBAYÊ PÊŞANGEHA WÊNEYÊN RÊBER OCALAN

Bi diruşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye”, Komîteya Jinan a Meclisa kantona Efrînê, pêşangeheke wêneyên rêber Abdullah Ocalan li Şehbayê vekir. Di pêşangehê de dehan endam, sazî û yekitî beşdar bûn.

Dayika şehîd Selam Efrîn pêşangeh vekir, piştre deqeyeke rêz hate girtin û hevseroka meclisê Zelûx Bekir wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya rêber gelên azad Abdullah Ocalan jinên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwe û dîroka xwe ya rasteqîn nas kir.”

Zelûx Bekir destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst li dijî jinan sûcan pêk tînin, da ku vîna wan têk bibin û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xwe ji nêrê koletiyê rizgar bikin.

Dûvre sînevîzyonek li ser axaftinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser qeslkirina dewletên kapîtalîst a rola jinan di civakê de hate pêşandan û piştre çalakî bi gera beşdaran di pêşangehê de bi dawî bû.

3 HEZAR BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Bi dehan endamên Kongreya Star li kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn. Endaman cilên folklorî yên kurdî li xwe kiribûn, alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildabûn.

Bi tilîlî, lêdana def û zirneyê, jin di nava kampê û sûka wê de gerîn, belavok li koçberên Efrînê belav kirin û ligel wê jî diruşmên”Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Li tevahî kantona Şehba û navçeya Şêrawayê 3 hezar belavok hatin belavkirin.

LI HELEBÊ GUL LI SAZIYÊN JINAN HATIN BELAVKIRIN

Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, şandeyek ji Kongreya Star a Helebê bi cilên folklorî yên kurdî serdana saziyên jin, leşkerî û birîndarên şer kir û kulîlk diyarî wan kirin.

Şandeyê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastina Civakî û Jin, Nivîsgeha Jinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û birîndarên şer kir û kulîlk li saziyan belav kirin.

Endamên saziyan jî Roja Jinan a Cîhanê li şandeyê pîroz kir, bi taybet ên ku ji bo di oxira jiyaneke azad de tê dikoşin û birîndarên şerê jî wêneyekî rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya Star kir.

LI MINBICÊ ŞAHIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Komîteya amadekar bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li dikeya çand û hunerê ya bajêr bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên rêveberiya Minbicê û saziyên sivîl, li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevjîna şehîd Elî Tebaş, Xada Hemîd axivî û wiha got: “Em berxwedana jinên azad û hewldana wan a avakirina civakeke demokrat û azad silav dikin.”

Piştre gelekên çalakî hatin pêşkêşkirin, koma Şehîd Hevrîn Xelef a stranan, koma Êriş a Ciwanan a Taykwando, Komîteya Perwerde û Fêrkirin stran pêşkêş kir, koma Şehîd Botan Tirkmen a dîlanên gelêrî, komîteya çalakiyan a dibistanan bi sernavê” tîpên daçekan” şanoyek pêşkêş kir. Di dawiyê de jî komîteya amadekar malbat û zarokên şehîdan xelat kir.

SERDANA GORISTANÊN ŞEHÎDÊN KOBANÊ

Şandeya ji Kongreya Star û endamên jin ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û gelek şêniyan serdana Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê û Goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê ya li ser rêya Cerablusê û Goristana Şehîdên Kobanê ya li gundê Berx Botan a başûrê bajêr kirin.

Li Goristana Şehîd Dicle, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşa Efendî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha got: “Em bawar in ku dê 8’ê Adarê azadî, wekhevî û aştiyê ji cîhanê re bîne û em wek dayik û hevjînên şehîdan dê tê bikoşîn û rêya şehîdan heta serkeftinê bişopînin.”

Ayşa Efendî got, jin berê hatibûn paşguhkirin, lê niha bi saya fikira rêber Abdullah Ocalan rola jinan a pêşeng derketiye holê.

Piştî axaftinê, jinan berê xwe da Parka Rêbertî ya li Goristana Şehîd Dicle û şitilên daran çandin.

LI REQAYÊ DU ÇALAKÎ

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi şahiyekê navendeke aboriya jinan vekir, endamên aboriya jinan a Dêrazor û Cizîrê, endamên nivîsgeh û desteyên jinan ên bajêr amade bûn.

Vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama aboriya jinan Rîm Nimir bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Jinên Sûriyê li hember tevahî astengiyan sekinîn, heta ku gihaştin vê astê.”

Bi navê Komîteya Aborî ya Jinan a Reqayê Gulê Ehmê 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û îşaret bi şehîdên ku herêmê di oxira jiyana biazad û aştî de kir û wiha axivî: “Ev roj, destpêka şoreşa rastîn e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn.”

Li aliyekî din jî endama aboriya jinan a herêma Cizîrê Şevîn Mihemed peyamek ji tevahî jinên bindest re şand ku hêzên xwe komî hev bikin, da ku civakeke exlaqî, demokrasî û siyasî were avakirin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nûriye Salih di nav diruşmên silavkirina berxwedana jinan de, deriyê navendê vekir.

Bi heman boneyê, şandeyek ji Rêveberiya Jinan a Reqayê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Meclisa Idlib El-Xedraa kir.

Di serdanê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm ev roj li tevahî jinan pîroz kir û da zanîn ku jinan bi israr û têkoşîna xwe gihaştin vê rojê.

Lİ GİRKÊ LEGÊ MAÇA VOLEYBOLÊ

Yekitiya Werzîşê ya kantona Qamişlo maçeke voleybolê di navbera tîma Baska Jinan a Girkê Legê û tîma Dêrik a taybet bi jinên ciwan li dar xist.

Maç li yarîgeha Vedeng a Girkê Legê bi beşdariyan bi dehan ji şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê li dar ket.

Maçe bi serketina tîma Dêrik a jinên ciwan bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna maçê, her du tîman dîlan gerandin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo 8’ê Adarê li Şehbayê Pêşengeh

Nivîsa Pêş

ROJEVA 7’Ê ADARA 2021’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê ADARA 2021’AN

ROJEVA 7’Ê ADARA 2021’AN

LEZGÎN – HPG: Serbazek, 10 leşkerên dagirker û kontrayek hatin kuştin

Peyamên Hevalê Karayilan û hestên gel

Manşet

  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.