Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

YJA STAR: Êrişa dagirkirina Garê nûkirina Komplo û di qirkirina Kurdan de israrkirine

“Afrînerê têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd Rêber Apo ku di sedsala 20. de bi komployeke herî mezin hat girtin û ev 23 salin di bin êşkenceya Îmraliyê tê ragirtin, em vê komployê û ragirtina wê ya li Îmraliyê neilet dikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/02/2021 - 14:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Bîryargeha Navendî ya YJA STAR’ê têkildarê komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkhatî daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Afrînerê têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd Rêber Apo ku di sedsala 20. de bi komployeke herî mezin hat girtin û ev 23 salin di bin êşkenceya Îmraliyê tê ragirtin, em vê komployê û ragirtina wê ya li Îmraliyê neilet dikin. Em bi zanebûna ku ev komplo di şexsê Rêberê me de li hemberî hemû mirovatî, gelê Kurd û jinan bi armanca îmha û tesfiyeyê pêkhatiye, biryardariya xwe ya ji bo bilindkirina têkoşînê dubare dikîn. Her wiha şehîdên fedayî yên çalakiyên ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ ku li dijî hêzên komploger ji bo nîşandayîna nefreta li hemberî dijmin bê du dilî canê xwe kirin mertal û li dora Rêber Apo bi agir berdana li bedena xwe xelekek ji agir çêkirin bi rêzdarî û minet ve bibîr tînîn.

ÊRÎŞA DAGIRKIRINA GARÊ, NÛKIRINA KOMPLO Û DI QIRKIRINA KURDAN DE ISRARKIRIN E

Komploya navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an de pêkhatî ket 23. sala xwe. Bersiva herî mezin ya li hemberî vê komploya ku bi alîkariya hêzên navnetewî pêkhatî, bê guman di serî de Rêberê me yê li hemberî hemû pêkanînên êşkenceyê di aliyê fîzîkî, fikrî û ruhî de derketinên mezin çêkirî, her wiha şehîdên me yên bi fedakarî û cesaretek mezin şer dikin û têdikoşin û gelê me yê egîd daye. DYE, YE û Îsraîl yên ku serkêşiya komployê kirin, ji bo ku komplo weke ku plankirînî bi rêve biçe alîkariya herî mezin ji Kurdên hevkar wergirtine. Çawa ku pir caran di dîroka me de jî qewimî ye, hêzên ku nikarin pêşiya berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bigrin, xeta îxanet û hevkartiyê xistine tevgerê û xwastine encam bigrin. Hin partiyên Kurd ên qaşo îdîa dikin ku nûnertiya gelê Kurd dikin jî di komploya navnetewî ya ku li hemberî Rêbertiya me pêkhatî de roleke diyar lîstin. Heman xeta noker a Kurd îro jî li dora dewleta Tirk a faşîst ku bi alîkarî û dîrektîfên hêzên hegemon ve tevger dike, tê xwestin ku wana di polîtîkayê qirkirina gelê Kurd de mîna manîvelayekê bi kar bînin. Îro jî hikumeta şer û faşîst ya AKP-MHP’ê êrîşên ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşxistî, tevî ku bi rengekî eşkere diyar dibe ku êrîş tevgera ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne, lê hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî wê yekê ti deng û bertekek nîşan nedane û ketî nav helwestekî ya ku êrîşên heyî rewa bike. Di vê meha Sibatê ku komploya navnetewî ya li hemberî Rêbertiya me dikeve 23. sala xwe, dewleta Tirk a faşîst û hêzên hegemon li ser Garê operasyonek leşkerî pêkanîne, tê wateya nûkirina komplo û israrkirina di qirkirina Kurd e. Her cûre nêzîkatiyên ku li hemberî Rêbertiya me ku hêviyên azadiya hemû gelan e tên kirin, tê wateya ku li hemberî yên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin û gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ku pêşengiya vê dikin tê kirin.

Dewleta Tirk a faşîst-qirker a bi taybet di qirkirina Kurda de bi israr e, sala 2015’an tecrîda li ser Rêbertiya me girantir kiriye, li gel vê jî li dijî gelê Kurd, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û pêşengên jin ên li ber xwe didin, kiryarên xwe yên faşîzan gihandiye asta herî bilind. Lê berxwedana ku bi pêşengtiya Têkoşîna azadiya Kurdistanê de pêş ketî, gerîlayên HPG/YJA Star ên milîtanên fedayî yên Rêber Apo di nava têkoşînê de, destanên berxwedanê dinivîsînin. Hêzên me yên gerîla ku ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber di nava çalakiyan de ne, ne tenê dewleta Tirk a dagirker vala derxistiye, heman demê carekî din daye nîşandan ku nayên têkbirin. Têkoşîna bi pêşengtiya YJA Starê li Heftanînê ku di raya giştî ya cîhanê de deng vedaye û cihê xwe di dilan de kiriye, hewesa artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê di qirika wan de hiştiye.

Pêngava bi pêşengtiya KCK’ê ya ‘Bes e ji faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li çiyan bi bi pêşengtiya YJA Starê bi çalakî û berxweddanên gerîlayên fedayî yên heybet, di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû cîhanê di pêşengtiya jinan de li nava gelên dost, her roja diçe mezintir dibe. Azadiya Rêber Apo bûye azadiya hemû gelan, her kes xwedî lê derdikeve. Çalakiyên di 27’ê Mijdarê de li zindanan hatiye destpêkirin, li kû dibe bila bibe, şert û merc çawa dibin bila bibin, jiyaneke bê Rêbertî nayê qebûlkirin carekî ji bo dost, dijmin û hemû cîhanê daye nîşandan.

me berxwedan û şerê fedayî ji Rêber Apo fêr bûne. Rêbertiya me çawa ji bo gelên bê navber ji bo azadî û aştiyê şer kirin û hemû gelan bûye hêz û hêvî, hê jî zêdetir ev hêvî xurtkiriye. Em jî ji bo bibin layîqî berxwedana ku bi Rêbertî pêşengtiya wê dike, şer pêş bixin, biryardar bi serketinê encam bikin. Di serî de em ê hesab ji komploger û xeta hêzên hevkar ên xiyanetkar bixwazin, weke Zîlanan, Semayan, Dogayan, Zinarînan jiyanek bê Rêbertî qebûl nekin; li ser şopên Sarayna, Delalan, Agîdan, Yilazan, Zînan û Semayan bi teqez em ê roja ku bi azad bi Rêbertiya xwe re bijîn, ava bikin. Dem dema bi Rêbertiyek azad re li Kurdistanek azad jiyankirinê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Herêma Firatê li dijî komployê dest meşa dirêj kirin

Nivîsa Pêş

Ciwan û xwendekarên Şehbayê li dijî komployê li ser piya ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwan û xwendekarên Şehbayê li dijî komployê li ser piya ne

Ciwan û xwendekarên Şehbayê li dijî komployê li ser piya ne

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê 9 wesayît şewitandin

Jinên Tîrêjên Rojê ji bo protestokirina 15'ê Sibatê lê da

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.