Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê PDK Şoreşgerên Kurd Radestê TC’yê neke

"Ev nêzîkatiyên PDK'ê di nava gelê Kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin. Di heman demê de têkiliyên navbera rêxistinên Kurdan sabote dike û têk dibe"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/03/2021 - 11:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK’ê de hate ragihandin ku têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hate destnîşankirin ku ev nêzîkatiyên PDK’ê têkiliyên navbera rêxistinên Kurdan sabote dike.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“PDK’ê siyasetmedarekî din ê Kurd radestî dewleta Tirk kir, ku beriya sal û nîvekê ew girtibû. Siyasetmedarê Kurd ê bi navê Omer Bartan ji ber ku bi hinceta karên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê hate darizandin û cezakirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Omer Bartan li şûna Ewropayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê ku di bin rêveberiya Kurd de ye. Bi vî rengî nexwest ji welatê xwe derkeve. Lê belê li Başûrê Kurdistanê li rewşeke welê rast hat ku ne li bendê bû. Tevî ku sedemek ji bo girtina wî tune bû, tenê ji ber ku siyasetmedarekî Kurd bû û li Tirkiyeyê lê dihate gerîn, hate girtin. PDK car carna ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike siyasetmedarên Kurd radest dike. Kiryarên bi vî rengî yên organên îdarî yên di bin rêveberiya PDK’ê de ne, Kurdan hemûyan diêşînin. Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde.

Dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj bi dehan siyasetmedarên Kurd tenê ji ber ku azadî û mafên bingehîn ên gelê Kurd diparêzin, tên girtin. Omer Bartan jî bi van hincetên pûç ji aliyê dadgehên dewleta Tirk a mêtinger qirker ve hatibû cezakirin. Radestkirina siyasetmedarekî bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, tê wê wateyê ku PDK hincetên dewleta Tirk ên ji bo girtina Kurdan dipejirîne.

Têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re zerarên mezin didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ji bo hin şervan birevin polîtîkayên teşwîqkirinê dimeşîne; her wiha bi radestkirina kesên bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, destekê dide dewleta Tirk. Ev helwesta PDK’ê ne helwesteke ku partiyeke Kurd nîşan bide. Gelek endam û şervanên PKK’ê yên ku ti eleqeya xwe bi PDK’ê re nîne tên girtin û bi salan li zindanan tên hiştin. Lê belê, sîxurekî ku destê xwe ketiye xwîna gerîla yan jî cihên gerîla ji dewleta Tirk re radigihîne, dema ku tê girtin, PDK yekser dixwaze bê berdan.

Ev nêzîkatiyên PDK’ê di nava gelê Kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin. Di heman demê de têkiliyên navbera rêxistinên Kurdan sabote dike û têk dibe. Dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike û armanca xwe qirkirina Kurdan e. Lewma bi helwestên bi vî rengî piştgiriya ji bo dewleteke wiha ne tenê zerarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, di heman demê de zerarê dide destketî û têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li çar parçeyan. Ji ber vê yekê divê PDK dest ji vê helwesta xwe berde, ti siyasetmedar û şoreşgerekî Kurd radestî dewleta Tirk a mêtinger qirker neke.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva Birçîbûnê Di Roja 97’an De Didome

Nivîsa Pêş

Meclîsa Ciwanan Ya HDP’ê: Emê Teqez Serbikevin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Meclîsa Ciwanan Ya HDP’ê: Emê Teqez Serbikevin

Meclîsa Ciwanan Ya HDP'ê: Emê Teqez Serbikevin

Jinên Ciwan: Di sedsala şoreşa jinan de em bi hev re têbikoşin

Jinên Ciwan: Di sedsala şoreşa jinan de em bi hev re têbikoşin

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.