Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakiyên Îsal bi pêşengtiya jinên ciwan tên kirin: Bi wesîleya 8’ê Adarê Jin li ser piya ne

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/03/2021 - 16:59
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakiyên Îsal bi pêşengtiya jinên ciwan tên kirin: Bi wesîleya 8’ê Adarê Jin li ser piya ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.

AMED

Jinên ji Platorma Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê li Amedê ji bo balê bikişînin ser tundî û kuştina jinê, li Postaxaneya Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê li hev kom bûn. Sekretera Şaxê 2’emîn a Egîtîm-Senê Ezgî Çelîk bi bîr xist ku rojane li Tirkiyeyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin û xwest, jinên ku neçar mane xwe biparêzin, lewma hatine girtin, bên berdan.

Li navçeyên Licê, Erxenî, Peyas, Yenîşehîr û Hezroyê jî jinan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de li gel aktîvîstên TJA’yê parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Dersim Dag jî amade bûn. Li Licê jinan qurnefîl belav kirin, li Hezroyê li nava malan geriyan, li Erxeniyê serdana esnafên jin kirin, li Peyasê jî jin li hev kom bûn û li ser girîngiya 8’ê Adarê axivîn. Li navçeya Yenîşehîrê jî jinan têkildarî 8’ê Adarê belavok belav kirin.

WAN

Li navçeya Çaldiran a Wanê jin li hev kom bûn. Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan û Hevşaredara Çaldiranê Leyla Atsak a ku mazbataya wê hate desteserkirin, tevlî civînê bûn. Mûazzez Orhan bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û destnîşan kir ku li dijî her cûre zext û zordariyê wê bêdeng nemînin, wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di kombûnê de bi sernavê “Keda jinê” sînevîzyon hate nîşandan. Piştre jî hunermendên xwecihî yên jin berhemên xwe pêşkêş kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Qelqeliyê jî li avahiya partiyê civîneke ji bo jinan lidar xist. Gelek jin tevlî bûn û aktîvîsta TJA’yê Handan Bagci lê axivî. Handan Bagci destnîşan kir ku 8’ê Adarê hefteya tepisandina serweriya mêr e.

EDENE

Li Edeneyê ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê hate şandin. Jinên ku li Şaxê PTT’ê yê Qesra Edliyeyê ya Edeneyê li hev civiyan, daxuyaniyek kurt dan û bal kişandin ser girîngiya piştgiriya bi girtiyan re. Piştre bang li jinan kirin ku tevlî meşa 8’ê Adarê ya li Pira Kasim Gulek bibin.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku jin hem li hundir hem jî li derve têdikoşin û wê li her qadê têkoşînê mezintir bikin.

MERSÎN

Li Mersînê ji bo girtiyên jin qertên piştgiriyê hatin şandin. Hevseroka Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan jî di nav de gelek jin li Şaxê Mersînê yê ÎHD’ê li hev kom bûn. Piştî daxuyaniyê jinan li navçeya Akdenîzê li şaxê PTT’ê qertên piştevaniyê ji girtiyan re şandin.

ANTALYA

Li Antalyayê, Meclîsa Jinê ya KESK’ê li Şaxê Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê û xwest, jinên ku ji ber tundiyê xwe parastine lê belê hatine girtin, bên berdan. Her wiha hate xwestin ku Peymana Stenbolê bi xurtî bi cih bê anîn.

RIHA

Li Rihayê jinên ku li avahiya HDP’ê ya navçeya Pirsûsê li hev kom bûn, li ber erbane û tilîliyan serdana esnafan kirin û qurnefîl belav kirin. Piştre jî li taxa Elîgorê şahî li dar xistin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê, TJA, Meclîsa Jinê ya HDP’ê li navçeyên Basan, Silopiya û Hezexê qurnefîl li jinan belav kirin. Jinan li Basanê serdana bazarê kirin, lê belê polîsan hewl dan wan asteng bikin. Jinan guh nedan astengiya polîsan û qurnefîl belav kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Serlêdana Ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir bêhna faşîzmê diçikîne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li Bursa û Stenbolê çalakî pêk anî

Zarokên Agir bêhna faşîzmê diçikîne

Ciwanên Qamişlo li dijî zihnîyeta zilamsalariyê ne

Ciwanên Qamişlo li dijî zihnîyeta zilamsalariyê ne

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.