Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Komploger xisirî ne

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/02/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li herêma Cizîrê ji bo 15 Sibatê çalakî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Di serî de pêşengên ku gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û xwe feda kirin, şehîdên têkoşîna 22 salan, birîndarên vê têkoşînê, gelê Kurd yê berdêlên mezin daye, li her devera dinyayê şoreşger û demokratên ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin, derfet û hêza têkbirina komployê afirandine.
Piştî çend rojan komploya navnetewî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd dikeve sala 23’an. Ev 22 sal in ku Rêber Apo di şertên herî giran yên hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin. Ev pergal bi xwe delîl e, bê ka komploger dijminên Kurdan yên çawa ne. Jixwe li Îmraliyê ti qanûn, hiqûq û rêzikname pêk nayê. Çawa ku Destûra Bingehîn ya heyî, Destûreke Bingehîn a yek bend e ku armanca wê qirkirina Kurda ye, li Îmraliyê li dijî Rêber Apo jî pêkanînek wisa ya taybet heye.
Rêber Apo gotiye ku rewşa wî yekser bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji vî alî de azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye û ketiye nava hev. Bêyî xwedîderketina li Rêber Apo azadiya gelê Kurd; bêyî pêşxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî azadiya Rêber Apo pêk nayê. Yên ku vê heqîqetê nabînin, nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî fêm bikin.

Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye. Rêberê gelekî ye. Niha ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêberê azadî û demokrasiyê ye. Bi analîzên îdeolojîk, teorîk yê daniye holê, li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfa modernîteya demokratîk afirandiye. Bi vî awayî di serî de jin, ciwan û kedkar, bûye rêberê azadiyê yê hemû gelan. Ji vî alî ve meseleya azadiya Rêber Apo ne meseleyeke mafê mirovan e. Bêguman li Îmraliyê mafê mirovan û mafên girtiyan bi rengê herî giran tê pinpêkirin. Lê bêyî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ti wateya daxwaza sererastkirina van mijaran jî tineye. Hetta ev dê Rêber Apo bixe rewşa girtiyekî ji rêzê. Rêber Apo xwe ti carî xwe nexist rewşa girtiyekî ji rêzê. Ne gotiye filan û bêvan mafê min. Wekî rêberê gelan, kedkaran, jinan û ciwanan tevgeriyaye. Her saniyeya xwe ji bo azadiya gelê Kurd û jiyana demokratîk a mirovahiyê borandîye. Di dîrokê de ti girtiyekî nekariye bi qasî Rêber Apo jiyana li zîndanê bi wate bike. Ji ber vê Rêber Apo got ‘heke yên li derve xwe azad dihesibînin, ez ji wan azadtir im.’ Bi vê îfadeyê gotiye yên li derve ne azad in, di serî de pêdiviya yên li derve bi azadiyê heye.

Rêber Apo ji gelê Kurd, gelên Rojhilata navîn û dinyayê re xizmeta herî mezin pêşkêş kiriye. Li vê dinyayê serê her tiştî fikre. Mirov pêşî di warê fikrê de bi ser dikeve, dîsa di warê fikrê de bi bin dikeve û dixisire. Ew fikra gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê pê bi ser bikevin, Rêber Apo daniye holê. Çiraya rê nîşanî wan bide daye destê wan, ew çeka li dijî desthilatan pê bi ser bikevin daye wan. Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî heke vê xezîneya bi nirx ya ji wan re xelat baş binirxînin, mutleq dê bi ser bikevin; dê bigihin jiyana azad û demokratîk.

Eger em bixwazin 22 salên li Îmraliyê rast binirxînin û fêm bikin, divê pêşî em vê heqîqetê bibînin. Ya ku hişt 22 salan Kurd li dijî komployê têbikoşin, rêbertiya Rêber Apo bû. Bêguman Rêber Apo ji bo bikare deynê têkoşerên jiyana azad û demokratîk yên di dîroka mirovahiyê de bide, ji bo deynê şehîdên pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bide, ev pêşketina fikrî û lêhûrbûna mezin çêkir. Besiva herî baş bi vî rengî daye komployê. Ne tenê li dijî komplogerên roja me, li dijî hêzên xirab yên dîrokî hemûyî wiha bersiv daye. Bi vê hêza fikrê gavek wisa dîrokî avêtiye ku dê dawiyê li hemû hêzên xirabiyê bîne. Piştî van fikrên Rêbertiyê wê temenê hêzên desthilatdar yên zilam û dewletperest kurt bibe.

Bêguman li dijî komployê têkoşîneke mezin pêk hat. Bi vî rengî komploger bi dîlgirtina Rêbertiyê negihiştin armancên xwe. Herçiqas Rêber Apo hîn dîlgirtî be jî lê komploger negehiştine armanca xwe. Rêber Apo îro bûye lîderekî hîn mezintir û xurttir bûye. Eger îro têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo êdî kurewî û gerdûnî ye, ev nîşana xisirîn û têkçûna komplogeran bi xwe ye. Îro Rêber Apo bûye lîderekî mirovahî lê xwedî derdikeve; dewleta tirk jî li tevahiya dinyayê ketiye nava rewşeke tecrîdbûyî. Ya ku hiştiye dewleta Tirk ewqas tecrîd bibe, tevgera azadiyê ya gelê Kurd e ku li ser rêça fikrên Rêber Apo têdikoşe. Têkoşîna li ser xeta Rêber Apo pêk tê, maskeya dewleta Tirk daxistiye û li dinyayê teşhîr kiriye. Heke têkoşîn bi biryardarî bidome, kampanya azadiya rêbertiyê zêdetir berfireh bibe, di şexsê dewleta Tirk de wê komploger hemû bi temamî têk biçin.

Di serî de pêşengên ku gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û xwe feda kirin, şehîdên têkoşîna 22 salan, birîndarên vê têkoşînê, yên ku bi dehan sal e li girtîgehan dîl in, gelê Kurd yê berdêlên mezin daye, li her devera dinyayê şoreşger û demokratên ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin, ew derfet û hêza têkbirina komployê afirandine.

Ya ku dikeve ser milê gelê Kurd, dost û hevalan ew e vê wezîfeya azadkirina fîzîkî pêk bînin, ji bo vê têkoşînê pêşdetir bibin.

Bi hêviya di sala 23’an ya komployê de komploger bi temamî têk biçin, Rêber Apo û gelê Kurd azad bibe…

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 15’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ciwanên Til Rifat û Lavrioyê sînevîzyona li ser 15’ê Sibatê temaşe kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Til Rifat û Lavrioyê sînevîzyona li ser 15’ê Sibatê temaşe kirin

Ciwanên Til Rifat û Lavrioyê sînevîzyona li ser 15'ê Sibatê temaşe kirin

1 dq’de Hefteyekî Jinên Ciwan

1 dq’de Hefteyekî Jinên Ciwan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.