Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd bûye eşkere kir

HPG'ê ragihand ku gerîla Ahmed Şêxmûs (Amed Dorşîn) di 22'ê Çileyê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/02/2021 - 11:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd bûye eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd bûye eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Di daxuyaniya 30’ê Çileya 2021’ê de me ragihandibûn ku 22’ê Çileya 2021’ê qadên Hecî Umran û Berdesorê bi balafirên şer hatine bombekirin û di encama vê bombardûmanê de hevrêyê me Amed Dorşîn şehîd bûye.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Amed Dorşîn
Nav paşnav: Ahmed Şêxmûs
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Fatma-Şêxmûs
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Çileya 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Artêşa Tirk a dagirker ji bo derba giran a ku ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwarî binixumîne, ji bo têkçûna xwe veşêre, her wiha ji bo nîşan bide ku li pêşberî gerîla serketî ye, teknîka di destê xwe de bi xwînxwarî bi kar tîne. Lê belê êrişên xwe yên li dijî mirovahiyê, berevacî têkbirina gerîla bû sedem ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hember mêtingeriya Tirk hîn bêhtir tûj bibin. Serketina dîrokî ya li qada Garê nîşaneyeke girîng a ruhê fedayî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Bêguman afirînerên herî mezin û nûnerên vî ruhî şehîdên me yên leheng in. Her hevrêyeke/î me yên şehîd bûn, xwe gihandin vê rastiyê û weke meşaleyeke azadiyê rêya me û gelê me ronî dikin.

Hevrêyê me Amed li qada Hesekê ya Rojava ku partiya me PKK lê bû gel û fikrên Rêber Apo lê kete pratîkê, li nava malbateke welatparêz ku di nava têkoşîna azadiyê de berdêl dan, ji dayik bû. Hevrêyê me Amed ji ber ku malbata wî welatparêz e, firsenda xwe çêbû ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike û bi Şoreşa Rojava re hîn bi rengekî çalak tevlî têkoşîna şoreşê bû. Hevrêyê me Amed piştî ku demekê di nava karên civakî de ma, ji bo fêhmkirina fikrên Rêber Apo ku bingeha îdeolojîk a Şorşa Rojava ye, bi gotina ‘ji bo xwegihandina cewhera xwe’ berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Amed piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi fedakariyeke mezin bi jiyana gerîla û çiya re bû yek. Hevrêyê me Amed aliyê hînkar ê çiyê zû fêhm kir û li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo bi kûrbûneke mezin hewl da rastiya civakî ya gelê me baştir fêhm bike. Di encama vê lêgerînê de xwe gihand rastiya civakî, lewma rastiya xwe. Têgihiştin di heman demê de gava destpêkê ya guherîn û veguherî ye, lewma hevrêyê me Amed di demeke kurt de bû xwedî taybetmendiyên milîtanê Apoyî û xwe kir gerîlayekî pêşeng. Di nava jiyana gerîla de bi sadebûn û dilnizimiya xwe her li pêş bû, her wiha bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin jî milîtanekî mînak bû. Hevrêyê me Amed di nava her şert û mercî de bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re dilsoz ma û baweriya xwe ya bi şoreşê bi kelecaneke mezin di her karî de nîşan da. Bi vî rengî bû hevrêyê hevrêyan, heta nefesa xwe ya dawî jî ji van taybetmendiyên xwe tawîz neda û tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Amed, em sersaxiyê ji xelkê Rojava û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ dubare dikin ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd bûne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Greva Birçîbûnê di roja 91’emîn de didome

Nivîsa Pêş

TCŞ’ê û TEKO-Jin li Hambûrgê derbarê tecrîdê standek agahdarkirinê danî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TCŞ’ê û TEKO-Jin li Hambûrgê derbarê tecrîdê standek agahdarkirinê danî

TCŞ’ê û TEKO-Jin li Hambûrgê derbarê tecrîdê standek agahdarkirinê danî

Li Berlînê ciwanan ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakî kirin

Li Berlînê ciwanan ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakî kirin

Manşet

  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.