Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dem hatiye bêjin êdî bes e

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/02/2021 - 0:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dem hatiye bêjin êdî bes e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Cûmalî Dogan nivîsî
Gelê kurd li Wan û Êlihê bi dirûşma ‘Yekitiya Neteweyî’ derket meydanan. Tevî hemû hewldanên astengkirinê yên polîsan, gel barîkat derbas kirin û li meydanan meşa xwe domand. Derketina gelê Wan û Êlihê ya meydanan ne tenê ji bo van bajaran, her wiha ji bo hemû Kurdistanê girîng e. Lewra ev berxwedan, li dijî hemû astengiyan bi hincetên cur bi cur ên dewleta TC’ê ya qirker, hêrsa gelê Kurdistanê temsîl dike. Wisa tê xuyakirin, ev hêrsa ku li Wan û Êlihê derket meydanan wê li hemû meydanên Kurdistanê bibe lehî û biherike.

Li bakurê Kurdistanê pêvajoyeke wiha dest pê kir. Piştî ku ‘Plana Rûxandinê’ kirin meriyetê ku wek ‘Plana Isleheta Şerqê’ ya duyemîn ket dîroka Kurdistanê, pê re jî bi zext û zora mêtinger-faşîst nehiştin gel derkeve meydanan. Li hemberî vê rewşê sebr û tehemula gel nema. Bi her awayî pê tê zanîn ku bi hinceta şewba vîrûsa koronayê gel li malê hatiye hepskirin û Kurdistan kirine wek girtîgeheke mezin. Gel êdî li malê jiyaneke wek di hepsê de qebûl nake. Polîtîkayên qirker ên dewleta TC’ê ya mêtinger û faşîst, nikarin derketina gel a meyadanan a li hemberî vê rewşê asteng bikin.

Dewleta TC’ê ya mêtinger-faşîst, gef nemane li hemberî gelê Kurdistanê nexwaribin. Zindanan bi kurdan dagirtine. Hema bêje jin, mêr, zarok, ciwan û extiyarekî kurd ê birûmet nemaye ku îşkence lê nehatibe kirin û ew nekiribin zindanê. Li kolanan ciwan hatine qetilkirin, zarokên revandine birine agahî ji wan nehatine girtin. Nehiştine herin gund û zozanên xwe, bi ‘ambargoya xurekan’ gel mehkûmî birçîbûnê kirine. Îşkence kirine parçeyeke jiyana rojane û her tişt kirine wek îşkenceyê. Gel bê av û bê ceyran hatiye hiştin. Bajarên kudan bi polîs, leşker û hevkarên sîxur û bi cerdevanan hatine dagirtin.

Gel bûye ku nikare bêhna xwe bide û bistîne. Îradeya gel, bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, zindanîkirina parlamenter, rêveberên partiyê; bi girtina rojname, kovaran û komeleyan hatiye xespkirin. Axaftina bi kurdî, strandina stranên kurdî, gerandina govendê bi stranên kurdî, danîna navên kurdî yên zarokan hatine qedexekirin. Çi tiştên li ser navê kurdan û Kurdistanê hebûne yan jî bi awayekî wan temsîl kirine, yan ji cihên xwe hatine derxistin û windakirin an jî ser wan boyax kirine û kirine bin betonê.

Li Kurdistanê tişta nehat kirin nemaye. Her dema bêndeng dimînin bêtir bi ser mirovan de diçin, bi qirika wan digirin, hewl didin ji bo mirov dikaribin nefesê bigirin û bijîn ji xeynî teslîmiyetê tu rê li ber wan nemînin. Êdî kêr gihîştiye ser hestî. Tevî êrîşên dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger, gelê li Wan û Êlihê derket meydanan, li hemberî vê rewşê sekinî û bi vî awayî nîşan da ku rêyeke din heye û helwesta xwe li gorî vê diyar kir.

Ev bi vî awayî derket holê ku kurd li nasname û rûmeta xwedî derdikevin û azadî û berxwedanê tercîh dike. Gelek caran hatiye ispatkirin, tu hêzek nikare bi gelekî ku derkeve meydanan bisekinîne. Gelê derdikeve meydan û kolanan tevî hemû astengiyan rêyekê dîtiye; tu tank, top, balafir, polîs, cop, gazên jehrî û qedexeyan nikaribûye wî bide sekinandin. Roja me îro mirov vê li her derê; Amerîka, Ewropa, Rojahilata Dûr, Afrîka, Rojahilata Navîn û Rûsyayê dibîne.

Ji bo gelê Kurdistan ê dibêje ‘Êdî bes e’ pêvajoyeke nû dest pê kir. Mitîngên Wan û Êlihê û beriya wan ziyaretên Leyla Guven ên li Kurdistanê û sekna wê ya li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û xwedîderketina wê ya li berxwedana zindanan bûn destpêk. Salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî, di nav gel de bû sedema vepirsîn û biryardariyeke nû. Ev biryardarî wê di meha adarê de li axa Kurdistanê kulîlk vebide. Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 21’ê Adarê Newrozê de wê ev bi awayekî şêmbertir derkeve holê.

Dewleta TC’ê ya faşîst û mêtinger wek berê, vê salê jî wê bi hincetên cuda hewl bide derketina gel a meydan û kolanan asteng bike. Wê kolan û meydanan bi leşker, polîs û bi hêzên kontra yên çete, faşîst û paramîlîter dagire. Lêbelê çi bike jî nikare pêşwazîkirina gelê Kurdistanê ya ya li 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 21’ê Adarê Newrozê asteng bike. Gelê Kurdistanê wê helwesta xwe li hemberî rewşa heyî bi awayekî xurt nîşan bide.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Berxwedana Greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hîşt

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hîşt

Berxwedana Greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hîşt

Gelê Şengalê bibiryare: Nobeda asayîşê ket roja 85’an

Gelê Şengalê bibiryare: Nobeda asayîşê ket roja 85'an

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.