Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên Dewleta Tirk ya li ser Garê seferberiyê de ne

Li Dêrîk, Girkêlegê, Tirbesipiyê, Çilaxa, Reqa û Minbicê jî Ciwan îro li dijî êrîşên artêşa Tirk ya li ser Herêma Garê derketin qada û seferbertî îlan kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/02/2021 - 22:34
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên Dewleta Tirk ya li ser Garê seferberiyê de ne
ParvekeTweet

DÊRÎK

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişan xwepêşandanek li dar xistin û banga serhildanê li dijî dagirkeran kir.

Ciwanên navçeya Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, dem dema tolhildanê ye, teqez em ê bi ser kevin” dest bi xwepêşandanê kirin. Ciwaan sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Garê û silavkirina berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) berz kirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şehîdan a Dêrikê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan Çekdar Amed daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dijwarî êrişî herêma Garê û Hêzên Parastina Gel (HPG) dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan amade ne tev li berxwedana Garê û gerîlayên HPG`ê ya li dijî planên dewleta Tirk a faşîst bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdistanê, gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin ku li hemberî hovîtiya delweta Tirk û êrişên wê yên li dijî çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya serferberiyê ragihînin.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, bi navê dayikên şehîdan û şêniyên Dêrikê Xalsa Abdullah wiha axivî: “Em berxwedana HPG`ê pîroz dikin. Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin. Em fedekariyên ciwanên gelê xwe li dijî planên li ser gelê Kurd bi nirx dibînin. Em soz didin şervanên xwe ku em ê ji bo bidawîkirina planên dagirkeriya Tirk, xwedî li wan derkevin.”

Xalsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewelat Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê şermezar kir.

Çalakî bi sloganên silavkirina berxwedana HPG`ê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve êrişî herêma Garê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Girkê Legê daxuyaniyek da û serferberî ragihand.

Bi dehan ciwan û şêniyên Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rîhan Temo daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komployên li dijî gel û herêmên me berdewam in. Êrişên ku ji duh ve berdewam in, berdewama wan komployan e û hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e pêk tên.

Ev êriş di çarçoveya lihevkirinên di navbera AKP`ê û PDK`ê de pêk tên. Ev yek îsbat dike ku komployeke mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin.”

Li gel hewldanên pêkanîna yekitiya Kurdî, PDK`ê bi dijminê gelê Kurd re kar dike. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiyê û neteweya demokratîk li ber xwe bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagiker li dijî herêma Garê seferberî hate ragihandin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo meşeke meşaleyan li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kirin. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn.

Meş ji ber avahiya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê destpê kir. Beşdarên meşê sloganên li dijî dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

Meş rojavayê navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê rêveber ê ciwanên PYD`ê Ehmed El-Hewar axivî û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyaseta Komploya Navneteweyî de pêk tên.

El-Hewar piştrast kir ku ciwan dê têkoşîn û berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin.

Meş bi sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dawî bû.

 

1 Ji 1
- +

1. ????????????????????????????????????

ÇILAXA

Bi heman armancê, bi dehan ciwanên şoreşger û endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Çilaxa meşek li dar xistin.

Beşdarên meşê li rojavayê navçeyê kom bûn û dest bi meşê kir. Ciwanan meşale rakirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan slogan berz kirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Masûm a li navarasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir endamê ciwanên PYD`ê Sirûr El-Şetî axivî û diyar kir ku bêdengiya navneteweyî û berdewamkirina komploya li dijî gelên herêmê, rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku herêmên din dagir bike.

El-Şetî piştrast kir ku li hemberî wan êrişan îsrara gelên herêmê zêde dibe û wekî ciwan ew amade ne xwe di oxira welatê xwe de feda bikin.

 

1 Ji 8
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

MINBIC

Bi heman armancê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek dan raya giştî. Ciwanan gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend. Endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan li Stada Beledî ya li bajêr kom bûn.

Ciwanan komplo û gefên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ev êriş hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e pêk tên û armanca wê ew e ku komployê vejînin, ji ber ku komplo ne tenê li dijî rêbertî bû lê belê li dijî tevahiya gelên azadîxwaz û demokrat e.

Ciwanan dewletên ku destên wan di êrişên faşîst ên li dijî vîna mirovên azad de hene, şermezar kirin.

Ciwanan her wiha destnîşan kir ku dê li hemberî van êrişan û gefan bisekinin û gotin: “Ji bo parastina tevahî mirovahiyê, em ê li eniyên pêş cih bigirin.”

 

1 Ji 2
- +

1.

2.

REQA-Ciwanên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ya li ser herêma Garê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku ew wek ciwanên Ereb û Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng namînin û ew amadene kû li bangawaziya seferberiyê berê xwe bidin Garê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ciwanên Rojava: “Emê PDK û Çeteyên Roj’ê hesap bipirsin”

Nivîsa Pêş

ROJEVA 11’Ê SIBATA 2021’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2021’AN

ROJEVA 11’Ê SIBATA 2021’AN

Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê

Serokatî qala Îmraliyê dike - 8

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.